33- eḧzab

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 14 Xulek  1589 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) ey pêẍember! to tirist her le xuda bê û meço ser qisey ewaney xwa nanasin û ewaney dûřûyî deken. xuda zana û le karzane.

2) her ew fermane pêk bêne, ke licem perwerênewe bot dête xwar. xuda le her karê deyken, agadare.

3) herxot be xuda bispêre, xwa birîkarit bê, bese.

4) xwa bo henawî hîç pyawê, cûtê diłî danenawe. jinanîştan ke bang deken: «eto wekû daykî xomî» neykirdûn be daykî êwe. ew ziřkuřekanîştanî nekirdote kuřî êwe û eme her qisey xotane û her le zarî xotanewe dakewtuwe. xuda ewî řaste deyłê û her xoy řêge nîşan deda.

5) her be nawî bawkî xoyan bangyan biken; wa le bartire lay xuda. eger babîşyan nanasin, biray dînî û dostî êwen. eger pêşûş lemeda be hełeçubin, gunahêktan leser nabê. bełam eger le diłewe û be anqes bê, [berpirs ebin]. xuda le guna debûrê û dilovane.

6) pêẍember bo musułmanan le xoyanîş feřiztire û; jinekanî pêẍemberîş daykî musułmanekanin. wek le nusrawî xwadaye, xwêş û xizman [bo mîrat birdin le yektir] şyawtirin lewaney xawen baweřn û lewaneş ke aware bûn; ca megîn her bitanewê çake degeł yekê ledostanû biken. emeş lenûsrawekeda xet dirawe.

7) [bênnewe bîr] ewê katê ke peymanman le pêẍemberekan estand. leto û nûḧ û îbřahîm û mûsa û ’îsay kuřî meryem û le hemûyan peymanî zor pitewman sand.

8) ta le řastan - sebaret be řastyekeyan - pirsyar bika; bo xudanenasekanîş azarêkî zor bejanî saz kirduwe.

9) ey gelî xawen baweřan! le bîr meken çon çakeyek xuda derbarey êwey kird; leşkirgelêktan hate ser; ême baman wêřay çend leşkir bo nardin; ke êwe netan dedîtin. herçî êwe deyken, xuda baş deybînê.

10) lew demeda ke le jûr û le jêrewe botan hatin, çawtan řeşkewpêşkey dekird; [diłtan wetepetep kewt û] geyîşte quřquřagetan; zor xeyałî corawcortan le xuda be diłda dehat.

11) lewşiwêneda ezmûnî xawen baweřan hategořê û be lerzînêkî zor be hêz, diłî hemuwan kewte lerze.

12) lew ’aneşda ew kesaney dûřû bûn û ewaneş ke deẍezêkyan ledłida bû, her deyangut: ewbełêney xuda û pêẍember deyanda her bo firîwî ême bû.

13) hêndêk lewan gazî dekird: ey danîştiwanî medîne! êre cêgay êwe nîye, dey wegeřên. hêndêkîşyan dehatin îznyan le pêẍember dexwast: kesman leser małekanman danenawe agay lê bê. małyan bê parêzgar nebû, her nyazî řakirdinyan bû.

14) eger dewrî małekanyan lê gîraba û byan gutaye: le dîn pejîwan bibnewe; hênde zorî nedexayand, le dîn paşgez debûnewe.

15) ewan pêştir peymanyan dabû be xuda, ke leber dujmin nabezin; dyare peyman be xudadan lê pirsîneweşî heye.

16) bêje: řakirdin lemirdin yan le kuştin, hîç dadêkî êwe nada; ewsakeş her kemêkî tir le dinyada řaydebwêrin.

17) bêje: ger xuda bixiwazê bełayektan beser bênê, yan çake û derbare bika, kê destî weberdehênê û dewparêzê? ẍeyrez xuda ne serweryan des dekewê û ne kes yarîdeyan deda.

18) dyare xuda xoy dezanê çi kesanê lengo debûne lemper û kêş bûn dengî birakanî xoyan deda: «werne laman». kemtirîşyan lem şeředa beşdar debûn.

