30- řûm

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 9 Xulek  890 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) elîf, lam, mîm.

2) řomî şikan.

3) le nizîktir kewşenî em serzemîne. le dway em jêrkewtineyan carê tir serdekewnewe;

4) le mawey kemtir le de sał. pêş ew şikane û le dwayeş, hemû kar karî xudaye û ewê řojê baweřdaran keyfê deken,

5) be yarîde le xudawe. xuda ḧez ka yarîde be her kes deda. her xoy xawen destełat û dilovane.

6) xudaye bełênî dawe û lêy peşîman nabêtewe, bełam zorbey xełk nazanin.

7) le řwałetî jînî dinya agadarin û hîç agaşyan le paşeřojeke nîye.

8) axo ewane ta wêsta xoyan be bîrda nehat ke asmanan û zemîn û herçî le naw ewandaye, her beřastî xuda berhemî hênawin û akamî bo dyarî kirdûn? keçî zorbey em merdime baweř naken ke degeł perwerindeyan her řûbeřû dekirênewe.

9) axo hîç geşt û guzaryan lem zemîne nekirduwe, ta biřwanin pêşînekanî řabirdû - ke leman twanatir bûn û zewîyan kêław awedan tirîşyan kird û pêẍemberanîşyan be nîşanegelî aşkirawe hatne layan - çîyan beser hat? xuda ẍedrî lê nekirdin; bełam xoyan her ẍedryan le xoyan kird.

10) le akama ewaney xirapeyan kird, xiraptiryan tûş hatewe; ke nîşanekanî xwayan be diro zanî û ḧenekî xoyan pê dekird.

11) xwa ew xełke dirus deka û dwacarîş deyhênêtewe. serencamîş hemuwan bo lay ew dênewe.

12) ew řoje seła řadebê, tawanbaran dij damawin û miteqyan le ber dernaye.

13) ew şitaneş be şerîkî xwayan zanîn, nayen tikayan bo biken; lew şerîkaneşyan her ḧaşaye deken.

14) řojê ke qyamet hate řû, ew řoje beş beş debnewe.

15) ca ewaney ewsa xawen biřwa bûn û akarî pesnidyan bû bê, cêgeyan le naw baxçeye û keyf sazin.

16) ewî xwaşyan nenasîwe û be nîşanekanî ême û řûbeřû bûnî qyamet bê biřwa bûn, deyan hênne pêş bo azar.

17) hemû berebeyanan û ser lengořîş pesnî pakî xuda biden.

18) supas bo ew le asmanan û le zemîn, şewaneş û demî nîweřoş her wetir.

19) zîndî le mirdû derdexa û mirdû le zîndû derdênê; zewîş dway ewey mirduwe, gyanî weber dênêtewe, êweş herwa dênne derê.

20) le nîşanekanî ewe, ke êwey le xoł çê kird û ewsa nakaw bûne miro û le dinya biław bûnewe.

21) her le nîşananî ewe ke le xotan, awcûtî bo berhem hênan; ke pêyan biḧesênewe û xoşewîstî û ewînî xistote nawtan. lemeda bo kesanê ke be wirdî serinc biden, bełge zorin.

22) her le nîşananî ewe dahênanî em ’asmanan û zemîne û wêk neçûnî zimanî pê axaftin û řeng û řûtan; ke lemeda bełge zorin bo zanayan.

23) her le nîşanekanyetî: xewî şewan û řojantan, geřantan bo des xistinî řisq û řozî; ke her le sayey ewřaye. lemeda bełgey zor heye bo ew kesaney debîsin.

24) her le nîşanekanyetî: birûsketan pîşan deda tirs û humêdî pêweye; lew ḧewayeş baranû bo beřê deka, ta zemînî mirdûy pê zîndû katewe. lemeda nîşane zorin bo ew kesaney têdegen.

25) her le nîşanekanyetî ke em ’asman û zemîne, be fermanî řawestawin. paşan herga - tenya yek car - lem zemîne bangû deka, êwe lepiř derdekewn.

26) herkê heye le asmanan û zemînda, kirî ewn; giştî bo ew ber fermane.

27) xoy ew xełkey wedî dênê û dwacarîş deyhênêtewe, ke bo ew hasantirîşe. le asmanan û zemînda nimûney baştirîn akar lay xudaye. her xoy xawen destełat û lekarzane.

28) meselêkî le xotan bo hênawnewe: axo êwe lew bijîwey le êmewe pêw geyîwe, benyekanû dekene hawbeşî xotan? her dû la wekû yek debin? herwek êwe tiristan le yektir heye, awaş tirsû leman heye? ême awa nîşanekan - puxt wiparaw - bo ew kesaney têdegen, dexeyne řû.

29) bełam ewaney naheqin, herçî arezûy xoyane le dûy deçin; çiş nazanin. her kesêkîş xuda řêgey lê bigořê, kê detwanê şarezay ka? kesîşyan dehana naye.

30) to her řû lem dîne bike û her berew heq hengaw binê; dînêkî bineřetîye û le siruşta xwa ew xełkey her bo yektaperistî wedî hênawe. karî xudaş gořanî beserda naye. dînî pitew û payedar her emeye; bełam zorbey aporey merdim nezanin.

31) bigeřênewe bo lay û lêy bitirsin û nwêj biken û le řêzey ewane mebin şerîkî bo peyda deken.

32) ewane ke dînî xoyan le yek cuda kirdotewe û destedeste bûnetewe, her desteyek be bîrubaweřî xoyan diłyan xoşe.

