37- saffat

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 11 Xulek  787 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) swênd bewaney bo řêzbestin le lay yektir řadewestin,

2) swênd bewaney le nařewa pêşî degirin,

3) swênd bewaney quř’an xwênin,

4) xuday êwe her yekêke.

5) perwerênî asmanekan û zemîne û herçî le nawyanda heye û perwerênî řojłatan.

6) ême ’asmanî nizîkman be estêran řazandewe.

7) le giş şeytanê nafermanîşman parast.

8) [îtir] le bałanşînan kołe naken û le giş lawe řaw denrên.

9) heta dûryan bixenewe û hemîşeş azaryan heye.

10) megîn ewey - her le piř - şitê biřfênê; ewîş biłêsey giřêkî şwên dekewê.

11) sa to lewane bipirse: axo afrandinî ewan girîngitre, yan ewaney ême wedîman hênawin? ême makî ewanîşman le quřêkî pindirî pêkewe likaw dařijtuwe.

12) to leweda seyr mawî û ewan ḧenekê xo deken.

13) eger nesîḧetîş bikirên, nesîḧet degwê nagirin.

14) her nîşaneyek debînin, dexwazin gemey pê bidrê.

15) êjin: eme caduwe û hîçî tir nîye.

16) axo ême - ke mirdîn û bûyne xoł û çend pêşeyek - jinû zîndû dekirêynewe?

17) wêřay bab û bapîranman?

18) bêje: arê û, êwe milkeç û zebûnin.

19) tenya têřa xuřînêke û ewsa her xoyan deřwanin.

20) êjin: hey mał wêran xoman! eme řojekey sełaye.

21) bełê, eme ew řojeye ke pak û pîs hełdawêrin û êwe biřwatan nedekird.

22) ewane lêk ko kenewe ke naheqî pîşe bûn û lifî wan û ewaneş ke deyanperist,

23) ẍeyrez xuda. ewsa řêgey cehendemyan pê nîşan den!

24) řaşyan bigirin! debê pirsyaryan lê bikirê.

25) çîtane, boçî dehanay yektir nayen?!

26) emřo hemû bêdeng û milkeç wêstawin.

27) hêndê lewan řû le hêndêkan deken û lêk depirsin.

28) êjin: be nêwî xêrxiwazî, êmetan le řêge lada.

29) êjin: nexêr, her xotan biřwatan nebû.

30) zorêkman lesertan nebuwe, bełkû xotan komełêkî serbizêw bûn.

31) wa giftî perwerindeman le ser ême weřast geřa; dyare debê bîşî çêjîn.

32) ême êweman gumřa kird; xoşman her ewsa gumřa bûyn.

33) giş emane – lew řojeda – bo cezrebedan hawbeşin.

34) ême awa cizyay tawanbaran dedeyn.

35) eger bewane dewtira: ẍeyrezxuda hîç şit bo peristin naşê, xoyan zor be zil dezanî.

36) deşyan dirkand: ême bo şa’îrêkî şêt çon wazdênîn lewaney peristûmanin?!

37) bełkû herçî ew hawirdî, hemûy řaste û biřwaşî kird be pêẍemberanî xuda.

38) êwe bê şik azarî bejan deçêjin.

39) her lebatî karî xotan siza dedrên.

40) megîn ’ebde řast û pakekanî xuda;

41) bijîwî baş bo ewan dyarî kirawe;

42) mîwecate û zorîşyan řêz lê degîrê.

43) le baẍatî piř le hemû xêrubêrêk.

44) le hember yek le ser textan řodenîşin.

45) lew badeyey ke leçawey řewan řadê, pyałeyan pêda degêřn.

46) weřeng çerimg, her keyfe bo wexorewan.

47) hîç serêşey têda nîye û awezîşyan le ber mestî le des naden.

48) jingelêkî çawgewreyan le la heye, le ḧand namo, çaw dadexen.

49) lûs û pakij wekû hêkî naw hêlênin.

50) bo wituwêj řûyan dekene yektirî.

51) yekê lew naweda êjê: emin hemdemêkim hebû.

52) lêy depirsîm toş lewaney ke baweřyan be xwa heye?

53) axo eger ême mirdîn, bûyne ax û çend hestî yek, her ḧîsabman lê dekêşin?

54) pirsî: axo hîç agayektan lê heye?

55) ewsa xoşî çawî gêřa, ledûř cehendemda dîtî.

56) gutî: be xwa, her wext bû le beynim berî.

