17- îsra’

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 16 Xulek  1395 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) pakî û bê ’eybî bo kesê le şewêkda şewřoyî be ’ebdî xoy kird; le «miscdalḧram»ewe ta «misicdalaqsîٰ» (mizgewtekey ewlatir); ew mizgewtey ême pît û pîrozîman dawe be dewruberekey; bew nyazey ke hêndêk bełgey xomanî pîşan bideyn. her xoy bîser û bînaye.

2) kitêbîşman da wemûsa û kirdimane řênwênêk bo bere û hezî îsřa’îl, ke: ẍeyrez min ba birîkarêktan nebê.

3) ey toremey ewaney ke degeł nûḧa hełman girtin! beřastî ew ’ebdê şukiranebjêr bû.

4) her le naw kitêbekeda agayîman be toremey îsra’îl da, ke: êwe lem serzemîne - le dû helda - mil le bedfeřî denên û zor be tundî badî hewayî denwênin.

5) herga êkem lem dû helane hateber, çend ’ebdêkî here azay xon nardine ser, giş wiłatyan lê ajnîn. em biřyareş cê becê bû.

6) le paşan karê waman kird, êwe lewan behêztir bin; hejmarîştan firetir bê û be darayî û zaruzîçîş yarmetîman pê geyandin.

7) eger êwe çake biken, çakey degeł xotan deken; egerîş xirapetan kird, le xotane. her katêkî bełênî paşîn hate cê, dîsan denêrîne sertan, watan lêken pejare û xem le řuxsartana dyar bê û ta bişçine mizgewtewe - wek carî pêşûşî çûnê - û her çêkîşyan deskewê tefrutûnay ken.

8) beşkû perwerindey xotan bitanxate ber bezeyî. egerîş têhełçinewe, êmeş têhełdeçînewe û, dojehîşman kirde zîndan bo giroy xudanenasan.

9) bê gumane em qur’ane řêgayekî pîşan deda le giş řêyan serřastire. bew biřwadaraneş ke wa akarçakin, mujde deda: padaşêkî gewreyan hes.

10) ew kesaneş ke baweř be dwařoj naken, azarêkî zor bejanman bo saz kirdûn.

11) miro çon debû bixiwazê çakî bo bê, awaş deyewê xirapî lê biqewmê. miro herwa belez buwe.

12) şew û řojman be dû nîşane nîşandan: nîşanî şewman dakujand, nîşanî řojîşman kirde hoy dîtnê; ta bigeřên be şwên řozî ke perwerindetan deyda û le jimarî sałekan û jimardinê serû derçê; hemû şitman be wirdî şî kirdotewe.

13) namey akarî her kesman - wek toq - le estoy kirduwe û řojî seła be nûsrawî ser’awałe, şanî dedeyn.

14) namey xot bixiwênerewe! emro îtir her xot ḧesêwgerî xotî.

15) kesêkî şarezay řê bê, şarezayî bo xoyetî; her kesêkîş le řê derçê, hełe bu n le dijî xoye. kes giranayî kesê tir nagrête mil. ta pêẍemberîş nenêrîn, cezrebe lemeřa nîye.

16) herke wîstiman şarêk qiř keyn, dewłetmene xoşguzeranekanî wan, dinededeyn bo bedfeřî û xirapkarî û le akama azaryan bo waco debê; ewsake têkî dehařîn.

17) zor bereşman le paş nûḧ lenawbirdiwe. bo to ewende bese ke perwerindet le gunaḧanî ’ebdanî agadare û deyanbînê.

18) her kesêkî xoşî her le dinya dewê, eger ême bimanewê, awatekey zû pêk dênîn, paşan be abřû nemawî derkirawî dojehêkman bo danawe, deybirjênê.

19) kêş xoşî ew dinyay dewê û - be pêy twana - boy dekoşê û baweřdare, koşşyan befîřo naçê û le berçawe.

20) hemû layan - çi ewan û çi emane - le xełatî perwerindet bê beş nakeyn. xełatî perwerindey to hîç lemperî leber nîye.

