35- fatîr

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 8 Xulek  984 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) şukirane her bo xudaye ke ’asmanan û zemînî dahênawe û firîştanî dû bał û sê bał û çwar bałî kirdûte řasparde. her çonî bo xoy ḧez bika, le berhemî zêde deka. xuda leser hemû şitêk twanay heye.

2) herga xuda derwî xêrê le řûy merdim bikatewe, kes natwanê gałey bida û, eger ewîş gałey bida - beder le xoy - kes natwanê bîkatewe. her xoy xawen destełat û le karzane.

3) ey xełkîne! le bîrtan bê xuda çendî çake leser êwe heye; axo ẍeyrez xuda, wedî hênêk heye ke le ezman û zewîna bijîwî êwe dabîn ka? be ẍeyrez xoy hîç şit bo peristin naşê; çilon le řê kila dekirên?

4) eger be to biřwa naken, pêẍemberanî berle toş her be dirozin danran. hemû karîş her bo lay xwa debrênewe.

5) ey xełkîne! bê so bełênî xwa řaste; jyanî dinya neka bitanxełetênê û neka şeytan be bexşendeyî xudatan firîw bida.

6) şeytan dujminî êweye, sa êweş bibne dujminî; ew her boye darudestey gazî deka, ta le yaranî agir bin.

7) ewaney xudanenas bûn, azarêkî tundyan debê. ewî baweřîşyan hêna û akarî çakyan řeçaw kird, le gunah ’afû dekirên û padaşî hêjayan heye.

8) axo kesê xirapey bocwan kirawe û bo xoy pesnidî kirduwe [wekû kesêke wa nebê?] xwa ḧez bika, her kesê gumřa dekat û ḧezîş bika, şarezay berew xoy deka. neka leber xemî ewan, têda biçî; xwa dezanê ewane çi karêk deken.

9) her xudaye ew bayane beřê deka û ewanîş hewr debziwênin; ewsa hewr de’ajwên berew serzemînêkî mirdû; zewî mirdû bewe zîndûdekeynewe; wejyandinî paşeřojîş her awaye.

10) kesê qedir û řêzî dewê, řêz û qedir giştî le dest xudadaye. witey baş her berew ew berejûr deçê û akarî çakîş her berzî dekatewe. ew kesaneş ke fêł bo xirape deken, be tundî siza dedrên û fêłekanyan be hîç deçê.

11) xuda êwey heweł le gił, paşanîş le tinokeyek wedî hêna; paşan cûtey lê pêk hênan. çî le tolî mêwîneda û herçî le mêwîne dezê, ew deyzanê. kê ’umrî dirêjî debê û kê temenî kurtî debê, hemû ledefter nûsrawe; eme bo xuda hasane.

12) dû derya hen wekû yek nîn: em şîrîne û tînuwayetî eşkênêt û vexarnî گۆارایە, ew şorêkî tał û tifte; le herkanîş goştî taze bo xarnê peyda deken; zemberîşyan deqełêşin ta êwe le sayey ewda řozî bo xo peyda ken û şukiraney leser bibjêrin.

13) şew dexate naw řojewe û řojîş deşewê řadeka; xor û heyvîşî kewî kird; herkamî ta katî dyarde dên û deçin. êwey perwerde kirduwe û padşahîş her le ew deweşêtewe. ew şitaney - ẍeyrez xuda - êwe hanayan pêdeben, tenanetî toxłî tenkî denkî xurmaye şik naben.

14) ger hawarîşyan boberin, hawareketan nabîsin; bîşî bîsin, naşên be dengitanewe bên; řojî sełaş ḧaşa deken ke êwe peristûtanin. ẍeyrez xuda - ke hemû şitêk dezanê - kes natanê [lewane] agadarit ka.

15) ey xełkîne! êwe be xuda atacin; her xudaye bê nyaze û hêjaye pesnidî bidrê.

16) eger ḧezka, hemûtan le beyn debat û serle nwê, desteyekî tir peyda deka;

17) emeş lay xwa dijwar nye.

18) hîç kes barî gunahî kes westo nagrê. eger bêtû giran barêk leber yekî tir wepařê: şan bidate ber barekey - ba xizmî nizîkîşî bê - xo naxate jêr barî ew. to her ewendet lesere ew kesane bitirsênî ke nedîte le perwerindekey xoyan detirsin û nimêj deken. kêş deyewê bepakjî bijî, her xoy lew pakîye behre deba û çarenûsî hemû şyan her lay xudaye.

19) kwêr û çawsaẍ wekû yek nîn.

20) tarîkayî û řûnakayîş wekû yek nîn.

21) bersêber û germay tawîş wekû yek nîn.

22) gyan leberan û bê gyanîş hawwêne nîn. xuda ḧez ka, wa deka herkes bibîsê. to natanî dengit bewane řabga ke xirawne naw gořewe.

23) to her ewendet lesere tirs weber xełkî bênî.

24) ême beřastî toman nard mijdeder û tirsêner bî. hîç komełteyekîş nebuwe ke tirs weberhêneryan bo neçûbê.