19) leḧand êwe çawçinokin; herga tirsê dêtepêşê, deyanbînî her zeq le to deřwanin û çawyan sipî hełdegeřê; wek yekê le tirsî mirdin bê hoş bû bê. wextê tirsîş beser deçê, gezaretan lê dekêşin; dest bezman şiřî deken û çawnezêrî tałaneken. ewane hergîz baweřyan nehênawe; hemû karyan lay xuda be fîřoçuwe û emeş lay xuda hasane.

20) wa ezanin ke dujmine hawdesekan neřoyştûn. xo egerîş ew hawdesane bênewe, emane awat exwazin wel ’arewe çołinşînekanda ban û her dengubasî êweyan bipirsîba. eger le nawtanîş maban - kemyan nebê - le şeřda beşdar nedebûn.

21) bê so pêẍemberî xuda sermeşqî çake bo êwe û bo her kesê ke be xuda û řojî seła hîwadare û her xerîkî yadî xwaye.

22) katê ke xawen baweřan çawyan kewte ew dujmine hawdesane, gutyan: eme her hemane ke xuda û pêẍemberekey bełênyan be ême dawe û her bełênê xuda û pêẍemberî bîden, řast derdeçê û îtir biřwa û hestî ferman birdinyan pitir geşey kird.

23) pyawî wa hen le naw xawen baweřanda, ew peymanî bexwayan da, pêkyan hêna; ca lewane heyane gyanî bexşîwe û hêndêkîşyan çawenořn û tozqałêkîş [sozî xoyan] negořîwe.

24) takû xuda çakey ewkesaney řast bûn bidatewe; ewkesaneş ke dûřû bûn - ger ḧez bika - azaryan da, yan tobeyan lê qibûł ka. xuda le guna debûrê û dilovane.

25) xuda dîn dujminekanî - wêřay ew řikey ke bûyan - kişandewe û hîç behreşyan des nekewt. le cengida xawen baweřan xudayan laye, besyane. xwa twanay be destełate.

26) ehlî kitêbîş, ewaney piştîwanî dujminan bûn, le qełay hênane xwarê û tirsî xiste diłyanewe û hêndê lewan be destî êwe kujran û hêndêkîştan be dîl girtin.

27) zewîyekan û xanuwekan û samanyan û ew zemîneş ke patan pêda nenabû, xuda giştî dabe êwe. xuda twanay beser hemû şitda heye.

28) ey pêẍember! jinekanî xot bidwêne: eger jîn û zemberî dinyatan dewê, desa werin ta heqî xotan bidemê û be bê gaznide û be xoşî řahîtan kem.

29) egerîş xwa û pêẍember û małî dwařojtan gereke, xuda bo karçakekantan padaşî gewrey danawe.

30) ey hawseranî pêẍember! her kes lengo xirapeyekî aşkiray lê řûbda, dûsere cezrebey dedrê; emeş lay xuda hasane.

31) herkamîştan ber fermanî xuda û pêẍemberekey bê û akarçak bê, padaşekey bedûçendan pê dedeyn û bijîwêkî here başman bo danawe.

32) ey hawseranî pêẍember! êwe wek jinanî tir nîn; eger xotan eparêzin, zor be xawî qise meken; newek kesê ẍerezêkî le diłda bê, qirmî xoş ka; her çon pesnide bipeyvin.

33) le mał xotan dermekewn û wek dewranî zemanî nezanî pêşû, xemłî xotan nîşan meden. nwêjbiken û zekat biden; le fermanî xuda û pêẍember dermeçin. êwe ke xełkî em małen, xwa gerekye çepełîtan leser laba û pak û xawêntan řagrê.

34) herçî le nîşananî xwa û le karzanî le małtanda bo êwe dexwênrêtewe, fêrî bin û bîłênewe. xwa hemû şitî lê dyare û agadare.

35) pyag û jinî musułman û mêr û pîrekî bebaweř, pyag û jinî fermanber û pyaw û jinî qiseřast û pyaw û jinê bê fîz û xobezil nezan, pyaw û jinî sedeqeder û pyaw û jinî řoçewan û pyaw û jinî namûs parêz û jin û pyawê ke zor yadî xuda deken, le xudawe lêxoşbûn û padaşêkî gewreyan bo dandirawe.

36) eger xwa û pêẍemberekey fermanyan be her karêk da, hîç pyawêk û hîç jinêkî xawen baweř natwanin pesnidî neken. her kesêkîş le fermanî xuda û pêẍemberî derçê, řêgey zor hełe kirduwe.