21) debřiwane, çon bazêkman le çaw bazêk serxistuwe; dyare ke le dwařojîşda pilewpaye û serxistin leme zortire.

22) degeł xuda hîç şitê tir meperiste, dena ewsa be weber teşer dirawî û derkirawî řodenîşî.

23) perwerênit fermanî da ke ẍeyrez wî meperistin; sebaret be day û babîş çake biken. herga yekyan yan herdûkyan - ta le lay ton - tûşî temenî pîrî bûn, hergîz ofîşyan pê mełê û تێان mexuře û be zimanî xoşyan bidwêne.

24) be bê fîzî byanxe jêr bałî bezeyî û bêje: ey perwerindey min! wekû eman minyan be şilkî pêgeyand, toş weber bezeyî xotyanxe.

25) xudanê we, le xotan çêtir dezanê çîtan be diłda debûrê; eger kirdewetan çak bê, bo ewaney le gunah deprîngênewe, be bûrdine.

26) xizimit beşî xoy biderê; hejar û le řêda mawîş bê beş meke; tewawîş des biław mebe.

27) ew kesaney hełexercin, degeł şeytan debne bira; şeytanîş bo perwerindey, bê emeg û sipłe derçû.

28) er neştibû beşyan dey û çawenoř bûy xuda le bezeyî xoyewe deruwêkit lê bikatewe, be zimanêkî nerim û nyan byandiwêne.

29) destekanit degerdinit wermehêne û tewawîş panyan mekewe, ke be serkonekirawî û ’ezretewe demênyewe.

30) perwerindet be panewe û be destinde řozî be her kesê bida beste be meylî xoyetî; her xoyetî le ’ebdanî agadare û deyanbînê.

31) zaroy xotan le tirsî le birsan mirdin le naw meben. êmeyn řozî ewanîş û êweş dedeyn. kuştinî wan, hełe karîyekî mezne.

32) tixunî zînaḧ mekewn; dawênpîsî akarî zor nalebare û řêbazêkî nahemware.

33) binyademê ke kuştinî be nařewa zandirawe, mekujin megîn leser heq. her kesêkî be naheqî bête kuştin, desełatman dawete des xwêngirekey; naşê le tołesandina hełeřo bê û lew barewe arîkarî bo kirawe.

34) neçin tixûn małî hetîwan bikewn, megîn corê ke baştir bê; heta pêdega witêdega. peymanîştan berne serê; peyman, pirsînewey heye.

35) eger pêwane depêwin, ba tekûz bê. kêşaneştan be terazwî beranber bê; wa hem bo êwe baştire, hem akamî pesinditre.

36) mekewe şwên şitêkî wa ke nazanî çîye û çone, çunke gwêçke û çaw û diłîş, giştyan pirsyaryan lesere.

37) be fîzewe hengaw beser herda menê; to natanî em zemîne biqełêşî û le dirêjîşda hergîz nageye bendenan.

38) giş emane - xirawekanyan - be lay perwerindey towe napesnidin.

39) emaneş beşêkin lew karzanîyane, ke perwerindet be toy řageyanduwe. wêřay xuda peristûy tir meperiste; ke ewsa be lomekirawî û řawnirawî tûř edrêyte duř cehendem.

40) axo perwerindey êwe, be taybetî kuřî be êwe bexşîwin û firişte mêwînekanîşî bo xoy dana? qiseyekî zor zil deken.

41) ême le naw em qur’ane zor şitman şî kirdotewe heta eman pend wergirin, keçî her řewîneweyan pitir deka.

42) bêje: eger - bew core ewan debêjin - wêřay xuda xwayanêkî tir bibûna, ewsa peycor debûn ke řêy çûnelay xawenî textyan wedozîba.

43) xwa le kemayesîyan dûre û zor beriztire lewaney ke ewane basî lêdeken.

44) ḧewt asmanan û zewîn û herçî le naw ewandaye, her pakaney xuda deken. hemû şitêk - be pesin danewe - pakaney ew deka; bełam êwe pakaney ewan nabîsin. ew leser xow be bûrdine.

