16- neḧil

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 19 Xulek  987 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) ewa fermanî xuda hat, peley meken. xuda pake û gelêk lewe beriztire ke bêjin hawkarî heye.

2) firiştekan wêřay wełamekanî ew - bepêy fermanê ke eyda - denêřête xwarê bo lay her kesê le ’ebdekanî ke xoy ḧez ka; gefan le xełkeke biken ke: hîç şitê şyawî peristinê nîye cige le xom; debê her le xom bitirsin.

3) em ’asmanane û zewîney her bo řastî dahênawe. beriztire û dûre lewey ewan deyken be şerîkî.

4) binyademî le tinokêk berhem hêna; keçî bote dujminêkî be aşkira.

5) wiłsatîşî her bo êwe berhem hêna, ke germayî û behreyan bo êwe têda û lêşyan dexon.

6) latan cwan û řazawen, katêk deyanben bo leweř û katêkîş deyanhênnewe.

7) giranbartan řadegwêzê bocêgey wa ke bo êwe zor dijwar debû bîgenê. perwerindet zor diłsoz û dilovane.

8) esp û êstir û kerîşî, hem bo swarî hem bo xo be cwan řananî êwe çê kird. şitî wehaş dirus deka ke nayzanin.

9) xuda her hêndey lesere řêgey řast dest nîşan bika. řêgey xêç û xwarîş heye. eger bo xoy bîwîstiba, hemûtanî dexsite ser řasteřêye.

10) her xoyesî lem ḧewaye awêkî bo dabarandin ke êwe lêy vedexon û řuwekîşî pê şîn debê û lew řuweke, wiłsatekanû deçerin.

11) her bew awe çandemenî û zeytûn û řez û darxurmaw bo deřwênê û giş berubotan pêdeda. eme zor bełgey têdaye bo ewaney řademênin.

12) şew û řojî bo řam kirdin; heyv û xor û giş hesareş milkeçî fermanî ewn. lemeşda zor nîşane hen bo kesanê ke têdegen.

13) lem zemîneş gelê şitî řengawřengî bo êwe wedî hênawe; lemeda nîşane heye bo ewaney řademênin.

14) her ewîşe zeryay xistote berdestû ke goştî tazey lê bixon; xişłîşî lêy bênne derê û be xotanyewe hełwasin. ewa debînî ke gemyeş singî derya deqełêşin; ta çakey ewtan des kewê û beşkû şukirane bijêr bin.

15) kêwe hełemûtekanî lem zemîne kirde lenger, heta êwe nelerzênê û çom û řêbazîşî şandan, ta êwe řêw bidoznewe.

16) nîşanegel dîkeş hen û be estêreş řê derdeken.

17) axo kesê le çê kirdinê westaye, çilon wek ew kese waye, lew bare çî le des naye? axo êwe pend nagirin?

18) eger herçî çakey xudaye bijmêrin, le jimardin dwayîw naye. xuda le guna debûrê û dilovane.

19) her şitêkî weyşêrin û herçî aşkiraşî biken, xuda deyzanê.

20) ew şitaneş ke hanayan pê deben û ẍeyrez xudan, lyan naye hîç dirus ken; her bo xoşyan dirus dekirên.

21) mirduwêkin gyanyan be berda nekirawe; hestîş naken kengê zîndû dekirênewe.

22) xuday êwe her yekêke. ew kesaney biřwayan be dwařoj nîye, diłekanyan dijbaweřn û xoşyan her be zil dezanin.

23) bê gumane xwa dezanê çî le xuda deşarnewe û çî derdexen. xuda le xobezil zanan xoşî naye.

24) hergayekî lêyan pirsî: perwerêntan kam mebestî nardote xwar? êjin: çîrokî pêşînan.

25) desa ba řojî qyamet barî tawanî xoyan û ew kesaneş hełgirin ke be bê zanist, ewan le ڕێان la deden; ay çend barê nalebare!

