34- sebe’

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 10 Xulek  863 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) pesin û supas bo xudayê ke herçî le asmanekan û zemîndan her bo ewe û lew dinyaş sipas û pesin her le xoy deweşêtewe. her bo xoşî le karzan û agadare.

2) herçî deçête naw zewî û herçî le zewî derkewê û herçî le ’asman dakewê û herçî lêyewe serkewê, ew deyzanê û her bo xoşî dilovane û xetabexşe.

3) ewaney xuda nanasin, gutyan: hergîz řojî seła bo me naye. bêje: swêndim bew xudayey kewa minî řahênawe û zanay hemû nihênyeke, bê şik seła û lê řadebê. heriştêkî be qursayî mêrûle wirdîleyek bê, yan le wiçuktir yan meznitir le nêwanî em ’asmanane û zemîndan, taqî le lay ew gum nabê; giştî le naw nûsraweyekî řûn kerewe hełgîrawe.

4) ta herkê xawen baweř û akarçak bûn, padaşyan bo dyarî bika. bo ewane lê xoşbûn û řisq û řozî pakij debê.

5) ewaney ke têdekoşin be nîşanekanî ême baweř nekirê û xoyan le ême bibwêrin, beşî ewan cezrebedanê bejane.

6) ewkesaneş ke le zanîn beş dirawin, sûr dezanin ewî bo to nardirawe řaste û řêgey berew xawen destełatî pesin daru nîşan deda.

7) xwanenasekanîş êjin: axo êwe gerektane pyawêktan bo des nîşan keyn, pêtan êjê: eger êsk û pirûskîştan berbad bibê, serlenwê zîndû debnewe?

8) axo diroy be dem xwawe hełbestuwe, yan şêt buwe? nexêr, ewan ke biřwayan beřojî qyametê nîye, le azarda detlênewe û zor leřê dûrkewtûnewe.

9) axo eman le pêşewe û paşewey xoyan neřwanî, lem ’asman û zemîneda? eger ême bimanewê wa dekeyn zemîn qûtyanda, yan çend kutêkî asmanyan beserda dexeynexwarê. lemeda bełgeyek heye bo her ’ebdê dexwazê bigeřêtewe.

10) ême zêde beşêkman dabû be dawud: ey kêwekan û bałdaran! êweş wel ew pesnî pakî xuda biden. asnîşman bo nerim kird.

11) ke to bałapoş le asin dirus bike; gewçin le endazeda bin, ba karekantan hêja bin; xom karî êwe debînim.

12) suleymanîş baman bo kewî kirdibû; tenya le danî beyanî sî řojeřê û serlengoreş sî řojeřê řêgey debřî. bo ew, kanî misîşman tawandibowe: çend cinokeş - befermanî perwerindey - leber destî karyan dekird, herkê lewan xoy bwardiba û le fermanî me derçûba, ême azarî agirman pê deçeşand.

13) çî dewîst eweyan dekird. her le koşk û telarewe, ta koteł û botî zilî wêneḧewz û çendîn tyanî dabestiraw. ey mał û xêzanî dawud! şukirê biken; le ’ebdekanim kemtiryan şukirê deken.

14) lewkateşda ke mirdinman bo biřyarda, eger morane nebwaye û dar’esakey nexwardaye, kes be mergî nedezanî. katê řetî bird û kewt, bo cinokekan derkewt, ger pêwaryan bizanîba, lem azare piřsûkayetîye derçûbûn.

15) cêga û şwênî xełkî seba nimûne bûn; dû řîzebaẍ le lay řast û lay çepewe. lem bijîwey perwerindetan pêdawin, be şukiranewe lêy bixon; wiłatêkî hênde xoş û perwerindey wa xetapoş!

16) nafermanî xudayan kird; ewsa êmeş lafawî awî bendîman berda seryan; le cêy dû řîzebaxekan, mîwey darî darsîwak û gezîçar û kemê kinarman bo hêştin.

