18- kehif

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 16 Xulek  1180 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) şukirane bo ew xudayey em kitêbey bo ’ebdî xoy narde xwarê û hîç nalebarî tê nexist.

2) [kitêbêkî] zor pitewe, ta le sizay tundutîjî - ke bînwênê - tirsî weber merdim binê û be ew xawen baweřaney akarçakin mijde bida ke padaşî başyan debê;

3) padaşê hetahetayî.

4) heta ewaneş bitirsênî ke wityan: xuda firzendî bo xoy hełbijarduwe.

5) ne xoyan çîyan lê zanîwe ne bab û bapîranîşyan; qisêkî yegcar zelamyan le dem derçû. herçî êjin le viř pêwe, çî tir nîye.

6) řenge to bo ew kesaney biřwa bem kitêbe naken, xemê wa bixiwî, tê biçî.

7) herçî lem serzemîneye ême kirdin be zenberî ta byan ezmûyn kameyan karçaktir debin.

8) ême ewey wa le řûy em zemîneye dekeyne byawanêkî wişkaroy qaqiř.

9) to pêt wabû ke yaranî ẍar û řeqîm, le nêwanî nîşanekanî êmeda semereye?

10) katê lawekan penayan bo ẍareke bird û gutyan: ey perwerênî hemûman! to ber bezeyî xotman bixe û karekeman bo meyserke.

11) lew ẍareda heta çend sał û zemanan, gwêy hemûyanman axnî û [dexewřa çûn].

12) paşan wexeberman hênan ta bizanîn kam le dûla - her be hejmar - sałekanî em maneweyan le bîre.

13) ême serguruştey řastî emanit bo wedegêřîn: çend xurtêk bûn ke beřastî behweřyan be perwerindey xoyan hebû; êmeş pitir şarezayîman dabûnê.

14) azayîşman xiste diłyan, ke řapeřên. ewsa wityan: perwerênman, perwerênî asmanekan û zewîne. eger bêjge le ew hana bo her peristuwêk berîn, dyare ême le řastî gutin landawe.

15) ewaney le hozî êmen, beẍeyrez ew çend peristûy tirîşyan hes. edî çone bełgeyekî aşkirayan bo nahênin? sa kê lewe naheqtire ke buxtanê be xwa deka?

16) eger êwe lewan û lew çitgeley wa - ẍeyrez xwa - deyanperistin, hełbiřawin, sa bem ẍare pena berin; perwerênû weber bezeyî xoytan dexa û hoyekî waş deřexsênê be awatû bigehênê.

17) ke xor hełdê, biřwanî le alî řastî eşkewtekeyanî dawe; le demî zerdepeřîşda, berew çep لێان ladeda û ewan le gořayyekedan. her kes xwa şarezay bika, ew şareza debêt û her kesîş gumřa bika, dostêkî řênmay bo nadozrêtewe.

18) to pêt waye ke bêdarin, keçî xewtûn. ême be řaste û çopeda hełgêřwergêřyan pê dekeyn. seyekeşyan le lay řêsmey dergakewe werkewtibû. to eger çûbay bit dîban, be qaçandin berew duwa degeřayewe û sertapat tirs day degirt.

19) awaş wexeberman hênan ta legeł yektira bidwên. yekyan witî: çend manewe? gutyan: řojêk yan paje řojêk maynewe. gutyan: perwerindey êwe le xotan çatir dezanê çend manewe. de yekêkî bem dirawe û binêrne şar ba bibînê kam xwardemenî paktire, bijîwêktan lew bo bênê û bezîtî bibziwêtewe û hîç kesîş pêtan nezanê.

20) çunkû eger destyan kewn, ya berdebaranû deken, ya detanbenewe ser dînî xoyan û hergîz řizgarîtan naye.

21) her bem core waman kird pêyan bizanin ke bełênî xuda řaste û řojî sełaş bê gumane. derbareyan le naw xoda milyan le řawêj kirdin na; gutyan: çawexanwêkyan leser dirus ken, perwerênyan lengoyan çatir denasê. ewaney derbarey eman qiseyan zortir deřoyî, gutyan: debê mizgewtêkyan leser bikeyn.

