7- e’raf

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 36 Xulek  1371 Dîtin

we naw xuda ke dihende û dilovane

1) elîf, lam, mîm, ład.

2) kitêbêke bo to hatote xwarewe, ta be hoy ew tirs weber merdim binêy û xot tûşî diłtengî meke lew barewe; em kitêbe nisḧetîşe bo waney biřway pê dênin.

3) herçî le perwerindetanewe botan nardirawete xwarewe, şwênî kewn û be ẍeyrez ew mekewne şwênî serperistanî dîke. êwe zor kem ’îbret degirin.

4) ême xełkî çendîn şarman qiř tê xistin. wextê nîşaney ẍezebî êmeyan be serda dehat - le şewda bû, yan nîweřo - desanewe.

5) ke deyandî ême ẍezebman lê girtûn, her ewendeyan bo dema bêjin: êmeyn naheqîman le xoman kird.

6) ême bê so pirsyar dekeyn, hem lewaney pêẍemberman bo nardûn û hem lewaneş be pêẍemberîy nardinman.

7) ewsa ême - ke dezanîn - nûk û bedî bo hemû la bas dekeyn û qet lêyan bê aga nebûyn.

8) hełsengandinî be řastî, ewê řojê dête gořê. ew kesaney tay terazûyan giran bê, ewane řizgarekanin.

9) ew kesaneş kirdeweyan le hełkêşanêda sûk bê, zereryan le xoyan dawe û be nîşananî me ẍedryan kirduwe.

10) ême êweman lem herde cê kirdewe; her lewêşda bijîwman bo biřîwnewe. kemtan şukiranebjêrin.

11) êmeyn êweman saz dawe û le paşana bew şikłeman derênawin; paşan be firîştanman gut: ser bo adem newî biken. hemûyan seryan danewand îblîs nebê; ew le kořî kiřnoş beran xoy heławard.

12) gutî: ke fermanim pê day, le ber çî to sujdet nebird? gutî: min lew hêjatirim; minit le agir dirus kird, ewt le ḧeřî saz dawe.

13) gutî: lêrewe dageřê; lem şwêneda řêt nakewê be ser kesda fîz binwênî. sa lem şwêneda memêne, to le sûk û çirûkanî.

14) gutî: ta seła řadebê, mawem bide.

15) gutî: wa to le mawe dirawekanî.

16) gutî: çunke le řêt la dam, minîş boyan řodenîşim, řaste řêy toyan lê degirim.

17) ewsa le pêş û paşewe boyan deçim, řast û çepîşyan lê degirim; ca debînî zorîneyan şukir naken.

18) gutî: lêre biřo derê! nawziřawî tiřo kiraw! debê wêřay ewaney şwên to dekewn, cehendemtan lê piř bikem.

19) ey adem! toş wêřay jinit le beheşt biḧawênewe, le her kwêda herçî dexon be arezûy xotan biken; her tixunî ew darî hana mekewn, dena êwe le naheqîkaran debin.

20) şeytan kewte kiłîşeyan ta ew endameyan - ke poşra bû - bênête berçawyan. gutî: xuda ke neydehêşt lew dare nizîk bibnewe, her boye bû ke êwe nebne firişte; yan hemîşe her le beheşta bimênin.

21) swêndî bo her dûkanîş xward ke: min be dił amojgarîtan bo dekem.

22) be firîwan ewanî xiste temawe. le dway ewey le berî darekeyan çeşt, ’eyb û ’aryan kewte deşt û koşşyan kird be gełay beheşt daypoşin. perwerinde gazî kirdin: axir min be êwem negut tuxnî em dare mekewn? pêşim řanegeyandibûn be aşkira şeytan dujminî êweye?

23) gutyan: ey perwerindeman! naheqîman le xoman kird. eger to lêman nebûrî û bezeyît pêmanda neye, bê şik le zyanbaranîn.

24) gutî: dageřêne xwarê, êwe dujminî yektirîn. ta maweyek cêga û mayey jyantan le zewî debê.