26) řastit dewê ewî le pêş emaneş bûn, dehobaz bûn. xuda dam û dezgayanî le hîmewe hełtekand û mîçîşyan beserda řima û le şwênêkewe azaryan bo dabarî, ke her hestîşyan pê nekird.

27) paşan le řojî sełaşda abřuyan pêwenahêłê û dełê: lekwên ew şerîkanem ke êwe kêşetan leserdekirdin? ewaney ehlî zanistin, êjin: emro abřûçûn û bedbextî xwanenasane.

28) ew kesaney ke pê mêrdî xuda gyanyan lê destênê û sitemyan le xo kirduwe, mil řadekêşin û êjin: çî xirapin nekirduwe; bełê, xuda xoy dezanê ke êwe akarû çon bû.

29) sa le dergay dojehewe biçne ewdîw, tahetaye her lewê bin. ay ke cêy badî hewayan nahemware.

30) le parêzgaran depirsin: perwerindew çî be xełat narde xwarê? êjin: herçî here başe. bo ewaney le dinya xawen çake bûn, çake heye û dyare baregay ew dinyaş baştire û ay ke małî le xudatirsan çend xoşe!

31) deřone naw baẍatêkî wa ke hergîz le beyn naçê; cobaryan beberda deřwa; çî arezû ken tyaye. xuda awayne padaşî xoparêzan dedatewe.

32) ew kesaney firişte gyanyan dekêşê û çak û pak le dinya deřon; êjin: siłamî xwaw lê bê û lebatî kirdewekantan de biçne naw beheştewe.

33) axo ew xwanenasane ẍeyrez ewe ke firîştan bêne layan, yan fermanî perwerindetyan pê biga, çawenořêkî tiryan hes? pêşînekanî emaneş her em akareyan hebû. xwa naheqîy lê nekirdin; bełam her xoyan naheqîyan le xoyan kird.

34) sizay akarî xirapyan hate řêyan; ew şitey gałtecaryan bû abłoqey dan.

35) ew kesaney şerîkyan bo xwa peyda kird, gutyan: er xwa meylî lê ba, ne ême û ne bab û kałman, ẍeyrez xoy çin nedeperist; hîçman bê fermanî ewman be nařewa nedezanî. řabirduwekanî ewaneş her wilobûn. pêẍemberan cige le řageyandinî be aşkira, çî dîkeyan leser heye?

36) bo naw hemû komełeyek pêẍemberêkman beřê kird, ke xuda biperistin û le şeytan dûreperêz bin. bazê lewan xuda xoy şarezay kirdin; hêndêkîşyan gumřayî be bejnyan biřa. de leser erz bigeřên û twaşa ken çarenûsî pêẍember be dirozin zanan be kwê geyşit.

37) herçende hewł bo şarezabûnyan bidey, gumřayekan, xwa řêgeyan nîşan nada û kesîş dehanayan naye.

38) be swêndewe řeş bûnewe, ke: wexuda, xuda kesêkî ke demrê, taze zîndûy nakatewe. her bełênê xuda bîda, her dête cê; bełam zorbey ew merdime dewenagen.

39) takû xuda ew şitey wa ewan kêşeyan leser kird, aşkira ka û ba xwanenasan têbgen ke’ewan diroyan dekird.

40) me herçîyek bimanewê peyda bibê, her hêndeye ke pêy bêjîn: bibe; debê.

41) ew kesaney leber zułmê terebûn û awarey řahî xuda bûn, lem dinyaye cêgeyê başyan edeynê û eger bo xoyan bîzanin, padaşî ewlaş baştire.

42) ew kesaney xořagir bûn û xoyan her be xuda espard.

43) le pêş toşda her kesêkman be pêẍemberî narduwe - îllan û bîllan - pyaw buwe û be firişteda fermanî xoman bo nardûn. eger êwe newzanîwe, sa lew kesane bipirsin, ke kitêbyan xwêndotewe.