22) dibên: sên û be beşdarekewe çarin; eşłên: pencin, be sipłotekeřa şeşin. le nedîw xeyałat deken tenanet bazêkîş êjin: ḧewtin wêřay seyekeyan debin be heşt. bêje pêyan: perwerindem çatir dezanê çiqasin. kemêkyan nebê boy neçûn, to lew bare [binarekeyan bibîse û] zor leser baseke meřo; sebaret bewanîş le kesyan mepirse.

23) hergîz meyje: min sozî em kare ekem;

24) megîn xwaḧez kay degeł bê. eger le bîrîşt nema, yadî perwerindet bike û bêje: beşkû perwerindem řêgayekî nizîktir lemem nîşan ba.

25) sêsed sałan le eşkewteke manewe û no sałîşyan lê zêde kird.

26) bêje: xwa baştir dezanê çend manewe; berpîwarî em ’asmanane û zemîne lewřa dyare. pek çi bîser û bînaye! beẍeyrez ew kesyan be dost des nakewê û kes naka be şerîk le fermanî xoyda.

27) ewey bot hatge xware û le kitêbî perwerindet, bixiwênewe. naşê hîç kes witarî xuda bigořê û leẍeyrez ew hîç kesê dehanat naye.

28) to her degeł ewane be ke sibeynan û êwaran bo dîdarî perwerindeyan be nizan û tenya ředay ewyan dewê û çaw lewane hełmebwêre bo jînî piř zerq û berqî em dinyaye û gwê le mistî kesê mebe ke nemanhêşt diłî yadî ême bika û her le şwên arezûy xoye û karî le řade derçuwe.

29) bêje: emeye be řastî le perwerindetan řaye; kê biřway pêdeka, bîka û kêş biřwa naka her neyka. ême bo naheqîykaran kiłêkî waman nêł dawe, ke biłêsey her wekû kon dewrey girtûn; ta hawarî çare deken awêkyan defrya dexen wek misî tawawe waye; dem û çawyan debirjênê û wexwardinêkî kirête û jîgeyê zor nalebare.

30) ewaney xawen baweřn û akarçakin, [ba bizanin] ême padaşî karçakan winda nakeyn.

31) bo nişîmen deyanbeyne naw baẍatêk cobaryan be berda deřwa. parçey sewzî tenk û sitûrî awrîşim deber deken û lewêda be bazney zêř dexemłên û leser textan pał ekefin; ay çend padaşêkî başe û şwênekeyan çend lebare!

32) to nezîley dû mirovyan bo wegêře: dû řezman be yekêkyan da û be darxurma dewren girtin û nawîşyanman kirde mezra.

33) ew dû řeze berî xoyan be bê kemayesî deda û le naw herkan şeqe coyekman řakêşa.

34) darayî dîkeşî zor bû; katê degeł hewałekeyda xerîkî giftugoy bû, gutî: emin le to dirawim zortire û dest û pêwendîşim pitir.

35) be nêw baẍekeyda geřa û bo xoy naheqî le xo kird. gutî: hergîz pêm wa nîye emem ledestî derbiçê.

36) baweř nakem sełaş řa bê. ger her biraşmewe bo lay perwerindem, dezanim leme çaktirim des dekewê.

37) hewałekey - ke xerîkî giftugo bû degeł ewda - pêgut: erê çon to ḧaşat kird lew kesey toy le axê dirus kird û paşan her le diłopêk û dwayî kirdûtî be pyawê?

38) bełam min her [debêjim] ke ew xudaye û perwerindeme û kes nakem be şerîk bo perwerindem.

39) wextê çûye naw baẍeket, boçî netgut: eme be meylî xudaye; twanayîş her be xudaye? eger êste to dembînî ke be mał û zarołe le to kemtirim,

40) nabê be dûrî bizanî, perwerindem le baẍî tom baştirîş bo biřexsênê û bełayekîş le ḧewawe beser baẍekey to bênê û lêt bibête deştêkî bêrûnî qaqiř.