25) gutî: dewêda dejîn û lewêş demirin; her lewêş dewhênnewe der.

26) ey firzendekanî adem! ême cilkî waman dawnê ke ’eyb û ’artan dapoşê û cwanîştan ka; çaktir lewîş poşakî xoparaztine. emeş yekê le nîşanekanî xwaye şayeta bîrbikenewe.

27) ey firzendekanî adem! şeytan netanxełetênê, her wek bawik û daykitanî le beheşt be derkirdin da û cil û bergî lê dařnîn ta şermî xoyanyan pêyan nîşan bida. şeytan û deste û bestekey le layekewe detanbînin ke êwe ewan nabînin. ême şayetînîyekanman kirdote dostî ewaney biřwayan be xuda nîye.

28) herga karê xirapî abřûberyan lê řû deda, êjin: ême bawbapîrî xoman dîwe ke her awayan kirduwe û xuda fermanî pê dawîn awa bikeyn. bêje: xuda bo karî pîs ferman nada. axo êwe be zimanî xudawe şitêk hełdebestin ke nayzanin?!

29) to bêje: perwerindem ferman be beramberî deda. le her mizgewtêka řûtan berew xuda biken û be diłêkî pak le berî bipařênewe. wek berê êwey dirust kird, giştû bo lay ew deçnewe.

30) hêndêkanî şarezay řêge kirduwe û desteyêkîş her şyawî gumřa bûnin, ke ewane le birî xuda degeł şeyatîn bûne dost; layan waye şareza her bo xoyanin.

31) ey firzendekanî adem! herga deçin bo nwêj kirdin, cilkî cwan deber biken; xwardinê bixon û wexon û le endaze dermeçin. xwa lewane xoşî naye le endaze derdekewn.

32) bêje: kêye, cilkî cwan û xişił û bijîwî pakjê - ke xwa be ’ebdekanî xoy řewa dîwe - lay waye ke nařewaye? bêje: emane şayanî ew kesanen ke le jyanî dinyada biřwayan be xwa hênawe û řojî sełaş her taybetî be xoyane. ême awa nîşanekan bo ewaney ke zana bin řoşin dekeyn.

33) bêje: perwerindem tenya emaney nařewa dîwe: karî xirap be aşkira û be nihênî, be naheq le řêge ladan, bê hîç bełgeyek şerîk danan bo xuda û axaftin derbarey xuda, be bê zanîn.

34) li bo mergî her ometê, wextê heye; eger wextî mirdinyan hat, ne tawêk dekirê pêş kewn, ne tawêkîş dwa dekewn.

35) ey firzendekanî adem! her katê ke pêẍemberanê le xotan dênelatan ta nîşanekanî mintan bo bas biken, ewantane xoparêzin û akarî çak řeçaw deken, ne tirsêkyan le ser heye û ne xem dexon.

36) kesanêkîş nîşanekanî êmeyan be diro dana û be badîhewayî řûyan lê wergêřa, ewane yarî agirin û lêy dernaçin.

37) kê lewane naheqtire ke diro be dem xudawe hełdebestin; yaxo be nîşanekanî biřwa naken? ewane çî le çareyana nûsra bê, dête řêyan; ta ew katey ke firîşte le êmewe dête layan bo gyan kêşan û depirsin: kwan ewaney ẍeyrez xuda hanatan weber dehênan? êjin: xoyan lê gum kirdîn. ewsa her xoyan şayetî le xo deden ke xudayan nenasîwe.

38) êjê: wêřay ometgelê wa ber le engo le beyn çûn - le mirov û le cindoke - biřone naw agirewe. her ometêk deçête naw, tûk û nefrîn le haw řewştanî deka. wextê hemûyan lewêda ko bûnewe, peyřewanyan sebaret be řêberanyan êjin: ey perwerindeman! ewan seryan lê şêwandîn; dû ewende le agirda azaryan de! êjê: bo gişt dû çendane, bełam êwe pê nazanin.

39) řêberekan be peyřewekanyan êjin: êwe hîçtan le ême zyatir nîye; debçêjin azarî ew karaney wa kirdûtane!

