55- řeḧman

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 5 Xulek  674 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) xway diława,

2) em qur’aney ders dawe.

3) miroy afrand;

4) le axaftinî têgeyand.

5) xor û heyvîş - be endaze - dên û deçin.

6) gya wirdîle û be saqeteş sujde deben.

7) ’ezmanî berz kirdewe û terazûy damezranduwe;

8) ke le endaze der neçin.

9) kêşanetan beranber bê û neka terazûtan ser ka.

10) em herdeman bo merdim wedî hênawe.

11) mîwey têda û dare xurmay xawen pişkoj.

12) dendikî lenaw kelûda û şînkey bon xoş.

13) deysa êwe le kam çakey perwerindew ḧaşa deken?

14) miroy le ḧeřî zuha bûy çeşnî swałet, wedî hêna.

15) cinokeşî le biłêsey bê dûkeł wedî hênawe.

16) deysa êwe le kam çakey perwerindew ḧaşa deken?

17) herd û şwênî xorhełat û xorinşînî řahênawe.

18) deysa êwe le kam çakey perwerindew ḧaşa deken?

19) cemserî dû deryayanî geyande yek.

20) berzekêkyan lenêwanda ke beser yektirda nayen.

21) deysa êwe lekam çakey perwerindew ḧaşa deken?

22) le herdûkan mirarî û mercan der deçin.

23) deysa êwe le kam çakey perwerindew ḧaşa deken?

24) geřokanî be badewey çya asa - le deryada - karî ewe.

25) deysa êwe le kam çakey perwerindew ḧaşa deken?

26) herkê jînî leser zemîne, namênê.

27) her xudanî xawen şikoy berz û beřêzit demênê.

28) deysa êwe le kam çakey perwerindew ḧaşa deken?

29) herkê le naw asmanekan û zemînin, hemû karêkyan her be ewe û ew giş řojê be karêkewe xerîke.

30) deysa êwe le kam çakey perwerindew ḧaşa deken?

31) ême be kartan řadegeyn, ey giroy miro û cinokan!

32) deysa êwe le kam çakey perwerindew ḧaşa deken?

33) ey giroy miro û cinoke! ger twanîtan le giş asoy ’asmanekan û zemînê derbaz bibin, desa biçin; naştiwanin lêyan der biçin, megîn bedestełatewe.

34) deysa êwe le kam çakey perwerindew ḧaşa deken?

35) giřî be dûkeł û bê dûkełî agir datan degrê; esa kes dehanawnaye.

36) deysa êwe le kam çakey perwerindew ḧaşa deken?

37) sa her katê em ’ezmane qełşî bird û be řengî guł û kewłî sûr hate berçaw,

38) deysa êwe le kam çakey perwerindew ḧaşa deken?

39) lew řojeda hîç kes - le miro û cinoke - bo gunahê ke kirdûye, nayete berpirsînewe.

40) deysa êwe le kam çakey perwerindew ḧaşa deken?

41) tawanbaran be teḧir û zeřa denasrên; îtir le qijî seryan û le qaçekanyan enewn.

42) deysa êwe le kam çakey perwerindew ḧaşa deken?

43) eme her ew dojeheye tawanbaran biřwayan wa nebû heye.

44) lenawîda û le naw awêkî kelîda dexulênewe.

45) deysa êwe le kam çakey perwerindew ḧaşa deken?

46) bo her kesîş le perwerindey tirsawe, dû baẍ heye.

47) deysa êwe lekam çakey perwerindew ḧaşa deken?

48) her dû xawen dirextî be pelk û popin.

49) deysa êwe le kam çakey perwerindew ḧaşa deken?

50) le her dûda dû serçawey řewan heye.

51) deysa êwe le kam çakey perwerindew ḧaşa deken?

52) giş mîweyekyan têdaye, ke hemû wilfî yektirin.

53) deysa êwe le kam çakey perwerindew ḧaşa deken?

54) leser řayexê pał keftûn, ke aseřyan le awrîşmî estûre û berî geyîştûy her dû baẍ, lewan nizîk kewtotewe.

55) deysa êwe le kam çakey perwerindew ḧaşa deken?

56) kîjołey hênd dawên pakyan lenawdaye, ke ber lewan kesê - miro yan cinoke - hergîz destî bo nebirdûn.

57) deysa êwe le kam çakey perwerindew ḧaşa deken?

58) hênde cwanin, êjî yaqût û mercanin.

59) deysa êwe le kam çakey perwerindew ḧaşa deken?

60) axo padaşî karî çak, ẍeyrez çake daneweye?

61) deysa êwe le kam çakey perwerindew ḧaşa deken?

62) ẍeyrez eman dû beheştî tirîş heye.

63) deysa êwe le kam çakey perwerindew ḧaşa deken?

64) keskî toxin, be řwałet řeş denwênin.

65) deysa êwe le kam çakey perwerindew ḧaşa deken?

66) cûtê kanî lewanda hen, fîçqe deken.

67) deysa êwe le kam çakey perwerindew ḧaşa deken?

68) lenawyanda mîwecat û dare xurma û henar heye.

69) deysa êwe le kam çakey perwerindew ḧaşa deken?

70) lenawyandan gelê kîjî akar çak û be dîmen cwan.

71) deysa êwe le kam çakey perwerindew ḧaşa deken?

72) zerî çawřeş lenaw xêwetanda dejîn.

73) deysa êwe le kam çakey perwerindew ḧaşa deken?

74) ke berlewan hîç miro û hîç cinokeyek, hergîz destî bo nebirdûn.

75) deysa êwe le kam çakey perwerindew ḧaşa deken?

76) leser řayexî kesk û cwan pał dekewn; ke wêneyan le dinyada nebînrawe.

77) deysa êwe le kam çakey perwerindew ḧaşa deken?

78) mimbareke nawî pakî perwerindet; xawen şiko û şayanî řêz lê girtine.