41) yan awekey be naxî axda řo biçê û netwanî taze peyday key.

42) hemû berubûy hełwerî û darekanî giştî beseryeka hatin; ke beyanî hate nawî, her destî xoy deşkandewe bo ew małey lêy bext kird. deygut: birya hîç kesêkim be şerîkî perwerindem nezanîba.

43) le xwa beder, hîç desteyekî wa nebû bêne yarî û be bê yarîdeder mayewe.

44) le wênderê yarîdeder her xuday heqe; padaşî baştir dedat û serincamekeş baştire.

45) nezîleyekyan le jînî ser dinyaye bo bênewe; wek awêke le ḧewawe daman barand, hemû terze řuwekêkî tev lihevî berhem hêna, serencamîş bû be pûş û ba pijgandî. xwa beser hemû şitanda twanî heye.

46) mał û minał zenberî jînî dinyan û ew kare çakaneş kewa demênnewe, padaşekeyan le lay perwerêntewe hêjatre û bêtrîş cêgey humêdin.

47) řojê ke jan dexeyne řê û textî binyan be aşkiraye debînî û hemûyan ko dekeynewe, bê ewe kesyan wemênê.

48) le beranber perwerindet le řîz dedrên; wek yekemcarman çê kirdin, her awa hatûnelaman, laştan wabû le jwanêkû weko nakeyn.

49) deftereke dête gořê; debînî tawanbarekan - leber ewey ke tyaye - tirsî zoryan řê nîştuwe; dełên: haware le ême, eme çi todefterêke! hemû şitêk - wird û dirişt - serleber tya nûsrawe. ewsa kirdewey xoyanî tya debînin. perwerindet naheqî le hîç kes naka.

50) ewsa be firîştekanman gut: sujde weber adem berin. sujdeyan bird îblîs nebê; binecin bû, le fermanî perwerênî serpêçî kird. axo êwe tuxmî şeytan û toremey, bê min deken be dostî xo, ke aşkira dujmintanin? xwanenas lew yarbeyare pîs têşkawin.

51) ême le çê kirdinî em asmanan û zewîneda, hîç pirsêkman bewan nekird; tenanet bo çê kirdinî xudî xoşyan. hergîz ewî řêge le merdim têk deden, nem kirdûn be yarîderim.

52) řojê êjê: desa bang lewane biken ke be xeyał pêtan wabû şerîk minin; bangyan deken; kendałêkî herawman kirde nêwanyan, her cwabîşyan nedanewe.

53) tawanbaran agiryan be çawî xo dî; zanyan her têy dekewn û hîç deretanêkyan nîye.

54) ême le naw em qur’ane hemû core nezîleman bo merdim hênawetewe; miroş le her şitê pitir, wazî le gêre kirdine.

55) ewey neyhêşt ke ew xełke - paş hatnî řê nîşander - biřwa bênin û daway bûrdin le perwerindeyan biken, ewe bû ke: [çawenoř bûn] ya be derdî ewanî pêşûyan biçin, yan řûbeřû cezrebe be gijyanda bê.

56) ke pêẍemberan denêrîn, her ewendeyan lesere mijdeder û tirsêner bin. xwanenasan her be naheq çeqe deken, ta heqî pê le beyn berin. ewan nîşanekanî me û ew kitêbe kewa tirsî weber nawin, her be gałte û gep dezanin.

57) kê lew kese naheqtire çend nîşaney perwerênî bo wexwêndiraw gwê nedaye û eweşî le bîr birdewe ke depêşda kirdûyetî. ême perden beser diłyan hełkêşawe ke tênegen; gwêşman hênde giran kirdûn ke nebîsin. çend bikoşî şarezay řêgeyan bikey, hergîz bot nakewne ser řê.