45) demê ke qur’an dexwênî, ême le nêw tow ewaney be dwařoj biřwayan nîye, perdeyekî dapoşêner řadengêwîn.

46) serpoş gelêkî waman naye ban diłyan ke têy negen; guhekanîşyan kip debin. herga le qur’anekeda nawî perwerindey takit be demda dê, be qînewe pişt hełdeken.

47) ême baştir dezanîn gwê le çî degirin, lew demeda ke gwê bo to řadedêrin, ew kateş ke xerîkî sirte kirdinin. katê naheqan debêjin: êwe her dekewne şwênî mêrêkî cadû lêkiraw.

48) debřiwane çon mezmûdet lê dexwênin, ewane wa le řê kilan, ke taze řêge dernaken.

49) deşłên: axo eger êsk û pirûskîş bîn, jino dirust debînewe?

50) bêje: kuçk yan asin bin,

51) yan çê buwêk ke le xeyałî êweda zil denwênê. ewsa êjin: kê zîndûman dekatewe? bêje: ewî yekem car dirustî kirdin. ewsa ser deleqênin û êjin: kengê? bêje: şayet bem zuwane.

52) řojê ke bangû lêdeka û êwe be pesin danewe û supasewe persivî lê wegeřênin û wa têdegen - kemêk nebê - leser dinya nemawnewe.

53) to be ’ebdanî min bêje çî baştire ewe bêjin; çunke şeytan sodreyu le nêwda deka. ew şeytane be aşkira dujminî cisnî ’însane.

54) perwerindet be êwe agadartire. eger ḧez ka ber bezeyî xoytan dexa; ḧezîş bika tûşî cezrebetan deka; toşman nenardote layan birîkar bî.

55) perwerindet bew şitaney le asmanan û zemîndan, zanatre. le naw pêẍemberekanîş hêndêkman le hêndêkî dî beřêztir girt, zebûrîşman da be dawud.

56) bêje: hana berin bo ew kesane wa - be cê xuda - be peristûtan dezanîn; ke natwanin beław leser laberin, pêşyan nakirê bo yekî tirî binêrin.

57) ew kesaney ewan hanayan pê deben, kamanyane nizîktirin, be dûy hoda degeřên ke bigen be perwerênyan û hîway bezeyî ewyane û le cezrebeşî detirsin. cezrebey perwerindey to hêjaye lêy beparêz bin.

58) pêş hatnî řojî qyamet, hîç awedanî namênê têkî nedeyn yan xełkekey tûş azar nekeyn; ke her emeş le kitêbekeda nûsrawe.

59) ême ke nîşanekanman nedenardin, her boye bû pêşînekan be diroyan le qełem dedan. arwanîşman be aşkira da be semûd; keçî naheqîyan degeł kird. ême her bo tirs webernan, nîşanekan beřê dekeyn.

60) ew ḧeleş ke be toman wit: perwerênî to dewrey le merdim dawe; xewnêkîş ke pêman dîtî û ew dare neḧletîye ke le qur’anda basî kirawe; giş bo ezmûnî merdim bû. ême ewan detirsênîn; keçî ewan her pitir milhuřî deken.

61) katê witmane firîştan: sujde leber adem berin, sujdeyan bird îblîs nebê. gutî: çon min sujde debeme ber kesê ke le ḧeřît çê kirduwe?

62) gutî: be min bêje em terḧ û dîdaret, le min bezlitir zanîwe? eger heta řojî seła berim bo berheła bikey, toremekey - kemêk nebê - serleberî, debê bixeme jêr çingim.

63) gutî: biřo! sa her kesê lewan weşwên tu bikewê, sizay hemûtan dojehe û sizayekî piřbepře.

64) her kamê to pêy dewêrî, bangî bike û diney bide û be swar û pyadey xotewe bige serî û bibe hawbeş le mał û zarołekanyan, soz bide wan; sozî şeytan tenya her xełetandine.

65) to beser ’ebdanî minda hîç destełatêkit nîye; perwerindet birîkaryane, besyane.

66) perwerindew le ḧand êwe dilovane. gemyetan le zeryayeda dexate geř ta le songey, bijîwî xotan des kewê.