40) ewane wa nîşanekanî êmeyan be diro dana û be fîzewe lewane řûyan wergêřa, derwazekanî ezmênyan bo nakirêtewe û naçne naw beheştewe heta wiştir be kunî derzîda neçê! ême awa sizay tawanbaran dedeyn.

41) řayexekeyan agire û her haławîş day poşîwin. ewaney naheqî deken, awayan cezrebe dedeyn.

42) ewaney biřwayan hêna û kargelî çakyan řeçaw kird - ke hîç kesîş erkî le wizebederî naxeyne ser - deyanbeyne beheştewe û heta ser her lewê debin.

43) kîneman le sîneyanan, damałîwe û le beheşta cobaryan be berda deřwa û êjin: supas bo xudayê ke êmey hênaye êre; eger xuda neyhênabayn ême kwa řêman der dekird; bê guman pêẍemberanî perwerênman be heq hatin. [lem kateda] gazî dekirên: ew beheşte pêw dirawe, padaşî karêke kewa kirdûtane.

44) beheştîyekan gazî cehendemyan deken: ewa ême ew bełêney perwerindeman pêy dawîn cê becê bû; axo êweş - wek heřeşew lêkira bû - herwa derçû? êjin: bełê, be serman hat. ewsa yekê lew naweda bang řadêłê: dek herçî naheqîkare ber neḧletî xuda kewê;

45) ew kesaney le řay xuda la deden û way nîşan deden ke xwarew be řoy seła bê baweřn.

46) perdeyekîşyan le nawda. pyawanêk hen le ser e’raf řawestawin, hemû kesê be terḧ û bîçim denasin; deng lew beheştîyane deken - ke hêşta neçûnete nêw beheştewe, bełam be teman bîçnê - siławtan lê bê.

47) herga awiř lew kesane dedenewe ke dojehîn, êjin: ey perwerindeman! le giroy naheqîkaran dûrman bigre.

48) ewaney le ser e’rafin lew pyawane - wa be bîçim deyannasin - bang deken: girdewe koyî û fîz û le xobayî bûntan behrey nedan.

49) her ewane nîn ke êwe swêndû dexward: ber bezeyî xuda nakewn? desa biřone beheşt û ne hîç tirsû le ser heye ne xem dexon.

50) cehendemî le beheştîyekan dexwazin: lew awe ya lew řozye xwa pêdawin şitêkîş beşî me biden. êjin: xuda em şitaney beşî bê dînan nedawe.

51) ew kesaney dînekeyan her be gałte û gep dezanî û jyanî dinya firîwî dan, her ewane tûş hatnî emřoyan le bîr birdewe û le nîşanekanî ême ḧaşayan kird; êmeş emřo ewan le bîr debeynewe.

52) ême bo wan kitêbêkman hawirduwe, ke be zanistewe řûnman kirdotewe û řênmûnî û bezeyye bo komełê ke biřwa bênin.

53) axo eman her bo ew řoje deřwanin ke herçî lem kitêbeda, be çawî xoyan bîbînin? ewê řojê ke akam řûn debêtewe, ew kesane wa le pêşa em řojeyan le bîrexo birdibuwewe, êjin: dyare herçî pêẍemberekanî xuda gutyan, weřast geřa; axo êste kes debête tikakarman? yaxo dîsan bigeřêynewe ser dinya, xidey xoman bigořîn û akarî baştir řeçaw keyn? eman xoyan dořanduwe û ew diroy ke hełyan debest - ser le berî - be fêřo çû.

54) řahênertan xudayêke asmanekan û zemînî le şeş řojanda dirûs kird. ew careke le ser textî fermanřewayî damezra. řojê be şewê depoşê û řojîş belez dekewêtewe şwênî şewê. xor û mang û estêranî bedî hêna û her dejêr fermanî ewdan. afrandin û řageyîştin her bo ewe. zor û zebendeye û dimî xudayê ke řahênerî giş cîhane.