58) perwerindet gunaḧ bexiş û dilovane. eger her kê karî xirapî kirdiba û ewîş bo lê pirsînewe bîgirtiba, debwaye her guz û gummet sizay daban. bełam xistûyete demî dyarî kiraw; ke ew demeş hat, natwanin xo xelas ken.

59) ew şaraneş herga milyan le zułim na, qiřman têxsitin û bo le beyn birdinyan, qeyranêkman li bo danan.

60) carê mûsa, be lawî berdestî xoy gut: min lê biřawim sefer bikem ta degeme cemserî her dû deryakan; yan lewêş wêwetir biçim.

61) wextê geyîne ew cemsere, masawekeyan le bîr kird; ewîş be hełbizoqînê xoy geyandewe deryake.

62) ke derbaz bûn mûsa be berdestekey gut: lew sefere zor şeket bûyn, kanê taştya me, werêne.

63) gutî: ewsa ke le pena berdekeda desaynewe, dîtit çilon min masawekem le bîr çû? dyare şeytan neyhêşt webîrim bêtewe. emîş wek şitî semere řêgey deryay girte berê.

64) gutî: êmeş her şitêkî waman dewîst. îtir be şopî xoyanda be çawgêřan, geřanewe.

65) ewsa tûşyan hat betûşî ’ebdêk le ’ebdanî ême ke ber bezeyî xon xistibû zanyarîşman le xomanewe pêdabû.

66) mûsa pêy wit: axo detwanim dwat kewm û lew zanistey fêr kirawî minîş wekû xot řabênî?

67) gutî: to hergîz natanî degeł mina derî berî.

68) nemaze ger agadarî karîş nebî, çon derdebey?

69) gutî: eger xuda ḧez ka, be xořagirim debînî û hîç nafermanîyekit nakem.

70) gutî: eger şwênim kewtî, hîç şitêkim lê mepirse heta bo xom derbarey bast bo dekem.

71) sa řoyştin ta her dû swarî gemye bûn; kunî têkird. gutî: her boye kunit kird xełkekey le awa qum key? karêkî naşîrînit kird.

72) gutî: axir be tom negut to natwanî legeł mina xořabgirî?

73) gutî: lemey le bîrim çû lêm bibûre û gelêkim sext lê megre.

74) weřê kewtin, tûşî kuřîjgeyek hatin, kuştî. gutî: çon gyanî pakit zaye kird ke bê ewey kesî kuştibê? karêkî zor nabecêt kird.

75) gutî: nemgut natwanî legeł mina hełkey?

76) gutî: eger paş emcare hîç şitêkim le to pirsî, hawřêm mebe û hîç gileyîşt lê nakem.

77) dîsan řoyîn, heta geyîne xełkî şarê. zewadyan lê dawa kirdin; řazî nebûn řayangirin. dîwarêkyan lewênderê çaw pê kewt, xerîk bû belada dehat; řastî kirdewe. gutî: eger bitwîstiba kiray em karet werdegirt.

78) gutî: ewa le yektir cya debînewe; wa êstekê nihênî ew řûdawanet bo bas dekem, ke net detwanî xo bigrî.

79) gemyeke bo hejaranêk bû, le derya karyan dekird; wîstim zededarî bikem, ke lem layan paşayek bû hemû gemyekî zewt dekird.

80) kuřîjgekeş day û babî baweřdar bûn. tirsim bû naçaryan bika le fermanî xwa derçin û kafir bibin.

81) ême wîstin perwerindey day û babî, be řołeyekî dił pak û bezedartir boyan têhełênêtewe.

82) dîwarekeş bo dû kuřîjgey sêwî bû lem bajêře; le jêrîda gencê hebû serbewan bû. bawkîşyan le mêrxasan bû. perwerindet wîstî em duwane pê bigen û gencîney xoyan derênin; ke bezeyek bû le lay perwerêntewe û min hîçim le xowe nekird. eme bû ke to net tanî xořagir bî ta dezanî.

83) lêt depirsin: edî zîl qeřneyn çon buwe? bêje: wa derbarey ewîş şitêktan bo dexwênmewe.