33) em merdime ger bełayekyan beser dê, hana deben bo perwerindey xoyan û berew ew degeřênewe. eger dwaye tûşî bextewerî kirdin, nakaw hêndêk [lew xoşyeda] şerîk bo perwerindeyan peyda deken.

34) deba ew çakey le bîr ken ke ême derbaren kirdûn. be arezû řay bibwêrin, zor naxayenê dezanin.

35) axo ême bełgeyekman bo emane nardote xwar ke derbarey ew şitaney ewan deykene şerîkim, qise bika?

36) herga ême bew merdime tamî bextewerîyman çeşt, pêy şad debin. eger le sizay kirdarî xirapyanda tûşî nalebarî hatin, hîç humêdêkyan namênê.

37) axo ewane nazanin ke nardinî bijîw be meylî xudaye; bo yekê zor beřê deka û bo yekê kem? bo ewaney be baweřn, lemeda zor nîşane hen.

38) kewaye to beşî xizim û hejar û řêbwarî atac, wela binê û her kes beşî xoy bideye. em akare pesnitire bo ewaney řezay xudayan gereke û ewane řizgarekanin.

39) ewey be nawî sû eyden ke le naw małî xełkida zêde bibê, licem xuda zêde nabê. [bełam] ew małî ke be zekat deyden û detanewê xuda le xotan řazî ken, zortirtan pê degatewe.

40) xuda her ew keseye ke êwey dirus kird û ewsa řozî pêdan; le paşan detanmirênê û dîsan detanxatewe jîn. axo ewaney ke êwe kirdûtanin be şerîkî, ew karaneyan pêdekirê? xwa bê ’eybe û lewe payeberiztire ke biłên: şerîkî heye.

41) gendekarî em merdime - le bej û derya - xoy nuwand. deba sizay hêndêk le akarekanyan pê biçêjê; şayeta bigeřênewe.

42) bêje: be ’erza bigeřên, sa biřwanin; ewaney ber le êwe bûn, çîyan beser hat? beşî zoryan şerîkyan bo xwa dezanî.

43) desa to řû ke lew dîne payedare, ber lew řojey ke xuda biřyarî dawe û her wedî dê. ewê řojê biławey deken.

44) herkê xuday nenasîwe, her zyanî le xoy dawe; kêş akarî çakî buwe, cêgey xoyan xoş kirduwe.

45) heta wekû le çakey xoy, padaşî biřwadaran û akarçakan bidatewe. xuda xoşî le naşkurî keran naye.

46) yekêk le nîşanekanî ew emeye ke bayanî mizgênî der be řê deka ta le bizî xoy be êwe biçêjnê. gemyeş her be fermanî ew bên û biçin û le sayey dehnideyî ew, řozî xotan peyda biken; beşkû şukiranebjêr bin.

47) ber le toş zor pêẍemberman narde ser gelanî xoyan û gelê bełgey pitewyan birde layan. ca ewaney dijyan wêstan, weber tołey ême kewtin; ewî biřwaşyan pêkirdin, her xoman yarmetîman dan.

48) her xudaye ew bayane be řê deka, ewanîş hewr debziwênin; ewsa her çonî gerek bê, ew hewrane le ezmana piřjubław dekatewe û gewał gewałîşyan deka. ke debînî lewanewe diłope dête xwarewe, meylî bênî û bo her kamê le ’ebdanî xoy binêrê, diłxoş debin.

49) keçî ber lewe baranyan bo bibarê, nahumêd bûn.

50) debřiwane bezeyî xuda çî kirduwe! zewî mirdû le nwê zîndû dekatewe. zîndû kirdinewey miryanîş karî ewe. her xoy twanay beser hemû şitda heye.

51) xo eger bayek binêrîn berhemyan zerd hełbigêřê, be şwênîda gaznide û naşkurî deken.

52) to natanî karêk bikey em miryane gwêt pê biden. eger xo le to keř biken, herçende bangîşyan bikey, lêt nabîsin.

53) řêşanderî kwêranîş nît, le gumřayî weyangêřî. her ewane lêt debîsin, be nîşananî ême biřwa deken û çîyan pê biłêy laremiln.

54) xuda ke êwey dirus kird, le seretada bê hêz bûn; paş bê hêzî, guřî pêdan; le paşana hêzuguřî lê sitandin û pîrî kirdin. be meylî xoy de’afrênê, zana û twana her xoyetî.

55) řojê ke seła řadebê, tawanbaran swêndê dexon cya le satêk nemanewe. awa her şwên diro kewtin.

56) ew kesane be zanist û baweřdarin, pêyan êjin: her wekû xuda nûsîwye, ta řojî seła mawnewe; sa eme řojî sełaye; bełam êwe newzanîwe.

57) lew řojeda ew kesaney kewa ẍedryan kirduwe, behaneyan qazancyan pê nageyenê û řêşyan nadrê daway lê xoşbûnê biken.

58) wa ême lem qur’aneda hemû core nezîleyan bo ew xełke hênayewe. keçî herga nîşaneyekyan bo bênî, bê so xudanenasekan, êjin: êwe le qisey pûç bew lawe çî tirtan nîye.

59) awa xuda mor dexate ser diłî ew kesanewe ke nayanewê bizanin.

60) sa xot bigre, bełênî xuda dête cê; neka ewaney diřdongin, to le řêy heq bitrazênin.