44) be bełge û nîşananewe û be peřenûsrawanewe [ewanman nard]. wa bo toş em kitêben nard. ta xełkî lê têbgeyênî şayeta bîr bikenewe.

45) axo ewaney be fêłbazî xerîkî bedfeřî bûn, arxeyanin ke xwa nuqmî ’erzyan naka, yan le şwênêkewe - ke her bîrîşî lê nakenewe - azarêkyan bo nabarê?

46) yan le řêy hatuçoyanda degîryan xa û netwanin xoyan derbaz ken?

47) yan katê ke tûşî tirsin, byangirê? sa her perwerindey toye wa diłsoz û dilovane.

48) daxum be çaw neyandîge, ke herçê xwa dayhawridge, sêweryan be řas û çepa - be milkeçî - sujde berew xwa ewen?

49) herçî le naw asmanan û herçî le naw zewînda bizawî heye û firîştanîş, sujde bo xuda deben û baẍrîş nîn.

50) tirsyan heye le perwerindey ban seryan; her fermanêkî boyan bê, be cêy dênin.

51) xwa witûye: ba dû peristûtan nebê, peristû tenya yekêke û eşê her le min bitirsin.

52) herçîş le asmanekan û zewînda hen, her hî ewn û dînî hemîşeyîş her taybetî ewe. axo debê le ẍeyrez xuda bitirsin?

53) her behreyek řû têdeka le xwaweye; paşan eger çurtimêkîştan beser dê, berew ew delałênewe.

54) le dway ewe bełaşî leser labirdin, hêşta komełêk le êwe şerîk bo perwerindey xo peyda deken.

55) her ta herçî pêman dawin ḧaşay lê biken. sa řay bwêrin, zor naxayenê têdegen.

56) lew bijîweş kepêman dan, beşêkî deden bewaney ke hîç qazanc û zyanyan lê nabînin. swênd be xuda, leser diro hełbestinû lê pirsînewetan debê.

57) kîjan bo xuda dadenên - ke ew lew şitane pake - bo xoşyan çî arezû ken.

58) her katêkîş mijdey kiçê bo yekêk lemane biçê, řuxsarî řeş hełdegeřê û leber xoy pîş dexwatewe.

59) le meynetî ew hewałey pêydirawe, le hozî xoy tere debê; axo be sûkayetî be xêwî bika, yan denaxî axî řaka? ay çend xirap pê řadegen!

60) em kirdewe xirapane hî waneye, ke baweřyan be řojî sełaye nîye. nimûney baştirîn akar, lay xudaye û her xoy xawen destełatî lekarzane.

61) eger merdim leser naheqî kirdinyan xudagîr ban, lem serhede cûqewaryan lê biřa bû; bełam deyanhêłêtewe heta řojî dyarî kiraw; eger ew demeş wextî hat, ne tawêk wepêşyan dexa, ne deşkirê bimênnewe.

62) her şitê pesnidî naken, layan waye hî xudaye; zimanî fêre diroşyan çakey dedate pał xoyan. bê gumane beşî emane agire û bo lay eweş dedrêne ber.

63) swênd be xuda, berle toş pêẍemberanman bo ser gelan beřê kirdin. şeytan kirdewekanyanî bo xemłandin; kewa emroş dostî nizîkî emane, her şeytane û beşyan azarî bejane.

64) her boye em kitêbeman eřay to henarde bero, ke bekêşey nêwan emane řabgey û řêşander û bezeyî bê bo kesanî xawen baweř.

65) xwa awî le ḧewayewe dabarand; zewî mirdûy pê jyandewe. ke lemeda bo ewaney gwê bîs debin, nîşaneye.

66) le wiłsatîşa bo êwe pendêk heye: le naw sikyan, le nêwanî řîx û xwênřa, şîrêkî pak û řewanû derxiward edeyn, bo ewaney wexorewen گۆارایە.

67) le berhemî darexurma û řezekanîş, serxoş kere û bijîwî baş řenêw dênin. lemeşda nîşane heye bo ew kesaney têdegen.