55) be nihênî û be serkizî her perwerindew le bîr bê û le berî bipařênewe. xuda ewaney xoş nawê ke le řêgey ew la deden.

56) xirapeş meken lem zemîne dway baş bûnî. be tirsewe û be hîway tûşî çake bûn le ber xuda bipařênewe. ew kesaney çake karin, le bezeyî xuda nizîkin.

57) her xoyetî pêş barane - ke bezeyêke le xwawe - bayekanû be mizgênî bo heł deka; katê ew bayane hewrî bargiranyan berzewe kird, berew wiłatêkî mirdû deyxeyne řê û ewsa awî pê denêrîne xwarewe û be awekey hemû core berubûy zemîn deřwênîn. her bem coreş mirdû zîndû dekeynewe; şayet êwe bîr lewane bikenewe.

58) zemînî baş - be îznî řahênerî xoy - řuwek be başî deřwênê. zewî xirap her diřk û dałî bêkarey lê şîn debê. bem terze nîşanekanman bo ew kesane bas dekeyn sipaskarin.

59) ême nûḧin řasparde lay hozekey. gutî: gelo! debê êwe ’ebdayetî xuda biken; ke ẍeyrez em êwe xudayektan nîye. min lew řojew lê detirsim ke azar danî dijwarî têda heye.

60) pyawmaqûłanî gelekey [le persivî ewda] gutyan: hîç gumanêkman nîye to tûşî gumřayêkî aşkira bûgî.

61) gutî: gelo! min gumřa nîm; řaspardey řahênerî hemû dinyam.

62) řaspardekanî perwerindem be êwe řadegeynim û amojgarîtan dekem û ewî sebaret be xuda min deyzanim, êwe agatan lê nîye.

63) axo êwe pêtan seyr bû ke pendêk le lay perwerindetanewe hat bo pyawêk her le xotan; heta bitantirsênêt û xoparêzin; beşkem bikewne ber beze?

64) çî witî be diroyan dana û ewsa ême xoy û ewaney wêřay ew çûbûne naw gemyekewe, řizgar kird û ewaneşman le awda be xinkandin da, ke nîşananî êmeyan pê diro bû. ewane le diłda kwêr bûn.

65) hûdîşman kirde pêẍember bo hozî ’adî hawtîrey. gutî: gelo! ’ebdayetî xuda biken; be ẍeyrez ew êwe xudayektan nîye. çîtane le xwa natirsin?

66) pyawmaqûłanî hozekey - ke xudayan nedenasî - gutyan: ême to be nefam dezanîn û pêman waye to le diroznekanî.

67) gutî: gelo! nefam nîm, pêẍemberêkim; perwerindey hemû dinya řay sipardûm.

68) peyamgelî perwerênim be êwe řadegeyênim. min bo êwe amoçyarê dirûskarim.

69) axo êwe pêtan seyr bû ke pendêk le lay perwerindetanewe hat bo pyawêk her le xotan, heta wekû bûtirsênê? le bîrtan bê, paş hozî nûḧ êwey le cê damezrandin û qełafetî zortirîşî pêtan bexşî. desa êwe nabê ew hemû çakeyey xuda derbaretanî kird, le bîr biken; beşkû bigene řizgarî.

70) gutyan: hatûy [pêman bêjî] tenya xwa biperistîn û lew xudayane waz bênîn ke bab wibapîrekanman persityanin? eger to le řast bêjanî, be herçîman detirsênî pêkî bêne.

71) gutî: bê so êwe tûşî azar û tûřeyî perwerêntan bûgin. ca çon êwe bo çend şitê ke xotan û bawantan nawtan lê nawin û hîç bełgeyekî pitewtan le xwawe bo nehatuwe, cwabecengîm degeł deken? çawenoř bin; ewa minîş degeł êwe çawenořim.

72) ême le çake û bezeyî xomanewe hûd û hawřêkanî hûdman řizgar kird û ew kesaneş ke nîşananî êmeyan be diro dana û bê biřwa bûn, yek cê binebřiman kirdin.

