38- sad

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 9 Xulek  616 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) sad. bem quř’ane ke piř le amojgarîye [û debê pendî lê wergîrê].

2) bełam xudanenasekan, xoyan be zil dezanin û her xerîkî dijayetîn.

3) pêş emaneş zor bereman le naw birdin; ca ewane hawaryan kird; bełam derfet ledes çû bû.

4) emeyan pê seyr buwe ke pêẍemberêkyan le xoyan bo hatuwe û tirsî xwayan weber denê; xudanenasekan gutyan: bibê nebê, em kabraye cadûgerê dirozne.

5) çon deyewê lecêy ew hemû bitaney detanperist, her xudayek biperistin? eme zor şitêkî seyre.

6) kełepyawanyan kewtine řê [wityan pêyan:] biřon û leser ewaney ta êsta peristûtanin, la mekewn û xořagir bin; bê so eme wîstî meye.

7) ême le dînekey tirda şitê waman nebîstuwe; eme řastî têda nîye û hełbesteye.

8) çone le naw hemûmanda, qur’an her bo ew hatuwe? dûdłîşin ke qur’an min nardibêtim. hêman azarî êmeyan neçeştuwe.

9) axo ewan gencînekanî bezeyî perwerindey bedestełat û diławay toyan laye?

10) yan asmanan û zemîn û herçî le nawyanda heye, de berdestî ewan daye? desa ba peyje danên û bêne serê.

11) ewane leşkirêkin le komełekan ke lewênderê tê deşkên.

12) berlemaneş hozî nûḧ û hozî ’ad û fîr’ewnî çwarnîxekêşîş her biřwayan be pêẍemberan nehêna.

13) hozî semûd, hozî lût û xełkî naw lêrewarekeş, her lew bê baweřane bûn.

14) giş ewane pêẍemberekanî xoyan belawe dirozin buwe û hêjay tołe lê sandin bûn.

15) ewane her çawenořn ta le nekaw girmînê wa peyda debê, ke tenanet beşî henîsk danêkîş wiçan nada.

16) her dełên: ey perwerênman! ber lewe řojî qyamet bê, pisûley xoman bideye.

17) herçî deyłên ba bîłên, to xořagirbe û dawud webîrxot bênewe; ke ’ebdêkî bedestełatî ême bû; le her karê peşîmanî řûy tê dekird, her penay be ême dêna.

18) kêwatîşman fêr kirdibû, ke wêřay ew serlengore û le katî taw hełatnida, her tarîfî xuda biken.

19) melanîş komeł debûn û giştyan berew ew dehatin.

20) ême fermanřewayîman bi optew kird; le karzanînda beşman da û be qisey ew, hemû kêşe kota debûn.

21) eto dengubasî ew dadberanet bîst, ke leşûrey nwêjgekeyewe serkewtin?

22) ke le dawud wejûrkewtin, لێان tirsa. gutyan: nîgeranît nebê, dû dadberîn; yek le ême ẍedrî lewî tir kirduwe; çon řewaye awa be nawman řabge û le destûrî xwa la mede û řasteřêman nîşan bide.

23) em birayem newed û no pezî heye û min tenya pezêkim heye. gutî: be minî bispêre û, le kêşeda min derostî ew nehatim.

24) gutî: ew ke pezekey to dexate naw pezekanî, ẍedrê deka. zor şerîke małî tirîş fêłê le yektirî deken; megîn ewî baweřyan be xuda heye û akarçakin; ewîş kemin. dawud zanî ezmûmane; îtir tûş peşîmanî hat; sujdey bird û le perwerindey pařawe ke bîbexşê.

25) ême lew hełey bexşîman; le nizîkanî xomane û geřanewey çakî heye.

26) ey dawud! cê nişînîman leser zemîn dawe be to; be terzêkî xudapesind, be karî merdim řabge û şwên arezûy xot mekewe; ke le řêy xuda lat bida. ew kesaney le řêy xuda derdekewn, çunke qyametyan le bîr çû, cezrebey tund û tîjyan hes.

27) ême asman û zewîman – eweş ke le beynyandaye – be xořayî dirus nekird; ew kesaney wa bîr deken, xwanenasin. hay lewaney xwanenasin, bo ew agirey deyçinê!

28) axo ême ewaney xawen baweřn û akarçakin, her wek emane dadenêyn ke lem herdeda bedfeřn? yaxo ême xoparêzan wek gunahbaran dejmêrîn?

29) em quř’ane piř le pît wipîrozeman be xełat bo to narde xwar, ta leser nîşanekanî řabmênin û xawen diłan amojgarî lê wergirin.

30) suleymanman bexełat bexşî bedawud. ay keçend ’ebdêkî baş bû! hemîşe her řûy demebû.

31) serlengorê wextê espanî řesenyan le ber çawanî řadena,

32) gutî: ewînî řewekem yadî xuday le bîr birdim; ta xor le aso nedîw bû.

33) byan gêřnewe. ewsa be tîx, miçûn û milyan peřandin [û kirane xêr].

34) ême suleymanîşman taqî kirdewe û laşeyekman hawîşte ban kursyekey û dîsan her řûy kirde ême.

35) gutî: ey perwerindekem! ’afûm bike û samanêkî wam bideye ke le dway min gîr hîç kesî tir nekewê; bexşendey here gewre toy.

