29- ’enkebût

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 11 Xulek  817 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) elîf, lam, mîm.

2) axo merdim layan waye her ke bêjin: ême baweřman hênawe, îtir wazyan lê dehênrê û tûşî hîç ezmûnê nabin?

3) ême ewaney berlemanîşman be taqî kirdewe. bê gumane xwa ewaney ke řasyan gut, ewaneş ke diroznin, dyarî deka.

4) axo ewaney bedkarin, wadezanin nakewne ber qemçî êmewe? xirapyan lêk dawetewe.

5) her kesê humêdî waye biga be dîdarî xuda, wextê ke xuda daynawe, herbîna hat. bîser û zanaş her ewe.

6) her kes deçête xezaye, xebatêke bo xoy deka. dyare xuda le hemû kes bê nyaze.

7) ewaney xawen baweřn û akarçakin, xirapekanyan desřînewe û baştir lewî kirdûyane, ême padaşyan pê dedeyn.

8) ême miroman řaspard ke degeł dak wibawkî xoy çake bika. herga ewan hełyan pêçay, her le řûy nezanîtewe şerîk bo min biřyar bidey, to nabê be qiseyan bikey. hemû latan her degeřênewe lay xom; ewsa xom ḧałîtan dekem, êwe çi karêktan dekird.

9) ewaney xawen baweřn û akarçakin, řegeł pyawçakanyan dexeyn.

10) le merdimda î waş heye, êjê: ême baweřîman be xwa heye; hergaş leser xudanasîn azar dira, wa dezanê azarî xełk wekû sizay xuda waye. egerîş le perwerindet yaryêk bê, êjin: êmeştan degeł bûyn. mer xwa lewey ke le sîney xełkî dinyadaye, agadartir nîye?

11) xwa biřwadarekan baş denasêt û dûřazanîş baş denasê.

12) xwanenasan be xawen baweřan dełên: kewne şwênî řêgay ême, obałî gunahekantan wemil degrîn; ke naşkirê hîç obałî gunahanyan westo bigirin; bê gumane ke ewane diroznin.

13) barî giranî xoyan û barî giranî xełkî dîş - wel barî giranî xoyan - hełdegirin û řojî qyamet leser ew buxtan kirdine, dekewne ber pirsyarewe.

14) ême nûḧman řasparde lay hozekey; hezar sałî penca sał kemyan le nawma; çunke her leser naheq bûn, tofan ewanî řamałî.

15) ême xoy û herkê le gemyekeda bûn, necatin dan. emeşman kirde bełgeyek bo hemû xełkî dinyaye.

16) îbřahîmîş webîr bêne; katê be hozekey xoy gut: êwe xwabperistin û lew bitirsin; eger bîzanin em kare her be qazancî xotane.

17) le birî ewey êwe xuda biperistin , bit gelêk deperistin û diroy gewreş hełdebestin. ewî deyanperistin û ẍeyrez xudan, xo natwanin řozîw biden. řozî le xuda dawa ken û bîperistin û şukirî biken. hemû latan bo lay ew degeřênewe.

18) eger baweř be min neken, komełanî ber le êweş hebûn ke baweřyan nekird. řasparde cige le řageyandinî peyamekey - be aşkira - hîçî tirî leser nîye.

19) axo hênde řanemawin ke bizanin xuda çon şit wedî dênê û paş neman deyhênêtewe? eme lay xuda hasane.

20) bêje: geştê lem serzemîne biden û timaşa ken, çê kirdinî çon des pê kird? paşan [her] xwa afrandinî; paşînîş wedî dehênê. xuda twanay beser hemû şitda heye.

21) be meylî xoy, herkê azar bida deyda û, her kesêkîş xoy ḧez bika weber bezeyî xoy dexa û, her dewhênnewe bo lay xoy.

22) le ’erz û le ’asmanê bin, natwanin xo řizgar biken; ẍeyrez xudaş hîç hana û yarîkarû nîn.

23) ew kesaney baweřyan nekird be nîşananî xuda û be dîdarî, nahumêd bûn le bezem û cezrebey bejan beşyane.

24) tenya weramî hozekey her eme bû, ke: be kuştin bîkujin yan bîsûtênin. xuda le agirî parast. em řûdawe bo ewaney xawen biřwan, zor nîşaney têda heye.