73) bo lay semûdîş sałḧî biray xoyanman be řê kird. gutî: gelo! ’ebdayetî xuda biken, be ẍeyrez ew êwe xudayektan nîye. ewa le perwerindewřa em wiştirew be nîşane bo hatuwe; lê geřên ba le zewî xwada biçerê, hîç zyanêkû boy nebê; dena tûşî azarî zor bejan debin.

74) le bîrtan bê paş hozî ’ad êwey kirde cênşîn û le ser zemîn day mezrandin; le pê deştan koşkantan berz kirdewe û le kêwekanîşda xanûtan detaşî. nî’metî xwatan le bîr bê û pê damegirin le ser bedfeřî le herda.

75) sergewrekanî hozekey - ewaney le xo bayî bûn - lay kem dest û hejarekan û ewaney biřwayan hêna bû gutyan: daxo êwe pêtan waye sałeḧ lay perwerênyewe řaspêrawe? gutyan: ême baweřîman pê hênawe.

76) xo be zil zanekan gutyan: ême lewey ke biřwatan pê hênawe, ḧaşa dekeyn.

77) le fermanî xuday xoyan wazyan hêna û wiştirekeyan pel pel kird. gutyan: sałḧ! eger řaste pêẍemberî, çonit heřeşe lê kirdîn be cêy bêne.

78) zor be tundî bûmelerzeyekyan bo hat; her le naw małekanyanda hemû mirdin.

79) sałḧ lewan dûr kewtewe, gutî: gelo! min peyamekanî xudam pê geyandin, zorîşim nisêḧet kirdin; bełam êwe amoçyarantan xoş nawê.

80) lûtîşman nard. ewsa be hozekey xoy gut: êwe karî ewende şûreyî deken, ber le êwe kes le dinya neykirduwe?

81) êwe bo xo řeḧet kirdin - le birî jinan - pelamarî pyawan deden. řastî êwe bo bedfeřî le endazew derkirduwe.

82) hozekey lût weramyan her ewende bû: le şarî xotan deryan ken; emane kesgelêkin ke deyanewê be pak û xawênî bijîn!

83) îtir xoy û kes wikarîman řizgar kird; her tenya jinekey nebê, ke kewte tek be cêmawan.

84) baranêkman bo barandin emma baran! de biřwane paşe řojî ew tawanbarane çon bû!

85) bo «medyen» yiş şu’eybin nard, ke ewîş her le xoyan bû. gutî: gelo! ’ebdayetî xuda biken, be ẍeyrez ew êwe xudayektan nîye. nîşaneyekî aşkiratan lay perwerindetanewe bo hatuwe. ba pêwane û terazûtan beranber bê û le małî xełk medzinewe. le herdîşa - dway awedan kirdinî - bedfeřî meken. egir biřwaw be xwa hebê eme bo êwe baştire.

86) le ser hemû řêgayeka damenîşin bo tirs weberhênanî ew kesane wa biřwayan be xuda hênawe; bo ewe ke le řêgey ew layanden û řêgay ewyan be lar û çefit nîşan biden. le bîrtan bê êwe kem bûn, zorî kirdin; lê biřwanin paşe řojî bedfeřekan be kwê geyîşt.

87) eger hêndêk le êwe biřway hênawe bew şitaney ke minî pê řaspêrawe û hêndêkîştan biřwayan nehênawe, xo řabgirin heta xuda bo xoy le beynî êmeda dawerî ka. xoşî çatrîn dawere.

88) giregrekanî hozî - ke le xoyan bayî bû bûn - gutyan: şu’eyb! ême toş û ew kesaneş wel to baweřyan hênawe, le şarî xoman derdekeyn; yan dênewe ser dînî me. gutî: eger ḧezîş nekeyn?

89) gutî: eger bêynewe ser dînî êwe, le paş ewe ke xuda lêy řizgar kirdîn, diroman be dem xudawe hełbestuwe. řewa nîye îtir bigeřînewe ser ew ayîne; ca megîn perwerindeman meylî lê bê; zanistî ew hemû şitî dagirtotewe; xoman be xwa siparduwe. ey xuday perwerindeman! to le nêwan ême û hozekemanda dawerî bike; çaktirîn dawer her xotî.

