39- zumer

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 13 Xulek  713 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) em kitêbe le xway xawen destełat û le karzane û hatote xwar.

2) me em kitêbeman be řastî bo to nard. sa to her xwa biperiste û be diłpakî her leser dînekey ew be.

3) to bizane dînî pakij her hî xwaye û ew kesaney ke be cê e û gewregelêkyan bo xoyan dîwetewe, êjin: ême her boye deyanperistîn, le xwa nizîkman kenewe. xuda be \û dûberekayetîye řadega, ke le naw ewanda heye. dyare xuda miroy diroznî sipłe, berew xoy şareza naka.

4) eger xuda bîwîstaye firzendê bo xo peyda ka, lew xełkey dirustyan deka be meylî xoy hełî debjard. pakî û bê ’eybî bo ewe. her ewe xway tak û tenyay zał beser hemû şitêka.

5) ’asmanekan û zemînî be řast ew wedî hênawe û şewê deřojê depêçê û řoj deşewê; xor û heyvîşî kewî kird; herkamî ta katî dyarde dên û deçin. baş bizanin! be destełat û xetapoş her xoyetî.

6) êwey her le taqe kesêk hênayedî û jinekeşî her le makî ew dirus kird. heşt wiłfîşî le patał bo wedî hênan. êweş awa dirus deka, ke le zigî daykanûda – car le dû car – le sê qonaẍî tarîkda, hełgêř wergêřtan pê deka. ewe xuday perwerêntan; ferman her le destî ewda û le ẍeyrez ew hîç şit bo peristin nabê. ca kewaye berew kwêtan werdegêřn?

7) eger be çake nazanin, xwa le êwe bê nyaze û be pê nezanî ’ebdanî řazî nabê. eger çake û deçawda bê, lêw řazye. kesîş barî giranî kes westo nagrê. lemewlawe hemû latan bo lay perwerindey xotan dehênêtewe û pêtan êjê çîtan dekird. le nihênî nawdiłanîş agadare.

8) em miroye ke tenganêkî degatê, řû her le xuda dekat û leberî depařêtewe. herkatêkîş le xoyewřa behreyekî be ew geyand, le bîr deka ke depêşda le berî pařawetewe û şerîkanêk bo xuda dedozêtewe, ta xełkî pê gumřa ka. bêje: bew sipłeyyetewe, kemêkî tirîş řabwêre; bê gumane to le yaranî agirî.

9) axo eme wel kesêka ke şewgaran řû be xuda řawestawe û sujde deba û berfermane û le řojî seła detirsê û hîway waye ber bezeyî perwerindey xoy bikewê, wekû yeke? bêje: axo zana û nezan beranberin? her ewaney be dił zîndûn, detwanin bîr bikenewe.

10) bêje: ey ’ebdekanî min! ey ewaney xawen biřwan! le perwerindew bitirsin; bo ewaney le jyanî em dinyayeda çakeyan kird, çake heye û zemînî xuda fiřehe. bê gumane ew kesaney xořagirin, be tewawî û be bê ḧîsab padaşî xoyan werdegirin.

11) bêje: min pêm sipêrawe her yek xuda biperistim û be pakjî her leser dînekey ew bim.

12) fermanîşim pêdrawe ke yekemîn musułman bim.

13) bêje: eger le fermanî perwerindey xom derbiçim, le cezrebey řojêkî gewre detirsim.

14) bêje: her xudaperistim û be pakjî leser dînekey ew debim.

15) ewsa êweş – ẍeyrez xuda- çîtan perist, be arezûy xotan biken. eto bêje: her ewane zyanbarin ke le řojî qyametêda, xoşyan û kes û karîşyan dedořênin; dyare eme zyanêkî aşkiraye.

16) twê leser twê kiłpey agir- wêney çetir- leser emanda wêstawe; le jêrîşyan her bem terze. xuda beme ’ebdanî xoy detirsênê. ey ’ebdanim! lêm bitirsin.