25) gutî: êwe le birî xuda boye butan deperistin, ke le jînî dinyayîda êwe yektirtan xoş dewê; paşan le řojî qyameta ḧaşa le yektir deken û nefrîn bo yektir denêrin; cêştan le agirda debê û kesîş yarîdetan nada.

26) îtir lût biřway pê hêna. gutî: ewa min koç dekem berew lay perwerindey xom. her ew xawen destełate û lekarzane.

27) ême îsḧaq û ye’qûbman be wî bexşî û pêẍemberî û kitêbîşman kirde beşî netewey ew; le dinyada padaşî êmey pê geyşit û le qyametîş ew le pyaweçakekane.

28) basî «lût» yişyan bo bike, ewsa ke be hozekey gut: êwe karî ewnde şûreyî deken, le dinyada kes ber le êwe way nekird.

29) êwe swarî pyawan debin û řêgrîw kirdote pîşe û le dîwexanî xotanda akarî naşîrîn deken? tenya weramî hozekey her eme bû: eger qisekanit řastin, azarî xwaman bo bêne.

30) gutî: ey perwerindey min! leser ew hoze bedfeře, yarîde le to dexwazim.

31) ewsaş ke řaspardekanman mijdeyan bird bo îbrahîm, gutyan: debê xełkî em şare qiř bikeyn, çunke xełkekey naheqin.

32) gutî: «lût» yiş her لەûێە. gutyan: ême baştir dezanîn kêy lêye, xoy û xawxêzanî - cige le jinekey - řizgar dekeyn ke ew le be cê mawane.

33) wextê ke řaspardekanman çûne cem lût, be dîtnyan şiłeja û tenganey hatê. gutyan: metir se û xem mexo; ême toş û xêzaneket - ẍeyrî jinit - řizgar dekeyn, ke ew le be cê mawane.

34) ême bo ser xełkî em şare bełayek - le ḧewawe - debarênîn, sizay le řê ladanyan bê.

35) nîşanêkî aşkiraman lê be cê hêşt; bo ewaney řademênin.

36) bo medyenîş şu’eybî biray ewanman narde layan. gutî: gelo! eşê xuda biperistin; betemaş bin řojî seła û lê řadebê; lem ’erzeşda mil le xirapkarî menên.

37) ewan biřwayan pê nekird. ewsa lerze way dagirtin, ke le małî xoyanda hestyan lê biřa.

38) hozî ’ad û semûdîşman her beqiř dan; ke le şwênewarekanyan emetan bo derkewtuwe. şeytan karekanyanî cwan nîşan dan û řêy lê girtin, deşyan zanî [heq le naheq heławêrin].

39) qařûnîş û fîr’ewnîş û hamanîş [her bew derde çûn]. dyare mûsa gelê nîşaney aşkiray boyan hêna; bełam xoyan - lem zemîne - le xełkî be ziltir zanî. neşyan twanî be des êmewe derbiçin.

40) ême heryek lewaneman be tawanekey xoyan girt. ca hêndîkyan bay zor tundî piř le çewman narde seryan, hêndêkîşan naretey zil day girtin û hêndêkîşman be naxî zewîda řo bird; hêndêkîşyanman le awda nuqim kirdin. xwa naheqî lê nekirdin; bełam xoyan naheqîyan le xoyan kird.

41) ew kesaney ẍeyrez xuda dosgelêkyan bo xoyan peyda kirduwe - ger bizanin - wekû kakłemûşanyan beser hatuwe, ke xanûy bo xoy tenîwe. dyare xanûy kakłemûşan le hemû małan sis tire.

42) xwa dezanê çîn ewaney ẍeyrez xoy; ke ewan hanayan pê deben. her xoy xawen destełat û lekarzane.

43) ew nezîlane bo xełk dênînewe û zanayan nebê, têy nagen.

44) xwa asmanan û zemînî be heqanet çê kirdûn. bê gumane eme pende bo ewaney biřwadarin.

45) ewî bot beřê kirawe - lem kitêbe - bîxwênewe û nwêjî bike; nimêj xwêndin [miro] le karî naşîrîn û nařewa deparêzê. yadî xuda hêjatre û xuda le her karê deyken agadare.

46) eger degeł ehlî kitêb dekewne wituwêjewe, bew peřî nerim û nyanî qiseyan leteka biken; megîn letek ewaneyan ke naheqîyan kirduwe. êwe bêjin: bew qur’ane ke bo ême hate xwar û bew kitêbey bo êwe hatote xwarê, biřwa dekeyn; xuday ême û xuday êwe her yekêke, ême xoman bew despêrîn.