90) serzilekanî hozekey - ke wa le dîn layan dabû - gutyan: eger peyřewî şu’eybê biken, bê so tûşî zerer debin.

91) îtir ewsa bûmelerzey wa be tewjim day girtin, ke hemû le małî xoyanda le beyn çûn.

92) ew kesaney qisekanî şu’eybyan be diro dana, [wa le beyn çûn] detgut her lewêda nebûn. ewane wa qisekanî şu’eybyan be diro dana, her bo xoyan zyanbar bûn.

93) ewsa şu’eyb řûy lê wergêřan û gutî: gelo! min peyamekanî perwerindem be êwe řageyanduwe û amojgarîşim lêkirdin. desa çilon bo ewaney xwanenas bûn, xemê dexom?

94) ême her pêẍemberêkman bo her komełêk narduwe, be nexoşî û naguzûrî be taqîman kirdûnewe; şayeta bipařênewe.

95) carî dwayî naxoşîman be xoşî bo gořîwnewe, ta hemû şityan zêde bû. gutyan: bab û bapîrîşman tûşî xoşî û naxoşyan bûn. îtir le piř - bebê ewey hest pê biken - girtimanin.

96) nîştecêy ew bajêřane eger xwayan binasîba û xoparêz ban, derwazey bereketanman le asman û zemînewe be řûyanda dekirdewe. bełam ewan nîşanekanî êmeyan be diro zanî; le sizay em akareyan girtimanin.

97) axo xełkî ew şarane netirsa bûn ke le şewda, bełay êmeyan tûş bibê û ewan le cengey xewda bin?

98) ew şarinşînane daxo netirsa bûn ke le demî çêştengawda û le cengey geme kirdinda, ême tûşî bełayan keyn?

99) axo lewe diłnya bûn le mekirî xuda řizgarin? xo be ẍeyr le zyanbaran, kes le mekirî xwa hestî hêmnî naka.

100) ew kesaney em ’erzeyan - paş nemanî xełkekey - be mîrat bo demênêtewe, bewendeyan nezanîwe eger ḧez keyn - be gunahanê ke deyken - tołeyan lê dekeynewe û moryan le ser dił dadenêyn; keher netwanin bibîsin?

101) ême biřêk le neqłî ew bajêřanet bo bas dekeyn; řast eweye pêẍemberyan be nîşaney aşkirawe hatelayan; wek lepêşda biřwayan be xuda nebû, herwa bê baweř manewe. awa xuda mor dexate ser diłî le dîn laderan.

102) zorbey ewaneman nedî ke peymanî xo pêk bênin; zorîneşyan le řêzey nafermanan bûn.

103) paş ewan be çend nîşaney aşkira mûsaman narde ser fîr’ewn û serzilekanî hozekey, dijyan wêstan. sa biřwane paşe řojî ew bedfeřane çilon bû.

104) mûsa gutî: ey fîr’ewn! min řaspardey ew kesem ke řahênerî gişt dinyaye.

105) wa řewaye le řast pêwe, derbarey xuda hîç nełêm. le perwerindey êweřa nîşanem botan hênawe. to gereke firzendanî îsřa’îl wêřay min kil key.

106) gutî: eger be řastîte û hîç nîşanet degeł xota hênawe, nîşanî bide.

107) mûsa ’asakey fiřê da; keçî le piř bû be marêk be aşkira.

108) destî xoşî le baxełyewe wederxist; le ber çawî çawedêran sipyekî bê xewş derkewt.

109) serzilanî hozî fîr’ewn gutyan: eme cadugerêkî zor zane.

110) way gereke giştû lem wiłate derka, xotan be çî ferman deden?

111) gutyan: to xoy û birakey gil bidewe; desteyekî kokereweş beřê bike bo şarekan.

112) ta cadûgeranî zor zan bênin bo lat.

