31- luqman
we naw xuda ke dehnide û dilovane
1) elîf, lam, mîm.
2) emane nîşanekanî kitêbî piř le karzanîn;
3) řêşander û bezeyîn bo ew kesaney çake deken;
4) ewaney nwêjdeken û zekat deden û řojî seła deselmênin;
5) ewane perwerindeyan řêgey řastî weber nawin; řizgaranin;
6) lem xełkeda î wa heye kiřyarî qisey bêtame û le nezanî, deyewê xełk le řêgey xwa kila bika û deykate gałtecařî xoy. ewaney ewkare deken, eşê zor be sûkayetî azar bidrên.
7) herga nîşanekanmanî leřûda dexwênrênewe, be fîzewe piştî ekate ewlawe û le gwên kesê ke herdû gwêy giran bû bin, wekû neybîstibê waye. sa to mijdey azarêkî janawî bew kese bide.
8) ewaney biřwayan hêna û akarî çakyan řeçaw kird, beşî ewan baẍatî piř xêrubêre.
9) hetaser herlewê debin. bełênî xwa her dêtecê; her xoy xawen destełat û le karzane.
10) asmanekanî lewberze wedî hêna, bebê emey hîç estundekê bibînin. kêwatî xiste serzemîn ke lerze be êwe neka; hemû core canewerî dewêda biław kirdewe. awêkîşman le ḧewawe bo řijandin, ke lewêda cûtey giş core řuwekî be behreman şîn kirdewe.
11) eme karekanî xuda; desa êwe nîşanim den ẍeyre xuda çîyan kirduwe. ewaney le dûy naheqîn, be aşkira řê le xoyan hełe deken.
12) luqmanîşman le karzanîda řahêna, ke: leserte her şukiraney xuda bikey; her kesêkî şukirê deka, şukirekey her bo xoy deka; her kesêkîş pê nezan bê [ba bizanê] xuda le bê nyazîda şayanî tarîf kirdine.
13) katê luqman - ke xerîkî amojgarî kuřekey bû - pêgut: řołem! kes meke şerîk bo xuda, şerîk bo xuda biřyardan, naheqîyekî zor mezne.
14) amojgarî miroman kird sebaret beday û babî. daykî ke bew awis buwe, çendî kwêrewerî dîwe; le memk biřîneweşî dû sał wextî xayanduwe. ke: to sipasî min bike û supasî dayk û babit ke, dwacar dênewe bo lay min.
15) egerîş diney toyan da, şitê bikey be şerîkim - ke xot hîçî lê nazanî - fermanyan be cê mehêne; le dinyada bexoşî degełyan bijî û her le şwên ewane biřo ke berewmin geřanewe. le’akama her degeřênewe lay min, ewsa têtan degeyenim çû kirduwe.
16) kuřîjgey xom! kirdey beqas tomî xerdel leser zemîn le naw berdêk, yan le teşqî ’asmanan bê, xuda deyhênête gořê. xwa hemû şitî lê dyare û agadare.
17) kuřîjgey xom! nwêjê bike û hanay karî çake bide û ber le karî xirap bigre û çit beserhat, xořagir be; eme lew karaneye xwa wîstûyetî.
18) be fîzewe řû le xełk wermegêře; be lût berzî leřê meřo. xuda ewaney xoş nawê le řêge xoyan badeden; şayî bexon.
19) şêneyî beřêda biřo û be dengî nizim bipeywe; çinke dengî here naxoş le keranewe derdeçê.
20) axo êwe netandîwe xwa heriştê le asmanan û zemîndan, bo êwey kewî kirduwe û be aşkira û be nihênî behregelî besertana řijanduwe? her lew xełkeş kesî wa hen le ser xuda kêşe deken, bê ewey çî lê bizanin, yan xoyan şareza bû bin, yan kitêbêk boyan řoşin bikatewe.
21) eger bewane bigutrê: ewî xuda nardîye xwarê êwe peyřewî lê biken; êjin: ême her peyřewî ew şitaneyn ke bawanmanî leser bûn. ba şeytanîş bangyan bika boser azarî be agir.
22) her kesêk bedłêkî pak řûy le xwa bê û akar çak bê, dyare ałqey here pitew ew girtûye û akamî hemû karêkîş berew xwaye.
23) ew kesaney ḧaşa deken, ḧaşayan ẍembarit neka. hemû dênewe lay xoman; ewsa xeberyan pê dedeyn ke çîyan dekird. xuda leřazî diłanîş agay heye.
24) wa dekeyn kemê řay bwêrin, paşan naçar berew azarî dijwaryan řadekêşîn.
25) eger lewane bipirsî: kê ’asmanan û zemînî wedî hêna? êjin: xuda. tobêje: şukir bo xuda; bełam zorbeyan nezanin.
26) heriştêkî le ’asmanan û zemîndan, giş hî xudan. xwa legşitan bê nyazew şayanî tarîf kirdine.
27) herçî dar lem zemîne hen bibne qełem, merkefyan lebeḧir bê û ḧewt beḧrî dîş bêne pałî, hêşta qisekanî xuda duwayî naye. xuda xawen destełatî le karzane.
28) afrandin û mirandin û jyandin le yek nefer pitir nîye, xuda debîsê û debînê.
29) bo netdîwe xwa şew deřoj hełdekêşê û řojîş deşew hełdekêşê; xoru heyvîşî kewî kird? her yekeyan ta maweyê dyarî kiraw le tevgeřdan. xuda le her karê bîken agadare.
30) her debê beme bizanin xuda řaste û hana bo heriştê berin - le ẍeyrez ew - karê pûçe. payeberzî heremezin, herxudaye.
31) to netdîwe lesongey çakey xudawe gemye leduř deryada le geřandaye; ta nîşanekanî xoytan nîşan bida? her lemeda zor bełge hen bo hemû xořagranî şukirbijêr.
32) her katêkîş pêlî zilî wek hewřî piř, xoyan beser hełdekêşin, be diłpakî û biřway bê ẍeş leber xuda depařênewe. wextê řizgarî kirdin û geyne serbej, hêndê lewan mam nawincîn. hîç kes le nîşanekanman ḧaşay nîye, megîn gelî firîwbazanî pê nezan.
33) ey xełkîne! debê le perwerindetan tirsû hebê; tirsî ew řojeştan hebê ke hîç bawkêk ubałî firzendî xoşî leser nîye û hîç firzendêkîş bo babî sûdî nabê. bełênî xuda her řaste û nabê hergîz jînî ser dinya firîwtan da. neşçin şeytan be bexşindeyî xuda firîwtan bida.
34) zanistî řojî sełaye lay xudaye; baraneş ew deybarênê û deşzanê tolî zig piřan çî têdaye. kes nazanê karî sibey řojî çîye û kes nazanê le kame serzemîn demrê. xuda zana û agadare.