68) xwa mêşengiwînî řa’espard, ke: le kawan û daran û ew şwênî hełîdebestin, şwênî jînî xot hełbeste.

69) paşan le giş berubû bijîwit bimje; îtir - be milkeçî - řêgey řahênerî xot bigreber. le derûnî tirawêkî hemeřenge dête derê; mifay bo merdim têdaye; ke lemeşda bo kesanê řademênin, nîşaneye.

70) xuda êwey her le nebû dirus kird û paşan gyanû lê destênê. têtandaye debête pîrî zemîngîr, ta lepaş zanînî zor şit hîç şitî le bîr nemênê. xuda zanaye û twanaye.

71) xuda řozî hêndêktanî le hêndêkan pitir dawe. ewî pitryan pêdrawe, beşî jêrdestanî xoyan nadenewe; ke leweşda wekû yekin. axo êwe le behrey xwa ḧaşa deken?

72) xuda her le cisnî xotan cûtey danê; le hawcûtan kuř û newey pê bexşîwin û řozî pesnidî pêdawin. çon biřwayan bew hîç û pûçane heye û le behrey xwa ḧaşa deken?

73) ẍeyrez xuda, şitî weha deperistin ke le naw ’erz û ’asmanda hîç bijîwê şik naben ke byandenê û her naştiwanin.

74) êwe nezîlan bo xuda mehênnewe; xuda hemû şit dezanê û êwen ke hîçêk nezanin.

75) xwa nezîlêk dênêtewe: benyek heye hîç karêkî le des naye; kesêkîş hes bijîwî başman dawetê, be nihênî û be aşkira bextî deka; axo wekû yek dênewe? supas her şayanî xwaye; bełam zorbeyan nezanin.

76) emeş be nezîle dênê: dû miro hen; yekyan lałe û hîç karêkî le des naye û serbarî aẍay xoyetî û bo her کûێەکی bînêrê, hîç behre nahênêtewe; lel ew kesey ferman bo yeksanî deda û xoyşî leser řasteřêye, çon çun yekin?

77) her pîwarê le erz û asmanandaye, bo xudaye. hatnî řojî sełayeş wek çawtirûkanê waye; ya nizîktir. xwa hêzî beser hemû şitda deşkê.

78) xuda êwey le pizdanî daykitanewe wederxist; keçî hîçû nedezanî. çaw û gwêçke û diłî danê, beşkû şukiranebjêr bin.

79) axo pelewer nabînin, ke le teşqî ’asmanê řam kirawin? ẍeyrez xwa kê řayandegrê? ke lemeda nîşanen bo baweřdaran.

80) xuda xanûy bo çê kirdûn ke تێاندا bisênewe. enwaşî le pêstî wiłsat bo saz dawin ke le řojî koç kirdina û le katî maneweştana, sûk bê botan. le hirîş û lwaw mûyan, kel pelî pêwîstî mał û kała heye le mawey guzeranûda.

81) xwa lewey xułqandûyetî, nisê zorî bo êwe wedî hênawe û le kêwanîş pesîwî bo çê kirdûn û cil û bergêkîşî botan saz dawe ke le katî şeř û germada dewparêzê. awa xuda behregelî xoy bo êwe tewaw deka; bełkû gwê be fermanî bin.

82) eger her řûyan werçerxand, řageyandinî aşkira, leser toye û hîçî tir na.

83) be behrey xuda dezanin; keçî ḧaşay lê deken û zorbeyan emeg nenasin.

84) řojê ke le her komełêk yekê bo şayetî dênîn, ewsa îznî [axaftin] be xudanenasan nadrê û ’uzrîşyan lê napezêrin.

85) herga ewaney naheq bûn, azar û cezreweyan dî; ne lêyan sivkitir ekirê û ne hîç wiçanyan pê dedrê.