67) herga le naw deryayeda tûşî ferteneyek hatin, hana bo her kesêk berin, ber pêware, beẍeyrez ew. herke řizgarî kirdin û çûne ser bej, awřîşî lê nadenewe; miro zor emeg nenase.

68) axo lewe arxeyanin ke le bejeke řonaçin yan bahoztan lê heł naka, ewsa kestan gîr nekewê firyaw kewê?

69) yaxo lewe arxeyan bûn carêkî tir řêtan dewê naxatewe, ewsa bayekî behêztan lê heł bika û le tołey pê nezanîtan nuqmû bika? le paşanîş hîçkestan bo peyda nebê ke le beranber êmewe yarîdew da?

70) ême řêzman le toremey adem girt û le wişkanî û le zeryada hełman girtin; řozî pakjiman pêdawin; le çaw zor le kirdey xoman zor pitir qedirman girtûn.

71) lew řojeda ke her tîreyek le merdim - wêřay namey kirdeweyan - gasî dekeyn; herkê namey dedestî řastî nirawe, emane namekey xoyan dexwênnewe û beqey dawî zirawî naw nawke xurmaş heqyan lê zewt nakirê.

72) herkêş lem dinyaye kwêre , le dwařojîşda koreye û pitrîş řêgey lê gum debê.

73) hêndey nemabû emane lew fermaney - ke ême pên řageyandûy - kilat ken û şitêkî tiryan bo bênî û diro be zarî êmewe heł bibestî; ke ewsa debûne dostit.

74) eger xoman toman tund řanegirtaye, lewanebû kemêk be lay ewanda bêy.

75) eger waş ba, sûr bizane her le jînda dû qat cezrebeman deday; le mergîşda azareket dû sere bû. ewsa kesî waşt nebû - deser meřa - bête hanat.

76) hêndey nemabû ewane lew serzemîne bitxene tenganewe, takû lewê wederit nên. eger waş ba, be şon toda - demêk nebê - [ewanîş] têda nedeman.

77) pêwdanêke [le êmewe], ke bo ew pêẍemberaney berle toş bûn, nardûmanin; yasay ême gořanî beserda naye.

78) lew mawey xor kila debê heta tarîkanî şewê nwêj bike û nwêj xondinî sipêdeşt her lesere. nojxondinî sipêde beheřmeye.

79) le şewîşda boy hestewe; eme zyade nwêjî to bê. beşkêkim perwerindey to bitnêrête cêgayekî pesind kiraw.

80) bişpařêwe ke: ey perwerindekey min! řêgem berew řastî berew berewřastîm be řê bike; hêzêkî arîkarîşim bodyarî ke.

81) bêje: ewa řastî hat û çirûk nema; dyare çirûk le nemane.

82) ême wêřay em quř’ane, şitî waw bo beřê dekeyn ke mifa û bezeyî têdaye bo xawen baweřekan û naheqanîş pitir pêy zyanbar debin.

83) miro herga ême behreyekî dedeynê, pişt têdeka û badî hewayî denwênê; herga bełaşî beser hat, tûşî nahumêdî debê.

84) bêje: řeftarî her kesê bepêy akarî xoyetî. perwerindet zanatre, kê le êwe le řêge şarezatre.

85) le to depirsin: gyan çîye? bêje: gyan her lewaneye ke perwerindem deyzanê; êwe kemêktan le zanist pêdrawe.

86) eger ême keyfin lê bê, herçîyekman pê řageyandûy deybeynewe; kesîş nîye dijî ême lemeda arîkarit bê.

87) ca megîn perwerindey to bezeyî pêta bêtewe, ke zorî çake leserte.

88) bêje: eger miro û cin, giş weko bin, wêney em qur’ane bênin, le şibî ew dademênin; ba hemûşyan piştîwanî yektirî bin.

89) ême le her barêkewe le qur’anda nezîleman bo merdim hênawetewe, bełam zorbey em merdime - ḧaşa nebê - hîç nazanin.