17) ew kesaney le peristinî bitekan tekîwnewe û, berew xuda geřawnewe, xoşî lewan. sa toş be ’ebdekanî min mijde bide.

18) ew kesaney gwê li eqsan řadedêrin û be şwên çaktiryanda deçin, ewan xuda řêy berew xoy nîşan dawin; ewane xawen awezin.

19) axo kesê azarî bo biřyar dira, to detwanî – kesê le naw agirda bê – řizgarî key?

20) bełam ewî metirsî perwerindeyan le diłdaye, wan le naw çend odeyekda, çîn leser çîn saz kirawin, cobaryan be berda deřwa. eme bełênî xudaye; xuda her bełênê bîda, lêy peşîman nabêtewe.

21) edî netdî, xuda lew biłindayyewe aw denêrê û le zemînda le serçawekanewe řewanî deka û kişt wikałî hemeřengey pê deřwênê û paş maweyek zerd û wişk hełdegeřê û ewsa deykate pûş û par? ewaney xawen awezin, dyare leme pend werdegirin.

22) axo kesê xuda diłî bo îslam guşad kirduwe û dyare ber tîşkî bezeyî perwerindey xoy kewtuwe, key debê wek ewane bê ke diłřeqin? haware bo ew kesane diłřeqin le yadî xuda; ke emane be aşkira řêgey xoyan gum kirduwe.

23) xwa çaktirîn qisey henardote xwarê: kitêbê ke] qisekanî le cwanîya [wekû yekin û her dûpateş dekirênewe. ew kesaney tirsî perwerindey xoyan le diłdaye, le bîstinî miçurkyan be leşêda dê û paşan dił û kelexyan- beyadî xuda- oqre degrê. eme řênwênî xwaye. kê pê xoş bê, berew xoy şarezay deka; her kesîş xwa gumřay bika, kesî tir şarezay naka.

24) axo kesê naçar debê sizay bejanî pesłanê, be çarey xoy le xo lada, debê çon bê? be naheqanîş dewtirê: debçêjin sizay kirdewekey xotan!

25) pêşînekanî emanîş biřwayan be xwa nehêna; le şwênêkewe azaryan bo dabarî ke her hestîşyan pê nekird.

26) xuda derdî sûkayetî lem dinyada pê çeşandin; ger bizanin, dyare azarî ew dinya mezin tire.

27) wa’ême lem qur’aneda bo em xełke hemû core nezîleman hênayewe; şayet pendî lê wergirin.

28) qur’anêke be ’arebê û xêç wixiwarî têda nîye; beşkû le xuda bitirsin.

29) xwa dû miro be nimûne dênêtewe: yek xulamî çend kesî dij be yektire, ewî tiryan xulamî taqe kesêke; axo em duwane wek yekin? supas bo xwas. bełam zorbeyan nezanin.

30) toş demrî û ewanîş demirin.

31) paşan le řojî qyameta kêşey êwe dêtewe lay perwerindew.

32) sa kê lewe naheqtire diro bo xwa hełbibestê û em řastey ke boy hatuwe, ney selmênê? axo bo xudanenasan le dojehda cêge nîye?

33) ew kesey řastekey hêna û řastî selmand, ewane le xwa detirsin.

34) herçî xoyan arezû ken, perwerênyan deyan datê; padaşî hemû karçakan herwa debê.

35) heta xuda xiratrîn karê kewa kirdûyane bibexşêt û baştir lewey karî çakyan pêk hênawe, padaşî xoyan bidatê.

36) to bewaney ẍeyrez xudan, detirsênin; meger her xuda bes nîye ke agay le ’ebdî xoy bê? her kesêkî xuda řêgey lê bigořê, kes natwanê řêberî bê.

37) her kesêkîş xuda şarezay kirdibê, kes natwanê le řêgey xuda kilî ka. boç nazanin xuda xawen destełat û tołesêne?