86) ew kesaney deyanut: xwa şerîkî hen, herke çawyan be hawbeşekanyan kewt, êjin: ey perwerindeman! emanen hawbeşekanman ke cya le to hanaman ebirde beryan. emane le cwawyana êjin: êwe derewan debêjin.

87) îtir her lewê řojêda naçar debin milkeçî fermanî xwa bin. eweş kewa hełyan debest, hemû befêřo derdeçê.

88) ewaney xwayan nenasî û řêgey xwayan berbest ekird, le cezay ew bedfeřyeda ke deyankird - qat leban qat - her azaryan pitir dekeyn.

89) řojê ke le naw her gelê yek le xoyan be şayet řast dekeynewe, to şayetî êmey be ser emanewe. em kitêbeşman bo nardûy, hemû şit řûn dekatewe û řênwênî û dilovanî û mijdeye bo musułmanan.

90) xwa be ’edałet û çake û bexşîn be xizim û kesukar, ferman deda û řê nada be akarî pîs û xirape û desdirêjî. amojgarîtan lêdeka beşkû pendî lê wergirin.

91) ew peymaneş ke degeł xuday debestin, be cê bênin. swêndekanîşû meşkênin; paş ewey ke lê biřawin pêkyan bênin û xudatan be çawdêrî xotan danawe. dyare xuda hay le kirdewetan heye.

92) neçin wek jineke biken, ke řîsekey - le paş kirjî - xaw kirdewe û pis pisî kird, swêndeketan bikene hoy firîwdanê; bew behaney fiłanegel le gelê tir bawxoştirin. dyare xuda beme taqîw dekatewe; ta le řojî qyametîşda botanî řoşin bikatew, leserçî pêk nedehatin.

93) eger xuda keyfî lê ba, giş deykirdin be haw ayîn; bełam kesê xoy ḧez bika, gumřay deka û le kêş ḧez ka, deyxate ser řasteřêye. dyarîşe lêtan depirsin ke êwe çîtan kirduwe.

94) be swêndanû yektirî le xişte meben; neka patan paş pitew bûnî bixlîskê û leber řêgey berew xuda bestinîştan, tamî beła biçêjin û cezrebey zorû leser bê.

95) peymanî xwa be nirxî hindik mefroşin; ger têbgen, ewî le cem xwa heye zor baştire.

96) ewey êwe le latane le beyn deçê; ewî le lay xuda heye, her demênê û ew kesaney xořagir bûn, le beranber kirdeweyan - be zyadewe - boyan têhełdênînewe.

97) her kesê kirdarî başe û bebaweře - çi nêr, çi mê - heta dejî wadekeyn be xoşî bijî; dyarîşe baştir lewey wa kirdûyane, ême padaşyan dedeynê.

98) katê qur’anê dexwênî, her pena be xuda bere le şeytanî tiřokiraw.

99) ew hîç zorêkî nîye beser wanewe ke bûne xawen baweř û xoyan be perwerindeyan esparduwe.

100) ew her beser ewaneda destî deřwa, ke xoyan kirdote dostî û şerîk bo xuda peyda deken.

101) herga ême bełgeyekman be bełgeyê tir wegořî - xudaş xoy çaktir dezanê çî denêrê - êjin: xot hełt bestuwe. na wa nîye! ewan zorbeyan nazanin.

102) bêje: gyane pîrozeke, beřastî le perwerindetřa hênawye; heta xawen baweřekan diłnya ka û řêşander û mijde bê bo ew kesaney musułmanin.

103) ême ewe baş dezanîn ewan êjin: binyademê fêrî deka. ew kesey ew nyazyane le ’arebîda kołye û aşkiraşe ke zimanî em qur’ane be ’arebîyekî řewane.

104) ew kesaney be bełgekanî xudayî baweř naken, xuda şarezayan naka û cezrebey bejanyan debê.

105) her ewane diro be dem xwawe deken, ke be bełgekanî xuda baweř naken. her bo xoşyan diroznin.