84) waman kird lem zemîneda destî biřwa û giş hoyekîşman bo řexsand.

85) sa be şwên mebestîda çû,

86) ta geyşte lay xorinşîn; lay wabû le naw kanîyekî quře řeşe awa debê. lew alî tûşî hezêk bû. gutman: zîl qeřneyn! detwanî azar bidey û boşt heye çakeyan legeła bikey.

87) witî: bełam her kesê naheqî bika - le dwařoja - ême azarî dedeyn û paşanîş debrêtewe lay perwerindey; ewsa ewîş betundî azarî deda.

88) her kesîş baweřî hêna û akarçak bû, padaşî çak beşî debê û karî leser hasan dekeyn.

89) dîsanîş řêgey girteber.

90) heta geyşte xorhełat. dîtî tîşkî beser gelêkda debarê ke cya lew hîç sitarêkman nedanê.

91) ta bem core herçî ew bîrî boy deçû, demanzanî.

92) dîsanîş řêgey girteber.

93) ta geyşte naw dû çya. le pena dû kejekeda hozêkî dî, ke lewane nebûn le hîç zimanêkî ḧałî bibin.

94) dwandyan, ke: ey zîl qeřneyn! ’acuc û macuc lem wiłateda bedfeřn; axo bacêkit pê bideyn ke le nêwan ême û ewan berbestêkman bo çê bikey?

95) gutî: ewey perwerindem boy řexsandûm, hêjatre; sa êwe be hêz [y xotan] yarîm biken, ta le nêw êwe û ewana berbendêkî wedî bênim.

96) paje’asnim bo bênin. wextê her dû laşanekey piř kirdewe, gutî: êwe bîdemênin; hetawekû kirdye agir. gutî: emca paqrî twawem bo bênin, ta beserya dabrêjim.

97) îtir taze boyan nelwa serî kewn û neşyan detwanî kunî ken.

98) gutî: eme bezeyyeke lelayan perwerindemřa; ca herga perwerindey min bełênekey be cêgeyşit, giştî dekate gořayî û bełênî perwerindey min her wedî dê.

99) ewê řojê wadekeyn le naw yektira pêl biden dekełeşax demêndirê û giştyan lêk ko dekeynewe.

100) her ew řoje دۆژەە le ber xwanenasekan řadenêyn; çi řananê!

101) ewaney çawyan le yadî min qûçaw bû neşyan detwanî bibîsin.

102) axo xudanenasekan pêyan waye – lebatî min - ’ebdekanim biken be serwerî xoyan [hîç qazancêkyan dedatê]? ême dojehman bo pezêrayî lew xwanenasane saz kirduwe.

103) bêje: axo detanewê pêtan biłêm, kên ewaney le kirdewekanî xoyan zyatir zyanyan pêdega?

104) ew kesaney teqalayan le jyanî ser dinyayeda fêřoçuwe û laşyan waye karêkî çakyan kirduwe.

105) ewane kesgelêkin ke le nîşanan û dîdarî perwerênyan ḧaşayan kird, îtir her karêkî kirdyan pûçeł bûge û řojî sełaş hîç sengêkyan bo dananêyn.

106) behoy ew ḧaşa kirdine û gemeyan be pêẍember û nîşananim cehendem gořî gyanyan bê.

107) ew kesaneş ke bûne xawen baweř û akarçak bûn, cê pezêrayyan baẍatî fîrdewse.

108) hemîşe her tya debin û nayanewê cê bigořn.

109) bêje: eger bo nûsînî witarî perwerindey min derya hemû merekef bê, berle dwayî pê hênanî witarî perwerindey min, bê şik derya hełdeçořê; tenanet ger hêndey dîşî defrya xeyn.

110) bêje: minîş her miroyekim wek êwe; le xwawe fermanim bo dê ke: xuday êwe her yeke. herkê lengo bo dîdarî perwerindey be awate, ba karî çak řeçaw bika û leẍeyrez perwerindey xoy hîç kesêkî neperistê.