25) ger emane to wedro dexenewe, pêşînekanî emaneş pêẍemberanî xoyanyan her be dirozin jimêra; gerçî ewan benîşanegel pitew û besîpare û kitêbî řûnakî derewe hatne layan.

26) ewsa xudanenasanim be ẍezeb girt. desa sizay min çilon bû?

27) axo net dî, xuda awî lew berzewe baranduwe, mîwecatî hemeřengeman pê řuwand? le kêwanîş řêgewbanî sipî û sûrî corawcorî beřeng cyay wedî hênan? řeşî wek qeleřeşeşyan têda heye.

28) le merdim û canewer û patałîşda, her wehaye; řengyan le yektir cudaye. le naw ’ebdanî xudada her ewaney firezanan lêy detirsin. xuda xawen destełatî xeta poşe.

29) ew kesaney kitêbî xwa dexwênnewe û nwêj deken û lew bijîwey pêman dawin - benhênî û be aşkirayî - xêr deken, be humêdî sewdayekin hergîz le birew nakewê.

30) ta beranber be koşşyan padaşî xoyan pê bida û le çakey xoy zêdeşyan bo weser bixa. bê gumane ew xetapoş û pê zane.

31) herçî le naw em kitêbe be toman řageyanduwe, řaste û biřway bew kitêbaneş heye ke le xudawe nardirawin. xuda le ’ebdekanî xoy agadar û çawedêre.

32) ca ewsa em kitêbeman kirde mîrat bo ew ’ebdaneman ke hełman bijardin. le naw ewanîşda kesanêk hen ẍedrê le xo deken; biřêkîşyan mam nawincîn. her lewanîş kesanêk hen - be îznî xwa - sebaret bekarî çake pêşebřê le hewałan debřinewe; ke eme zêde beşêkî zor hêjaye.

33) deçnenawbaẍatêkewe ke nafewtên; lewê deyanřazênnewe û bazûbendyan le zêr û mirwarî debê û poşakîşyan lewêda le hevremîşe.

34) ewsa êjin: şukirane bo ew xudayey ke serî le ser nehêştîn; beřastî perwerindeman zor xetapoş û pê zane.

35) ewxudaye leçakey xoy êmey le małî hermanda nîştecê kird. ne řencê lêra dekêşîn, ne tûşî mandûyî debîn.

36) bo ewaneş ke le xuda ḧaşayan kird, agirî cehendem heye; ne řêy mirdinyan pêdeden, ne cezrebey dojehyan le ser sûk dekirê. her kesanê be çakey xuda nezanin, ême wayan siza dedeyn.

37) be zořezoř lewêda depařênewe: perwerênman! le دۆژەە bimanhêneder; le akarî pêşû peşîman bûynewe; em care karî çak dekeyn. edî ême temenî wa dirêjman be êwe neda ke her kesê bîwîstaye, deytiwanî pendî lê bigrê? tirsênerîştan hate la! de em azare biçêjin. her kesê ke naheqî kird, hîç kesî dehana naye.

38) xwa nihênî erz û asmanan ezanê û le řazî diłî hemû kes agadare.

39) her ew êwey le cêgey pêşînekantan - lem zemîne - cê kirdewe. nasupasî naspasan, her tûřeyî perwerênyan pitir deka û bê emegî bê emegan, her zyanyan zêde deka.

40) bêje: ewane - le cêy xwa - pêtan, şerîkî xuda bûn, nîşanim den; lem zemîne kameştyan wedî hêna? yan le wedî hênanî ’asmanekanda, kengê hemkarî xuda bûn? ya xud emane kitêbyan lay êmewe bo hatuwe û bełgeye be destyanewe? nexêr, ewaney naheqin her bełênî xiłetandin be yek deden.

41) xudaye ke em ’asmanan û zewîney řagirtuwe ke nakewn; eger kewtin - lew beder - kesî wa nîye řagîryan ka. ew karî be şêneyîn û xetapoşe.

42) be tundî swêndyan dexwardin, ke: be xuda swêndekeman, eger ême tirsênerêk le xudawe bête laman, pitir le her komełî tir řêgey xuda degrîneber. keçî wextê tirsênerêk hate layan, firetir le xwa dûrew keftin;

43) her leber xobezil zanîn le zemîn da û bo fiřufêł; fiřufêłîş her yexey xawenî degrê. axo bêjge çarenûsî pêşînekan, çawenořî şitêk tir hen? eme řêgewşiwênî xwaye û qet nabînî řê û şwênî xwa bigořdirê û cê becê bê.

44) axo ewan le zemînda negeřawin, ta bibînin pêşînekan - ke lewaneş behêztir bûn - çîyan beser hat? hîç kes le naw ’asmanekan û zemînda peyda nabê ke hêz le xuda bistênê; zana û twana her xoyetî.

45) eger xuda em merdimey - be hoy ew karaney deyken - bigirtiba, le ser piştî em zemîne cuqewarêkîş nedema; bełam xuda mewday dawe ta maweyê dyarî kiraw bimênnewe; kengê ew mawe beser çû, xoy dezanê ’ebdekanî çîyan kirduwe.