57) eger çakey perwerindey min nebuwaye, êsta minîş wêřay to bûm.

58) to bizane ke ême taze namrîn;

59) cya le mirdinî pêşûman. hîç azardanîşman nîye.

60) ke emeş bextewerîyekî zor mezne.

61) eşê bo padaşî weha xebat biken, ew kesaney xebatkarin.

62) axo em pezêrayye hêjatre, yaxo darekey jeqnemût?!

63) ewman kirdote bełayek, bogroy naheqîkaran.

64) ew darêke leduř textî dojehewe dête derê.

65) berêk deda, le bîçmî kelleseranî şeyatîn.

66) dojehyekan lew dexon û ’uryanî pê demasênin.

67) paşan leser ewxorake lîxnawêkî heregerm dexonewe.

68) paşan her giř dexonewe bo naw دۆژەە.

69) ewan dîtyan ke baw bapîranyan gumřan;

70) boye wa – be hełedawan – be şwên ewanda pel debin.

71) berlewanîş zorbey zorî pêşînekanyan gumřa bûn.

72) zorîşman tirs weberhên narde nawyan.

73) debřiwane – le dwacarda – ewaney tirsêndira bûn, çîyan beserhat.

74) cya lewaney be diłpakî xwayan perist.

75) nûḧîş hawarî bo hênayn; zor başî defrya kewtîn.

76) xoy û kes û karekeyman le xemî gewre řizgar kird.

77) tenya berew toremey ewman hêştewe.

78) waman kird berey dway ewîş, her nawî beçake berin.

79) siław le nuḧ le seranserî dinyada.

80) ême awa padaşî karçakan dedeyn.

81) ew yekê bû lew ’ebdanem ke biřwayan pê hênawim.

82) paşan ewekanî tirman webin aw da.

83) îbřahîmîş le şwên kewtuwanî ew bû.

84) ewsa be diłî pakewe hate lay perwerindey xoy.

85) be apî û hozekey xoy gut: ewe çîn deyan peristin?

86) gerektane lebrî xudaperistinê, ew şitane biperistin?!

87) axo êwe sebaret be perwerênî hemû dinya bîrubřiwatan çilone?

88) ewsa herxoy de’estêranî hełřiwanî.

89) gutî: bê so min nexoşim.

90) sa ewan lêy tekînewe û piştyan têkird.

91) penamekî xoy geyande bitekanyan; lêy pirsîn: êwe bo naxon?!

92) çîtane bo qisan naken?!

93) penamekî be destî řast mistêkî tê sirewandin.

94) hozekey be hełedawan lêy weko bûn.

95) gutî: axo êwe şitê deperistin, ke herxotan day detaşin?

96) ke her xwaye, êweş û kirdewetanî wedî hêna.

97) gutyan: şuredîwarêkî bo hełneçnin; ewsa de’agirî bawên.

98) gerekyan bû geřêkî tê bihałênin, ême pitir jêrman xistin.

99) gutî: wa min řû dekeme perwerindem; bem zuwane berew xoy şarezam deka.

100) perwerindem! firzendêkî akarçakim pê bibexşe.

101) ewsa ême be lawêkî leserxo mijdeman pê da.

102) katê geyîşte temenêk ke wêřay ew xebat bika, gutî: ey kuřîjgey xom! min lexewnimda wam dîwe to ser debiřim; xot çonî lêk dedeyewe? gutî: babo! heriştê pêt sipêrawe be cêy bêne; xwa ḧez bika, bem zuwane tê degey ke minîş le xořagranim.

103) wextê herdû biřyarî xwayan selmand û leser enî tixêłî kird,

104) gazîn kirdê: ey îbřahîm!

105) ewa xewneket wedî hat; ême awa padaşî karçakan dedeyn.

106) dyare eme ezmûnêkî aşkira bû.

107) ême ewman be qurbanyekî here gewre kiřîyewe.

108) weşman kird berey dway ewîş her nawî be çake berin.

109) siław leser îbřahîm bê.

110) ême awa padaşî karçakan dedeyn.

111) beřastî ew yekê bû le ’ebde biřwadarekanman.

112) mijdey îsḧaqîşman pêda, ke debête pêẍemberêkî jêhatî.

113) bereketman da be xoy û be’îsḧaqîş. le naw toremekeyanda hêndêkyan akarçak bûn û têşyanda bûn be aşkira ẍedryan le xoyan dekird.

114) derbarey mûsa û hařûnîş çakeman kird.

115) xoyan û hozekeyanman le çortimî zil řizgar kird.