17) ewan sipłey pênezan bûn, em bełayeman bo nardin; axo ême bo kesanê sipłe nebin, hîç bełayan beser dênîn?

18) le naw ewan û gundanê pîtî xoman têxsitibûn, çend dêyekman le pał yektir awakird û mewday nêwanyanman be endaze dana. desa be şewan û řojan - bebê tirs - be nawyanda derbaz bibin.

19) gutyan: ey perwerindeman! mewday miził ta mizłiman - le seferda - bo dûrtir ke; ke ẍedrêk bû le xoyan kird. ewsa giştiman weha le yektir dabřî, bûne pendî řûy zemane; ke emeş çend bełgeyek bû bo hemû xořagrêkî supasguzar.

20) şeytan dî ke gumanî sebaret bewan weřast geřa, şwênî kewtin; herdesteyek le baweřdarekanyan man.

21) neydetwanî şeytan beseryanda zał bê; tenya boye bû bizanîn kê biřway beqyamet heye û kêş lewanda lêy dûdłe. perwerindet le hemû şit çawedêre.

22) bêje: êwe hawar lew şitaney ẍeyrez xuda biken ke be xeyał be peristûtan dezanîn; ewane sengî mêrûle wirdîleyek, destyan nařwa û le sazdanî em ’asmanane û zemîne beşyan nebuwe û yarmetî xwayan nedawe.

23) tikaş lay ew behrenada; mer bo kesêk îznî bida. ca ew demey tirsî diłyan dademirkê, pêyan êjin: perwerindey êwe çî wit? êjin: řastî û her ewîşe here payeberzî mezin.

24) bêje: ey kê le asmanan û ’erzewe bijîw be êwe egeynê? bêje: xuda; ême û êweş yan berew xuda şarezayn, yan aşkira le řêy xuda laman dawe.

25) bêje: her gunaḧê bîkeyn, kes lengo napirsêtewe; êweş her karêkî deyken, kes le me napirsêtewe.

26) to bêje: perwerindeman lêktirman kodekatewe; paşan her çilonê řaste, awa be nawman řadega. xoy zanaye û her ew bekaran řadega.

27) bêje: ewanem nîşanden ke be şerîktan zanî, hergîz xwa şerîkî nebuwe; bełkû herxiwa xoy xawenî destełat û le karzane.

28) ême toman her boye nard ke bo giş xełkî serzemîn mijdeder û tirsêner bî; bełam zorbey aporey merdim nazanin.

29) deşłên: eger êwe řastin, em bełêne key dête cê?

30) bêje: řojê ke biřyare lewêda be yektir bigen, ne tawêktan wedwa dexen, ne tawêktan zûtir deben.

31) xudanenasekan wityan: ême ne bem qur’ane biřwa dekeyn û ne bewane ke berlew beřê kirawin. ger to’ew naheq pîşanet bidîtaye ke le hember perwerindey xoyanewe řagîrawin, hêndê awiř wehêndêkyan dedenewe û de’axêwin. ewaney bê destełat bûn, bedestełat darekanî xoyan êjin: eger êwe nebûnaye ême biřwaman dehêna.

32) xawen destełatekanîş be bê destełatan êjin: axo ême bûyn nemanhêşt êwe beřêy řasta biřon, paş ewey ke řê nîşandertan hate la? her bo xotan tawanbar bûn.

33) ewsa bê destełatekan le weramî ewaneda - ke xawen destełat bûgin - êjin: êwe beşewwiřoj her geřtan têdehałandîn ke debê xwanenasîn û çendîn hawtay bo peyda keyn. katê dîtyan bo azardan, ême xudanenasekan - zincîr le mil - řadekêşîne pay ḧesaw, bedił peşîman debnewe. dyare her kes her beranber kirdewey xoy siza dedrê.

34) heta êsta her kesêkman le pêẍemberanî xoman nardote her awedanîyek, le êmeyan bitirsênê, her ewaney lewpeřî xoşîda jyawin, gutûyane: bew şitaney êwe pêy řaspêrawin baweř nakeyn.