106) her kes biřway be xuda bûbê û le paşan ḧaşay lê bika, [siza dedrê] megîn kesê naçar kirê û le baweřî diłnya bê. bełam kesê be ḧaşakey diłî xoş bê, ber tûřeyî xwa kewtûn û azarî zor dijwar dedrên.

107) çun emane guzeranî ser dinyayan le dwařoz pitir xoş dewê; dyare xudaş giroy xudanenasan şareza naka.

108) emane her ew kesanen xuda morî beser diłyanewe nawe û çawî bê so û gwêy kip kirdûn; emanen bê agayekan.

109) dyarîşe le qyametêda her ewanin zyanbarin.

110) ca ewsa ke perwerindet, lewane wa paş ew ezmûne sextane, zêdî xoyan be cêhêşt û çûne xeza û xořagir bûn, perwerindet - paş emane - dyare lewane debûrê û dilovane.

111) lew řojeda ke her kesêk her tenya kêşey xoyetî û her kes be pêy kirdewey xoy, padaşî tewaw werdegrê û hîç naheqyan lê nakirê.

112) xwa şarêkî nezîle hênawetewe, ke zor hêmin û bêwey bûn; le hemû aqarêkewe fire bijîwyan bo dehat; keçî lem hemû çakeyey ke xuda derbarey kirdin, ḧaşayan kird. le barteqay ew kirdarey ke deyankird, xuda debergî birsêtî û tirsî pêçan.

113) pêẍemberêk her le xoyan hate layan, hemû be diroznyan zanî. ca çunke hênde naheq bûn, hemû tûşî tûşî hatin.

114) lew bijîwey xwa pêy dawin, bixon, ḧełał û zełałe û her şukirane bijêrî behrekanî bin; eger her ew deperistin.

115) xuda tenya her parêzî bo danawin le mirdar û goşt beraz û xwên û herçî nawî ẍeyrez xway lê dênin. kêş naçar bû, her ewendey têrî bika û îtir dest dirêjî neka; ewsa xuda gunabexiş û dilovane.

116) be diro zimanû negeřê; ke em řewa û em nařewas; her bo ewe be dem xwawe viř hełbestin. ew kesaney diro bo xwa hełdebestin řizgar nabin;

117) guzeranêkî hindik û azarî bejanyan heye.

118) bo ewaney cûlekeşin, ew parêzeman danawe ke depêşda be toman gut. ême hîç ga naheqîyman lewan nekird; ewan xoyan naheqî le xoyan deken.

119) bo ewaney le nezanî xirapeyan lê řû deda û le paşan deprîngênewe û debne pyawçak, perwerindet - paş emane - gunabexiş û dilovane.

120) îbřahîm pêşewayêkî berew heq çûg û berfermanî xuda bû; ne le řêzey ewane bû şerîk bo xuda denasin.

121) çakey xuda û le çawda bû; xwaş bo xoy hełîbjard û şarezay řêgey řastî kird.

122) le dinya behreman dayew lew dinyaş le berketyane.

123) paşan be toman řageyand, ke: peyřewî ayînî îbřahîmî berew heq çûg be; ew wêřay ewane nebû ke şerîk bo xwa dadenên.

124) řêzgirtinî řojî şemme bo ewane biřyar dira ke kêşeyan leser dekird. perwerindet řojî seła dyare bew kêşe řadega ke le naw ewanda řûy da.

125) bekarzanî wi’amojgarî pesind, merdim berew řêgey perwerindet gazî bike û be çaktirîn şêwe legełyana bidwê. perwerindet lew kesaney le řêgey ew layandawe - le giş kes - agadartire û her xoyşî baştir dezanê kêye leser řasteřêye.

126) eger tołe destênnewe, darbedar bê û pitir nebê; xo eger xořagrîş bin, dyare bo xořagrekan zor baştire.

127) xořagir be! dyare xořagirtinîşt her be xwaye û xemyan mexo û lew gizî û fêłaneş deyken, diłteng mebe.

128) bê so xuda wêřay xoparêzan û çakekarane.