32- secde

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  942 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) elîf, lam, mîm.

2) em kitêbe le řahênerî dinyawe nardirawe û bê gumane.

3) axo êjin: her lexowe em diroyey hełbestuwe? bełkû řaste û le perwerindey tořaye; ta be hoy em, tirs weber hozêk bênî, ke berle to kes tirsî weber nenawin; beşkû beřêy řast bizanin.

4) ewxudayey asmanekan û zemîn û herçî le naw ew duweda be şeş řoj wedî hênawe; paşan leser textî fermanřewayî xoy damezrawe. ẍeyrez ew, gewre û tikakarêktan nîye. desa bo bîr nakenewe?

5) herçî kare lem asman û zemîneda pêkî dênê û le řojêkda hełdekşêtewe bo lay; kebepêy jimarey êwe hezar sałe.

6) ewe zana be nadyar û dyaran û her xoy xawen destełat û dilovane.

7) ew kesêke hemû şitî- bewpeřî řêkî û lebarî - dirus kird û miroşî - le seretada - le makî quř wedî hêna.

8) lepaşan netewey emî lepaławtey çoře’awêkî kem bayex wedî hêna.

9) ewsa řastewpastey kird û le gyanî xoy fûy pêda kird; gwêçke û çaw û diłîşî dawe be êwe. kemtan şukirane bijêrin.

10) gutîşyan: eger le naxî herda gum bûyn, axo dîsan dejînewe û lenwê debînewe miro? dyare ewan leřûbeřû bûneweyan degeł perwerindey xoyan ḧaşa deken.

11) bêje: ew firiştey pêmêrd - ke êwey dirawete dest - dewmirênê û paşan debrênewe bo lay perwerindew.

12) katê to tawanbarekan be serşořî bibînyewe, ke lay perwerindeyanin: ey perwerindey gilaman! dîtman û bîstiman û tewaw baweřman hênawe; sa to bimangeřênewe; emcare karî çak dekeyn.

13) eger ḧezman bikirdaye, hemû kesman berewxo şareza dekird; bełam min bełênim dawe ke cehendem - lexêłî cinokew miro - tijî dekem.

14) debçêjin! le bîrtan çû ke tûşî em řoje debin; êmeş êwe le bîr dekeyn û le songey ew karaneda detan kird, ta ser her azar biçêjin.

15) her ewane ben yişanekanî ême biřwa deken, ke herga ew nîşanegelyane webîr bihênnewe, xo dexene ser sujdewe û besupasewe pesnî pakî perwerindey xoyan eden û xoyan be zil nazanin;

16) birkyan le pê xefekanyan cařz debê û be tirs û be humêdewe hana weber perwerindey xo deben û, lew bijîwey pêman dawin xêrê deken.

17) kes nazanê le barteqay ewkaraney kirdûyane çi padaşêkî çawřoşnewkeryan bo taqet kirawe.

18) çon kesê biřway hênawe, wek eweye ke leřay xuda lay dawe? wek yektirnîn.

19) bełam ewaney wa xawen baweř û akarçak bûgin, le padaşî ew karaney kirdûyane, enwayan le duřbaẍate.

20) ewkesaneş ke le řêge layandawe, biłêsey agir şwênyane û ta bixiwazin lêy derbiçin, deyanhênnewe naw agir. pêşyan êjin: debçêjin janî be agir sûtanê, ke êwe be dirotan zanî.

21) bê gumane ême be cige azare here gewreke, azarî em dinyayeşyan pê deçêjîn; şayeta bigeřênewe.

22) kê lew kese naheqtire, ke nîşanekanî perwerindey webîr bihênnewe, paşan wazî lê bihênê? tołe lew tawanbarane dekeynewe.

23) kitêbman bemûsaş dawe; kirdîşmane řê nîşander bo zaruzêçî îsřa’îl. sa toş le řûbeřû bûnî em [qur’ane] bê guman be.

24) lewanîşda çend kesêkman kirde řêber, ke her be fermanî xoman řênwênî merdim biken; çunke twanî xořagirtinyan têdabû; be tewawî baweřîşyan be nîşananman hêna bû.

25) dyarîşe perwerindey to - řojî seła - xoy bew karane řadega ke ewane leseryan pêk nedehatin.

26) ew çendîn berey miroyey ke le naw małekanyanda dexulanewe û ême hemûman qiř kirdin, axo řasteqîney bo ewan derxist? lemeda zor nîşane hen, mer nabîsin?!

27) axo emane nabînin ke ême bo zewî qaqiř aw denêrîn, řuwekî way pê şîn dekeyn, têrexorey xoyan û małatîşyane? mer nabînin?!

28) êjin: eger qisew řaste, ew serkewtine key debê?

29) bêje: řojî serkewtinê, xwanenasan biřwakeyan qazancêkî boyan nabê; hîç mołetîşyan nadrê.

30) sa to waz lewane bêne û çawenoř be; ewanîşe çawenořn.