36) êmeş baman bo kewî kird; be fermanî ew – be nermî – bo her kwêyek bîwîstaye dekewte řê.

37) hemû cisne şeyatînî pałe le quřekarîda û bînekêşîş,

38) hêndê tirîş – ke toq le mil – hatbûne ber fermanî.

39) samanêkman pê bexşîwî ke le jimare derçuwe; sa toyan çakey lê bike, yan řay bigre.

40) suleymanîş le nizîkanî xomane û geřanewey çakî heye.

41) le eyîwbîş – ke le ’ebdanî ême bû – bîr bikewe. lew kateda ke hawarî bo perwerindey xoy hêna: ewa şeytan minî tûşî azar û leş bebarî kird.

42) pay xot bukte be zemîna, ke eme serçaweyeke bo melekirdin dest deda û çaygîşe, deşkirê lêy bixoyewe.

43) le bezeyî xomanewe, wird û diriştî xêzanî û hêndey tirîşman pê bexşî; ta bibête bîrewerî bo hemû xawen awezan.

44) qulê tułî wir du ziraw bigre destit û pê lêde, ba swêndeket lê nekewê. ême ewman be pyawêkî be ḧewsele hate berçaw; ’ebdî çak bû; be řastî ew tobekar bû.

45) ’ebdekanman: îbřahîm û îsḧaq û ye’qûbîş webîr bêranewe; ke hemûyan xawen dest û dił řoşin bûn.

46) çunke hemîşe qyametyan webîr xełk dênayewe, bûne dostî taybetîman.

47) ewan belay êmewe le hełbijarde çakekanin.

48) îsma’îl û zelkîfil û elyese’îşt le bîr neçê; hemûyan le pyawçakanin.

49) eme bo bîreweryeke û; ewaney xudê tirs bûn, lew dinya cêgeyan xoşe.

50) baẍatêke nemanî beserda naye û dergayan bo kirawetewe.

51) lewê pałyan dawetewe; her mîwe û vexarnêkî arezû ken, daway deken.

52) zor mêwîney hawtemenyan le la heye, le řûy namo çaw dadexen.

53) emane her ew şitanen ke bełêntan pêdra bû; řojî qyametê dewdenê.

54) eme bijîwî êmeye û hergîz wişkawîşî naye.

55) eme awa. ew kesaneş ke le řêy ême la deden, dênewe şwênê zor xirap.

56) duřdozeqe û şwênêkî zor nalebare.

57) ba dewêda awa kelî û kêm û zûxaw bixonewe.

58) her lem terze cezrebane, çendîn wêney tirîş heye.

59) em giroyeş ke her be zor degeł êwe dêne nawî; ay be xêr neyen! ewanîş eşê her le agirda bin.

60) êjin: xotan be xêr neyen! êwen pêşekî ew şwêne xirape û bo me řeçaw kird. enwayekî zor xirape!

61) êjin: ey perwerindeman! kê pêşekî emey bo ême saz dawe, to dûsere be agir cezrebey bide.

62) deşłên: axo ew pyawaney be pyawxirapman dejmardin, boç nabînîn?

63) ke gałteman pê dekirdin; yan çaw le dîtnyan kule?

64) em kêşey ehlî dojhe řaste û eşê her wedî bê.

65) bêje: min xom her tenya tirsênerêkim; ẍeyrez xuday tak û tenyay zał be ser hemû şitêkda, hîç şit bo peristin naşê.

66) perwerênî asmanekan û zemîne û herçî li enêwanyan daye, koł neder û lê burdeye.

67) bêje: eme xeberêkî zor girînge;

68) ke êwe xoy lê debwêrin.

69) katê bałanşînekan binaştyan le naw peyda bû, min hîçim lê nezanîwe.

70) boye pêm řadegeyenrê, çunke debê tirs weber êwe bênim.

71) katê ke perwerênî to be firîştekanî řageyand: wa xerîkim miroyek le quř çê bikem;

72) herga leşîm tewaw kird û le gyanî xom fûm pêda kird, hemûtan sujdey bo berin.

73) ewsa firîştekan giştyan sujdeyan bird;

74) îblîs nebê. xoy be zil dî û sipłeyî kird.

75) gutî: ey îblîs! çî neyhêşt sujde berye ber ewey destikirdî xome? axo fîzit řêgey neday, yan le payeberzekanî?

76) gutî: dyare min xom lew çaktir dezanim, min le agir, ewt le quř wedî hêna.

77) gutî: lêre biřo derê, le êstewe derkirawî;

78) nefrînî minit leser bê, ta řojê seła řadebê.

79) gutî: ey perwerindey min! qanim bide ta řojekey ke hemû zîndû debnewe.

80) gutî: to yekê lewaney ke mewdayan pêdrawe;

81) heta ew řoje û ew katey dyarî kiraw.

82) gutî: desa swênd be destełatî to, serleberyan gumřa dekem;

83) megîn ewaney be pakî det peristin.

84) gutî: sa řast her emeye û herçî min debêjim řaste.

85) diłnyabe, toş û hemû ew kesaney şwên to kewtûn, cehendemtan lê piřdekem.

86) bêje: min hîç padaşêkim lêtan nawê; lewaneş nîm ke diro be dem xudawe hełdebestin.

87) eme bîrewerî û pende bo hemû xełkî dinyaye.

88) bê gumane paş maweyek dengubasî řastî ewtan belawe řûn debêtewe.