90) gutyan: biřwat pê nahênîn ta lem ’erze kanîyekman bo hełdequłênî;

91) yan baẍêkî xurma û řezit hebê û karêkî wa bikey ke cobaran le nawyana fiřkeyan bê;

92) yan - wek xot xeyałit dekird - pajpajî em ’asmaneman beserda dabwerêne; ya xuda û çend firişteyek bêne û řûbeřûman bike;

93) yan małêkit le zêř hebê; yan be asmanda hełbiçî û serîş kewî, baweř nakeyn; ta kitêbêkman degeł xot bo dênî û deyxiwênînewe. bêje: pakî her bo perwerindekeme, axo min çîm bil le miroyê pêẍember?

94) tenya byanûy em merdime - ke şarezayîşyan bo hat û biřwayan pê nekird - emeye êjin: ca çon xuda miroyekî be pêẍember nawdêr deka?

95) bêje: eger firişte be arxeyanî lem herdeda řoyştiban, dyare ême le asmano pêẍemberê firişteman bo denardin.

96) bêje: xuda bese bo şayet le nêwan ême û êwe; her ew derbarey ’ebdanî agadare û deyanbînê.

97) kesê xuda řêy nîşan da, şarezaye; gumřaşî ka, ẍeyrez xud a to dostyan bo peyda nakey. řojî sełaş be demewřûyî û koreyî û lałî û keřî, hemûyan ko dekeynewe. enwayan ceḧendem debê. heta agir dê damirkê, kiłeke pitir nêł dedeyn.

98) ba eme gořî gyanyan bê; çunke ewan le nîşanekanî me ḧaşayan kird û gutyan: axo eger êsk û pirûskîş bûyn, dîsan zîndû dekirêynewe?

99) axo ewende nazanin, ew xudayey asmanekan û zemînî dahênawe, detwanê hî wek ewanîş dirus bika; maweyşî bo dyarî kirdûn ke bê gumane her dega? bełam naheqîykarekan her ḧaşa kirdin dezanin.

100) bêje: eger êwe xêwî gencînekanî bezeyî perwerindey min bûnaye, hêman des řijdîtan dekird. miro çikûs û qiřnîse.

101) no nîşaney aşkiraman da be mûsa; le berey îsřa’îl pirse, [ew dezanin.] katê geyşte berew, fîr’ewn pêy wit: mûsa! min wa xeyał dekem eto cadût lêkirawe.

102) gutî: to xot sûr dezanî em şitane kewa zeq leber çawanin, her dahênerî zewîn û ’asmanekan nardûnye xwar. fîr’ewn! minîş lam waye to têda deçî.

103) wîstî geřyan têhałênê û lew serzemîne deryan ka, êmeş em û xiř ewaney degełya bûn, nuqmin kirdin.

104) le paş ewîş be berey îsřa’îlman gut: nîştecê bin lem wiłate û her demêkîş seła řabû, ewsa giştû pêkewe ko dekeynewe.

105) ememan beřastî nard û beřastîş hate xwarewe; ême toman her boye nard mijdeder û tirsêner bî.

106) qur’anêke be cyacya nardûmane; ta hêdîka bo merdimî bixwênyewe û beranber be pêwîstî řoj beřêman kird.

107) bêje: êwe biřwatan pê bê ya nebê, ew kesaney le pêşûda [leme] agadar kirabûn, herga boyan dexwênnewe erzîng dexene ser zewî û sujde deben.

108) eşłên: pakî bo perwerindey êmeye, bełênî perwerindeman wa wedî hat.

109) demewřû xo tixêł deken û degrîn û emeş xo bekem zanînyan pitir deka.

110) bêje: hawar le xwa biken yan hana be řeḧman berin, her yekêke; ew nawî zor pîrozî hen. le nojtida meqřêne û meş wirtêne! şêweyekî nawincî bo xot řeçaw ke.

111) bêje: supas bo xudayê ke hîç firzendêkî bo xoy hełnebjard û le mułkîda hîç birabeşêkî nebuwe û be naçarî hanay be kes nebirduwe û tarîfî gewreyî bike; tarîfê ke hêjay ewe.