38) eger to lewane pirsî: kê em ’asmanane û herdey wedî hêna? bêguman her êjin: xuda. bêje: êwe ew şitaney- ẍeyrez xuda – dey peristin, çon debînin? eger xuda gerekî bê, tûşî bełayekim bika, axo ewan bełay le ser min la deben? yan eger xwa ber bezeyî xoym bixa, ewan pêş lew beze degirin? bêje: min her xudam bese û xospêran, xoyan her be ew despêrin.

39) bêje: gelo! êwe karî xotan biken, minîş wa karî xom dekem; a bem zuwaneş tê degen:

40) kêye tûşî azarî abřûbere dê û cezrebey le bine nehatûy beserda dê.

41) êmeyn ke em kitêbeman be řastekî bo to řewane kirduwe; ke merdim le songey ewa şareza bin. her kesêkî şareza bê, qazancî her be xoy dega û her kesêkîş le řê la da, dijî xoy cûławetewe û; to birîkarî ewan nî.

42) ewaney ke dêne mirdin, ewaneş ke dexewřa çûn û nemirdûn, xudaye gyanyan řadegrê; ewî dîkeş ta wextêkî dyarî kiraw dêłêtewe. lemeda zor nîşane hen bo ewaney řademênin.

43) axo ẍeyrez xuda tikakargelêkyan bo xoyan peyda kirduwe? bêje: gerçî ne hîç şitêkyan bedeste û ne têş degen?

44) bêje: tika – serleber – her bo xudaye; ’asmanekan û zemînîş her ser bewn. le akamda her bo lay ew debrênewe.

45) herga nawî xuday yekta be yad bikirê, ew kesaney baweřyan bew dinya nîye, diłyan bew nawe deşêwê; eger basî ẍeyrez xudayan la dełên, wekeyf dên.

46) tobêje: ey xuday mezin! ey dahênerî ’asmanekan û zemîn! zana be nedyar û dyaran! toy be karî ’ebdanî xot řadegey û ew kêşey le nawyanda bû, kotay dekey.

47) ew kesaney pîşeyan naheqî buwe, eger herçî lem serzemîneda heye û hêndey tirîş hî ewan bê, eykene barteqay xoyan, le cezrebey xirapî řojî sełaye řizgaryan ka; ewsa şitêkî wehayan – lexudawe – dête berçaw, ke her bîrîşyan boy neçuwe.

48) emeşyan bo aşkira bû ke çend xirapeyan dekird; ew şitaney ewan gałteyan pê dekird, dewrî girtûn.

49) sa her wextê miro tûşî bełayek dê, le berman depařêtewe; paşan eger behreyekman pê geyandin, êjin: hunerî xomane. hîç nazanin eme ezmûne bo ewan; bełam dyare zorbeyan le nezananin.

50) ewaney pêş ewanîş bûn her ew qisegelyane kird; bełam herçî ewan kirdyan, hîç behreyekî bo nedan.

51) ewsa sizay karî xirapî xoyan dî. ew kesaneş ke le naw em merdimeda ẍedir deken, padaşî xirapey xoyan dedrêtewe û natwanin xo řizgar biken.

52) çon hêşta neyanzanîwe ke bijîw bedest xudaye; be hêndêkan zor deda û be hêndêkan kem? zor nîşane lemeda hen bo gelê ke biřway hebê.

53) bêje: ey ’ebdekanî min! ey ewaney ke be ladan le endaze, naheqî û lexo kirduwe! nabê êwe le bezeyî xwa nahumêd bin, çunke le hemû gunahêk çawdepoşê; ew lêburde û dilovane.

54) wegeřêne lay perwerindey xotan û xotan her bewî bispêrin, ber lewe azartan bo bê û kesîş dehanatan neye.