47) herweha em kitêbeşman henard bo to; ca kesanê ême kitêbman pêdawin, deyselmênin. lewanîşda [xełkî mekke] î wa hen biřway pê dênin. ẍeyrez xudanenasanîş, hîç kes nîye be nîşanekanî ême biřway nebê.

48) to ber lewe qur’anit bo bête xwarê, net detwanî hîç kitêbêkî wexwênî yan be destî xot bînûsî; eger waba, dił çepełan gumanyan lê peyda debû.

49) bełkû qur’an nîşanegelî aşkiras le sîney ew kesaneda, ke zansityan pê dirawe. ẍeyr le naheqîykaranîş, hîç kes nîye be nîşanekanî ême biřway nebê.

50) gutîşyan: bo le perwerindey xoyewe nîşan gelî [taybetî] bo nayete xwar? bêje: nîşanegelî wa lay xudaye, min her tenya tirsênerî nîşanderim, nehîçî tir.

51) boyan ewende bes nîye ke ême em kitêbeman bo to nardote xwarewe û ke boyan dexwênrêtewe? bê gumane ke lemeda - bo ewaney biřwa dênin - bizî û amojgarî heye.

52) bêje: ke xwa agadare le min û le êwe, bese. herçî heye le naw asmanan û zemîn, ew deyzanê; ewaney biřwayan be piřupûç hêna û, le xudaye ḧaşayan kird, her zyanyan le xo dawe.

53) dawat lê deken ke zor zû wa bikey bełayan beser bê. eger wext û seḧatî dyarî nekiraba, azaryan bo dadebarî. herbîna le nekawêkda tûşyan hat û pêş naḧesin.

54) wa be pele azardanit lê dexwazin, keçî bê so دۆژەە dewrey lexudanenasan dawe.

55) ewê řojê le ban ser û le jêr pawe azar dayan depoşêt û pêyan êjê: desa sizay kirdewey xotan biçêjin.

56) ey ewaney xawen biřwan û xo be ’edem dezanin! zemînî min berfiřehe, her tenya min biperistin.

57) hemû kesêk [taławî] merg deçêjê; le paşana detan hênnewe lay xoman.

58) ewî xawen baweř û akarçak bû bin, le beheşta deyanbeyne naw jûrgelêk cobaryan be berda deřwa û ta heta her lewê debin. ay çen çake padaşî xebatkarekan!

59) ewaney xořagir bûn û tewaw xoyan dawete des perwerênyan.

60) ay ke zorin tîrey ew canewerane, bijîw bo xo pena naden. xuda bewan û be êweş řozî deda; bo xoy bîser û zanaye.

61) eger to lemane pirsî: kê ’asmanan û zemînî wedî hêna û xor û heyvî destemo kird? bê guman debêjin: xuda. desa çilon [le řêgey heq] kila dekirên?

62) xuda her çonî gerek bê, řozî her kam le ’ebdekanî xoy kem û zyad deka. xuda bo hemû şit zanaye.

63) eger lemane bipirsî: kêye wa lew ḧewayewe barane dadebarênê û her bew awe zewî zîndû dekatewe paş mirdinî? bê guman debêjin: xuda. şukirane bo xuda. bełam zorbey ewane dewane nagen.

64) em jyaney ser dinyaye hemû her gep û gałteye û çî tir nîye; jyanî řasteqîne her lew dinyaye; eger ewane bîzanin.

65) herga swarî gemye debin, be diłî pak leber xwa depařênewe. eger xwa necatî dan û geyandinye ser wişkanî, dełên: xuda şerîkî hen.

66) ba lew çakey ême derbareman kirdûn, ḧaşa biken; ba řay bibwêrin û xoş bijîn, le paşeřoja têdegen.

67) axo nabînin mekkeman bo kirdûne şwênî hêmin, ke xełkî dewruberîşyan deřfêndirên? çon ewane be pûç biřwayan hênawe û çakey xuda le bîr deken?

68) kê lew kese naheqtire diro bo xuda hełdebestê, yan eger řastîşî bo dê pêy diroye? axo bo xudanenasan cê le cehendem nemawe?

69) ewaney le řay êmeda çûne xeza, êmeş ewan be řêgey xomanda debeyn. dyare xuda layangirî karçakane.