37) ewsa ewî xuda çakey degeł kird û toş çaket degeł kirduwe, to pêt ewt: des lejnê xo bermede û debê le xuda bitirsî. şitêkîşt le diłî xoda deşardewe, ke xwa her aşkiray dekird. her le merdimîş detirsay; keçî xuda şyawtir bû lê bitirsî. ca katê zeyd le hawcûtekey xoy be arezû geyîşt, ewman kirde hawcûtî to; heta xawen baweřekan le xwastinî jinî ziřkuřanî xoyan - le dway ewe tełaqyan dan - lome nekirên, herfermanê xuda bîda, debê pêk bê.

38) bo pêẍember qeydî nîye karêk bika ke xwa boy biřyarî dawe. řeftarî xuda degeł pêẍemberanî řabirduşda herwa buwe. xwa be herçî ferman bida - bê zyad û kem - debê bikirê.

39) ew kesaney her fermanekanî xuda degeyênin û lew detirsin; ẍeyrez xudaş le hîç kesî tir natirsin. xuda ḧesêbger bê, bese.

40) miḧemmed babî hîç pyawêk le pyawanî êwe nîye. bełam řaspardey xwaye û axrî pêẍemberane û xuda hemû şit dezanê.

41) ey gelî xawen baweřan! fire yadî xwa biken [û le yadî ew řamewestin].

42) hemû beyanî êwaran le pakî û bê ’eybî xuda tarîf biken.

43) ew kesêke dirûd bo êwe denêrê; herwehaş firiştekanî; hetawekû le tarîkî dertanbênê û berew řûnakîtan berê. xuda boxawen baweřan dilovane.

44) ewê řojê kedêneber baregay ew, we selam bexêryan dênê û padaşêkî piřbayexî bodanawin.

45) ey pêẍember! ême boye nardumanî, şayet û mizgênî der û tirsêner bî.

46) be îznî ew, xełk bo xudaperistî gazî bikey û çirayekî tîşkider bî.

47) bewaney xawen baweřn mijdeş bide, ke le lay xwawe be çakey zor gewrewe exwênrênewe.

48) ewî xudanenasekan û duřazekan gerekyane bîkey, meyke; gwê be azarîşyan mede. her xot be xuda bispêrew xuda birîkar bê bese.

49) ey gelî xawen baweřan! eger jinî baweřdartan marekird û ber lewey degełyan binûn tełaqtan dan, nabê ta maweyekî dyarî kiraw qetîsyan ken; beşekey xoyan bidenê û be řûxoşî azadyan ken.

50) ey pêẍember! ême ew jinanetman bo řewa dîwî, ke mareyît pêgeyandûn; ewaneş ke le tałanê des kewtûn û xuda kirdûnîye pişkî to. herweha dot mamekanit û dot pilkanit û dot xałanit û kîjekanî xuşkî xałit, ke degeł to aware bûn, be to deşên. her jinêkî baweřdarîş - bew merce xoy bibexşê bepêẍember û pêẍemberîş gerekî bê marey bika - emeş her taybetî toye; nek bo baweřdaranî tir. ême xoman zanîwmane ke derbarey ew jinaney bewan řewan û ewaney debne kenîzyan, çilon biřyarêkman dawe, ta hîç gîrugiriftêk bo to řû neda. xuda le guna debûrê û dilovane.

51) to sercêy herkamyan wedwa bixey û kamyan bang bikeye lay xot, keyfî xote. jinî texsîr kirawîşt aşt keyewe, gunahêkit nayete ser. em kare baştir debête hoy ewe ke diłxoş bin û xem nexon û hemûyan řazî bin bewey ke pêt dawin. xuda dezanê êwe çîtan be diłdadê. xuda zana û leserxoye.

52) dway emaney - ke xuda pêy řewa dîwî - jinanî tirit pê naşên; boşt nîye ew jinanet be jinî tir bigořyewe; ba delay û cwanîyekeşyan diłî toy bo xoy kêşabê; megîn ewaney le tałan berto kewtûn. xuda be ser hemû şitda çawedêre.