116) bo xoman yarîdeman dan ke serkewtin.

117) ewkitêbeşman bewan da, ke hemû şit dyarî deka.

118) řêgey řastîşman nîşan dan.

119) waman kird le dwařojîşda her nawyan be çake bibrê.

120) siław le ser mûsa û hařûn.

121) ême awa çakekaran padaş dedeyn.

122) her dûkyan lew ’ebdanem bûn ke baweřyan pê hênawim.

123) bê gumane ke elyasîş yekê le pêẍemberane.

124) ewsa be hozekey xoy gut: boç şerim le xuda naken?

125) «be’il» [bite] deyperistin; le çaktirîn wedî hêner deteknewe?

126) le xwa ke perwerêntane û perwerênî bavekanî pêşûştane.

127) sa baweřyan pê nekird û dêne ber lê pirsînewe.

128) megîn ’ebde řast û pakekanî xuda.

129) waman kird ledwařojîşda her nawî beçake bibrê.

130) siławî me leser elyas.

131) ême awa padaşî karçakan dedeyn.

132) ew yekê bû lew ’ebdanem ke baweřî pê hênawim.

133) lûtîş le pêẍemberan bû.

134) xoy û kes û karîşîn wêkřa řizgar kird.

135) megîn tenya pîrêjnêk ke lay be cê mawekan ma.

136) paşan hemûman qiř kirdin.

137) bê so êwe lay beyanî, belayanda řadebûrin;

138) yan şewane. çon lew řûdawe tê nagen?!

139) yûnsîş her yekêk bû le pêẍemberan;

140) ke řay kirde naw gemî piř.

141) le pişk xistin beşdar bû; ew dořandî.

142) ewsa masîyekî zelam, hełî lûşî û bo xoy serkoney xoy dekird.

143) sa eger ew pakî xuday negûtbaye,

144) ta řojê seła řadebû, le wirgîda demayewe.

145) fiřêman daye deştêkî çoł û qaqiř; nexoşîş bû.

146) ewsa biřkey kundirêkman le la şîn kird.

147) nardimane naw sed hezaran yan zêdetir.

148) hemû biřwayan pê hêna û ta maweyek jyanêkî xoşman pêdan.

149) desa to lewane pirse: tobêjî perwerindey to kîjî hen û î wan kuřn?!

150) yan lewê bûn ke ême firiştekanman mê dirus kird?

151) baş bizane, herçî deyłên her diroyan hełdebestin;

152) ke: xuda minałî buwe. bê gumane diroznin.

153) axo ew becê kuř, kiçî bijarduwe?

154) çîtane, çon pê řadegen?

155) axo hîç bîr nakenewe?

156) yan bełgeyekî pitewtan le la heye?

157) eger qisey êwe řaste, sa kitêbî xotan bênin.

158) cinokeyan degeł xuda kirde xizim; cinokanîş baş dezanin ewane dehênne berê.

159) xuda dûre lew basaney ewan deyken.

160) megîn ewî be diłpakî ’ebdayetî xuda deken.

161) sa wa êwe û ewaney deyanperistin,

162) kestan bo bit be firîw naçê;

163) megîn ewî deçête nêw dozeqewe.

164) le êmeda her kamêkman cêgey bo dyarî kirawe.

165) êmeyn ke bo xwaperistî řêz debestîn.

166) êmeyn hergîz le tarîfî řanawestîn.

167) ewanîş xo her deyangut:

168) eger êmeş le layen pêşînanewe, kitêbî xoman bomaba,

169) êsta le ’ebde diłpakekanî xwa bûyn.

170) lektêbî xwa ḧaşayan kird; zor naxayenê dezanin.

171) bê gumane be rêş qisekanî ême – sebaret be ’ebde nardirawekanman – be merdim řageyenrawe:

172) ke her ewan yarî dedrên.

173) dyarîşe her supay ême serdekewê.

174) sa to wazyan lê bêne heta maweyek.

175) ca byan bîne; ewanîş xo debînnewe.

176) deyanewê ke zûtir azaryan bideyn?

177) her katêkî bête xwar û berî dirgayan lê bigrê, sipêdey tirsêndirawan, ewsa gelê xirap debê.

178) to lewaneş heta maweyek waz bêne.

179) ca bibîne, ewanîş xo debînnewe.

180) pakî bo perwerindey to; herxoy xawen destełate û lew qisaney ke ewan derbarey deken, gelê dûre.

181) siławîş le pêẍemberan.

182) supasîş bo řahênerî hemû dinya.