55) bikewne şwên ew destûrey perwerindew botanî nard û le hemû şit baştire; berlewe azartan bobê - li enekawêk – ke her hestîşî pê naken.

56) neka ewsa kesê biłê: ey mixabin, min le fermanberî xuda dirêẍîm kird; řegeł gep pê deran kewtim.

57) yan bibêjê: eger xuda berewxoy řêy nîşan dabam, minîş le parêzgaran bûm.

58) yan wextê ke azar debînê, bibêjê: birya bigeřabamewe û biçûmaye řêzî akarçakanewe.

59) xo gelêk le nîşananî minit bo hat; baweřît pêyan nehat û le xobezil zanînî xot, çûye řêzî pê nezanan.

60) řojî qyamet to debînî ew kesaney diroyan bo xwa heł debest, řûyan řeşe. axo bo xobezil zanan şwênêk le dojehda nîye?

61) ew kesaney xoyan parast – leber ewe be řêgey řizgarîda çûn – xuda xoy řizgaryan deka; ne tûşî naxoşî debin, ne xem dexon.

62) herçî heye hemû deskarî xudaye û agay le hemû şit heye.

63) kilîl gelî asmanekan û zemînê bedest ewe. her ewane zyanbarin ke le nîşanekanî xwa ḧaşayan kird.

64) bêje: axo êwe le mintan gereke ẍeyrez xuda şitêkî tir biperistim? ey nezanan.

65) ême be to û bewaneş ke berle to bûn, řaman geyand; her kesî tir biperistî, bê gumane kareket lê pûçeł debê û le řêzey zyanbaranî.

66) tenha xuda biperiste û degeł şukirbijêran be.

67) xudayan – wekû pêwîste – nenasîwe. řojî seła zemîn hemû wa le naw miştî ewdaye û asmananîş be destî ew pêçranewe. xuda pak û beriztire lew şitaney ewan deykene şerîkî.

68) dekełeşax demêndira, ewsa herkê le ’asmanan û zemînin, bê hoş debin; megîn kesê xwa ḧez bika. carê tir fûy pêda kira, keçî lepiř hemûyan řastewe debin û be çawî xoyan deybînin.

69) em zemîneş be tîşkî perwerênî xoy řûnakayî tê degeřê û kitêbî xwa dête goř û pêẍember û agadaran dêneberê û çon řaste, be karî hemuwan řadegen û ẍedir le hîç kes nakirê.

70) her kesê herçî kirduwe – be tewawî – padaşî pê degatewe. xuda her xoy le hemû kirdewekanyan agadare.

71) ew kesaney ḧaşayan le xwa kirduwe, bo cehendem be komeł řepêçek dedrên. her ke lêy nizîk bûnewe, dergakanyan bo vedeken; gizîrekanî cehendem pêyan êjin: axo êwe pêẍembertan – le xotan – bo nehatbû, nîşananî perwerêntan bo wexwênin û tirsî tûşbûnî emřotan weberbênin? êjin: bełê, bełam bełênî azardan bo ême ke xwanenas bûyn, cêy xoyetî.

72) êjin: le dergay cehendem biçnejûrê û ta heta her lewêda bin; cêgey ewaney be fîzin, çend xirape!

73) ew kesaneş ke her le perwerindeyan tirsyan buwe, destedeste berew beheşt beřê dekirên û dergayan bo dekirênewe û karbedestanî beheştê pêyan êjin: dirûd lengo, bexêrhatin, biçnejûrê û heruher, her lewêda bin.

74) êjin: şukirane bo xuda, ke bełênê be’êmey da, weřast geřa û ew zemîney da be ême û lew beheşta, kwê arezû keyn lêy debîn. ew padaşey dirawe be xebatkaran çende başe!

75) firiştekanîş debînî, le dewrî text xul dexon û pesnî pakî perwerindey xoyan deden. herçon řaste, wa be nawyan řageyştûn û êjin: supas bo perwerindey giş cîhan.