54- qemer

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 5 Xulek  628 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) wa pesłan nizîk kewtewe û heyv bû be dû kertewe.

2) her nîşaneyek bibînin, biřwa naken û dibêjin: eme caduwe û her heye.

3) îtir biřwayan nehêna û şwên arezûy xoyan kewtin. her kareş şwênî xoy heye.

4) ewendeyan deng û basî berê bîstûn, ke debû tirsyan bête ber.

5) eme karzanî tewawe; bełam em tirsênerane behre naden!

6) sa to lewane waz bêne; řojê bangider bangyan deka bo řûdawêkî zor naxoş.

7) çawşoř û kiz, le gořistan der dekewn; êjî kullen biław bûgin.

8) hełedawan berew bangidereke deçin. xudanenasekan êjin: eme řojêkî çetûne.

9) berlemaneş hozî nûḧ baweřyan nebû. ’ebdî êmeyan naw nabû dirozin û û gutyan dîne û gefyan lê kird.

10) le perwerindey pařawe, ke: min şiksitim xwardiwe, hanam be to.

11) ewsa hemû dergakanî berzayîman bo baranêkî belûzew xiste ser pişt.

12) lem zemîneş çawekanîman toqandin. aw geyne yek; bew endazey ke biřyarî bo dirabû.

13) ewman be amêrê hełgirt, ke le çend texte û bizmaran lêk dirabû.

14) lejêr çawedêrî xoman wegeř kewt, bo padaş dan be kesê ke be qisekanî bê baweř bûn.

15) becêman hêşt ke bibête nîşaneyek. axo bîrewerêk heye?

16) desa çon bû cezrebe û heřeşekanim?

17) em qur’aneşman sana kird ke bîrî lê bikirêtewe. axo bîrewerêk heye?

18) ’adîş baweřyan nehêna; desa çon bû cezrebe û heřeşekanim?

19) ême le řojêkî şûmda, bayekî sard û behêzî bê wiçanman narde seryan.

20) xełkekey lecê der dênan; detut koterey dar xurman, be řîşewe hełkêşrawin.

21) desa çon bû cezrebe û heřeşekanim?

22) em qur’aneşman sana kird ke bîrî lê bikirêtewe. axo bîrewerêk heye?

23) semûdîş be tirsêneran bê baweř bûn.

24) wityan: ca çon we şwên miroyek dekewîn, le xoman û be tenya bê? eger wa bê, ewsa ême le gumřayî û debengîdayn.

25) çon le naw hemû êmeda, fermanî xwa her bo ew dê? bełkû pyawê diroznî xopesnide.

26) sibey řojê pê dezanin kê viřbêjî xopesnide.

27) ême saye wiştirêkyan bo denêrîn ke byan’ezmûyn. sa to her çawedêryan be û xot řagre.

28) pêşyan bêje ke aweke lenawyanda beş kirawe; her kes le nore awî xoy amade bê.

29) gasî hewałî xoyan kird; ewîş hat be dengyanewe û pelî [wiştirekey] qut kird.

30) desa çon bû cezrebe û heřeşekanim?

31) ne’reteyekman bo nardin; wek pûş û parî bojoyan lê beser hat.

32) em qur’aneşman sana kird ke bîrî lê bikirêtewe. axo bîrewerêk heye?

33) hozî lûtîş hember be tirsênerekan bê baweř bûn.

34) gêjełûkey zîx û çewman narde seryan; cige le kes û karî lût - ke sû zû řizgarman kirdin.

35) le çake û bezeyî xonřa; awa çakey supaskaran dedeynewe.

36) tirsandinî le zebrî hełmetî ême; [bełam ewan] lew gefane beguman bûn.

37) deyanewîst karî xirap degeł mîwananî biken; somay çawanim lê sandin. de biçêjin azar û heřeşekanim.

38) ewsa le berebeyanda, azarî lebne nehatû hate seryan.

39) sa biçêjin azar û heřeşekanim.

40) em qur’aneşman sana kird ke bîrî lê bikirêtewe. axo bîrewerêk heye?

41) tirsêneran hatîşne lay deste û dayerekey fîr’ewn.

42) serleberî nîşanekanî êmeyan be diro zanî. ewsa ême girtimanin, be girtinî destełatdarî twana.

43) axo xwanenasî êwe lewekanî tir çatirin, yan lenaw kitêbekanda pakaneyan bo hatge?

44) yan dibêjin: ême gişman pêkeweyn û ser dekewîn?

45) her bîna ew aporeye le şeř şikaw, pişt bikenewe řa biken.

46) bełke debê le pesłanîş ko bibnewe; ke barî ew ḧestemtire û tałtirîştan lê debûrê.

47) tawanbaran le gumřayî û debengîdan.

48) ewê řojê demewřû le agirda řekêş dekirên, de biçêjin giłpey agirî cehendem.

49) ême hemû bûnewerman be endaze afranduwe.

50) karî ême yekcareye û her le çawtirukanêkda kotayî dê.

51) pêşûş zorî wek êweman qiř tê xistûn. axo kes be bîrîda dê?

52) her karêkî kirdûyane, wa lenaw defterandaye.

53) kem û zorî xet dirawe.

54) xoparêzan le baẍat û dem çomanin.

55) le nişîmenî pesind û lay xunkarî bedestełat.