35) gutûşyane: ême lemeř małî dinya û ’ewladewe le êwe pitirman heye û hergîz tûşî azar nabîn.

36) bêje: řozî, perwerindey min deynêrê; zor û kemî beste be meylî xoyetî; bełam zorbey em xełke eme nazanin.

37) samanîş û ’ewladî zor lewane nîn le ême û nizîk katewe, megîn kesê biřway be ême hênabê û akarî çak řeçaw bika; ke le beranber kirdeyan dûsere padaş egirin û bê deẍdeẍe le odekanî beheşta desênewe.

38) ewkesaneş ke bo bê bayex kirdinî nîşanekanî ême koşiş deken û deyanewê be des êmewe derbiçin, eşê le naw cezrebeda bitlênewe.

39) to bêje: perwerindey min bijîwî ’ebdanî deda, zor û kemî beste be meylî xoyetî û herçî lêşî bexêr biden, botan têhełdênêtewe û çaktirîn řozî der ewe.

40) lewřojeda ke hemwan kodekatewe, ewsa befrîştan êjê: axo emane êweyan peristiwe?

41) êjin: hertoy hîç kemayesîyekit nebê; herxot gewrey hemûmanî; ême ewane nanasîn; bełkû ewan cindokeyan deperist û beşî zoryan baweřyan beman hênabû.

42) ca ew řoje êwe derbarey yektirî ne hîç behreyektan heye û ne hîç zyanêk. bewaneş ke ẍedryan kirduwe, êjîn: biçêjin azarî agir, ke be dirotan dezanî.

43) ke nîşaney aşkiraman bo ewan dexwênrayewe, her deyangut: bibê û nebê em pyawe gerekyetî lew şitaney bab û kałtan deyanperist pêşyan bigrê; gutîşyan eme diroye û řêkxirawe. ew kesaney ke xudayan nenasîwe, wextê em řasteyan bohat, wityan: eme - bibê û nebê - cadwêkî aşkiraye.

44) ême kitêbgelêkîşman nedabûnê byanxiwênin; berle toş hîç pêẍemberman bo nenardûn ke tirsêkyan weberbênê.

45) pêşînekanî emaneş - wek emane - bê baweř bûn; deyekî ew şitaneşyan pê negeywe ke ewsa bewanman dabû û bełê, ḧaşayan kird le pêẍemberanim. sa min çon derdêkim pêdan!

46) bêje: min her amojgaryektan dekem: leber xuda yekeyeke û dwan dwan řawestin û pêkewe bîr kenewe; hewałeketan hîç şêtî têda nîye; ew her tenya gerekyetî le hatnî azarêkî zor be jantan bitirsênê.

47) bêje: min hîç padaşêkim lêtan nawê; ewî debû bîden be minîş bo xotan, padaşî min leser xwaye û her ew - bo xoy - le hemûşt agadare.

48) bêje: bê so perwerindem heq denêrê. [her bo xoşî] çazanî nihênyekane.

49) bêje: řastî cêy piřupuçî girtuwe û çiruk hîç bawêkî nema û taze qet nageřêtewe.

50) bêje: eger le rêgey řast kila bûbim, webałî dête estoy xom; eger şarezaş bûbêtim, hoyekey ew fermaneye ke perwerindem boy nardûm; ewe debîsê û nizîke.

51) birya [ewanet] bidîba, wextê tirsyan řê nîştuwe û hîç deretanêkyan nîye û le penawe degîr hatûn.

52) ewsa êjin: ewa baweřman pê hêna. key taze lew cê dûrewe bewe řadegen?

53) ke depêşda baweřyan pê nehênawe û le dûrewe û - le nedîte - her buxtanyan bo dehawîşt.

54) ewane dûr dexrênewe lewey wa arezûy deken; herwa ke hawřêyekanyan - berle ewan - bew derde çûn. ewan tûşî gumanêkî zor dijwar bûn.