53) ey gelî xawen baweřan! lemałekanî pêẍember meçne jûrê, megîn bo cemêkî xwardin ban kirabin; eger çûşin, nabê wextêkî wabçin ke ew ceme xorake amade nebuwe. her ke jeme naneke û xward, biławeken û xo be qisewe xerîk meken. em karetan pêẍemberî azar deda û leber êwe şerim deka dengubda. xuda le qisey řast gutin şerim naka. her katêkîş daway şitêk lejnekanî nawmał deken, le pişt perdewe bixiwazin; em kare le diłpakî êwe û ewanîş nizîktire. nabê pêẍemberî xuda le êwe azar bibînê; naşbê dway ew - tahetaye - jinekanî mare biken; ke em kare le lay xuda gunahêkî zor gewreye.

54) heriştê aşkiray biken, yan weyşêrin, xwa deyzanê.

55) eger jinan le řûy bawik û kuřanyan û bira û birazayekan û xuşkezakanî xoyan û ledîtnî ewjinaney ke leser dînî xoyanin û herweha kenîzekanyan řûnepoşin, qeydî nîye. eşê le xuda bitirsin, xuda bo xoy le hemû şit agadare.

56) xuda û firiştekanî xwa, pesnî pêẍemberê deden; ey gelî xawen baweřan! sa êweş pesnî biden û bedił û gyan siławî xuday lê biken.

57) ew kesaney xuda û pêẍemberî xuda azar deden, ber neḧletî xuda kewtûn, le dinyaş û le qyametê, azarî piřsûkayetî bo danawin.

58) kesanêkî pyaw û jinî xawen baweř - bebê ewey karêkî xirapyan kirdibê - deřencênin, bê so tûşî buxtan û tawanêkî aşkira bûgin.

59) ey pêẍember! jinekanit û kiçekanit û xêzanî xawen baweřan ḧałî bike, ba xoyan be çarşêwekanyan dapoşin; em kare baştir debête hoy ewe ke binasrên û azar nedrên. xuda le xeta debûrê û dilovane.

60) xo eger duřazekan û ew kesaneş ẍerezêkyan le diłdaye û ew kesaney le naw şarî medîneda [le dijî dîn] dengo biław dekenewe, des hełnegirin, deyanxeyne berdestî to û le akamda - bêcge maweyekî hindik - lew şareda natwanin bibin be hawsat.

61) neḧlet lewane kirawew le her kwêka wegîr kewn, degîrên û her be yekcarî dekujrên.

62) şêwey karî xwa le naw pêşînekanî řabirdûşa herwa buwe û şêwey karubarî xuda gořanî beserda naye.

63) merdim derbarey qyametit lê depirsin; bêje: her xuda deyzanê. to çûzanî? wêdeçê bem zuwanebê.

64) xuda neḧlet lew dîn dujminane deka û azarî le cehendemda bo danawin.

65) taheta lewêda debin û kesîş nabê bedost û yarmetî deryan.

66) ewê řojê dem wiçawyan le agirda em dîw ewdîwî pêdekirê, êjin: xozî befermanî xwaman kirba û berfermanî pêẍember bayn.

67) deşłên: ey perwerindeman! ême wedûy aẍakan û gewrekanî xoman kewtîn; ewan êmeyan gumřa kird.

68) ey perwerênî hemûman! dûsere azaryan bide û fire beneḧletyan bike.

69) ey gelî xawen baweřan! êwe wek ewane mebin ke azarî mûsayan da; ewsa xuda lew buxtaney boyan dekird, pakaney kird; lay xudaş pyawê leřû bû.

70) ey gelî xawen baweřan! her le xuda bitirsin û qisey řast û pitew biken;

71) ta xuda karû řast bênê û le gunahtan bibûrê. her kesêkî berfermanî xuda û pêẍemberî xwa bê, be serkewtinêkî gewre geyştuwe.

72) ême em amanetîyeman le beranber asmanan û zemîn û ew hemû kêwane řana, hîçyan dexoyan řanedî biçne jêrî û lêy detirsan. paşan miro westoy xoy girt, ke neyzanî û sebaret be xoy ẍedrî kird.

73) heta xuda pyag û jine duřazekan û ewaney şerîkan bo xwa denasin - nêrumêwyan - azar bida û pejîwanî hemû kesî baweřdarîş - pyaw bin yan jin - qibûł bika. xuda leguna debûrê û dilovane.