113) cadûgerekan le fîr’ewn ko bûnewe. gutyan: ger ême serkewtîn, to debê xełatman bikey.

114) gutî: bełê, êwe bê so le nizîkanî xom debin.

115) gutyan: mûsa! to dawêjî yan ême pêş to bihawêyn?

116) gutî: êwe bihawêjin. ewaney ewan hawîtyan, çawî ḧeşametekeyan pê xełeta û lêyan tirsan û cadûy zor ’acbatyan kird.

117) xistimane diłî mûsawe, ke: ’asaket bihawêje. her le cêwe hemû cadûkarîyekanî ewanî maşî û heł lûşî.

118) îtir ke řastî hate řû, piřupûçî kirdeweyan çirûk derçû.

119) her lewêda têşkan û be kizî û zebûnî daman.

120) herçendî caduger hebûn, kiřnoşyan kird.

121) gutyan: wa biřwaman hêna be řahênerî giş dinya;

122) řahênerî mûsa û harûn.

123) fîr’ewn witî: ber lewe min îznû bidem, êwe çon biřwaw pê hêna? êwey fêłbaz wîstûtane lem şareda fêłêk biken ta xełkekey lê wedernên. sa le dwayîda dezanin.

124) pêçewane dest û pêyekanû debiřim. lêştan řûn bê giştû le qenare dedem.

125) gutyan: ême deçînewe bo lay perwerindey xoman.

126) her boye řikit le ême hestawew sizaman dedey, çun katê nîşanekanî perwerindey xoman hatin, tewaw biřwaman pê hênan. ey xuday perwerindeman! xořagrîman bideye û be baweřî pakewe biman mirêne.

127) sergewrekanî hozekey fîr’ewn gutyan: çon to le mûsa û hozekey waz dehênî, wiłatit lê bişêwênin û des le xot û peristuwekanî to berden? gutî: bem zû kuřekanyan dekujîn û jinanîşyan [bo řaje] dehêłînewe. ême le ser ewan załîn.

128) mûsa be hozekey xoy gut: her pişt be xwa bibestin û xořagir bin; em zemîne hî xudaye; be her kesê le ’ebdanî xoy ḧez bika, pêy debexşê û dwařojîş bo ewaneye ke le xuda tirsyan heye.

129) gutyan: ber lewe ke to bêy, çewsaynewe; ke toş hatûy, herwa deman çewsênnewe. gutî: dûr nîye ew řojey perwerindew dujmintan le beyn berê û êwe bikate cênşîn lem ’erzeda û biřwanê êwe çon deken.

130) karêkman kird ke lagîrekanî fîr’ewn bikewne qatî û qiřîyewe û dahatyan kemtir des kewê, beşke bîr le xo bikenewe.

131) eger tûşî xoşî debûn, deyangut: karî xomane. eger tûşî beła û çurtimîş dehatin, deyangut: eme şûmî mûsa û yaranî mûsaye. xo dyarîşe eger çake û xirapeye, le xwaweye. bełam zorbeyan nezan bûn.

132) deyangut: her nîşanêkman be nyazî cadû lêkirdin nîşan bidey, ême biřwat pê nahênîn.

133) ew car ême çend nîşaney aşkiraman narde seryan ke biryetî le lafaw û kulle û espê û xwên û beq bû. bełam ewan demarzilyan nwan du giroyekî tawanbar bûn.

134) le paş ewe ke ew bełayaneyan dî, gutyan: mûsa! le perwerindet wepařê - wek peymanî be to dawe - eger bêtû bełaman le ser laberê, şerte baweřît pê bikeyn û toremey îsřa’îlîşt řegeł bixeyn.

135) bełam katê bełaman le ser la birdin - ta ew mawe dyarî kirawe têpeřyan kird - carê tir peymanekeyan weber pê da.

136) ca tołeman lêkirdinewe û le deryada qumman kirdin. çunke ewan nîşanekanî êmeyan be diro dana; her be laşyanewe neçûn.

137) ewsa ême xorhełat û xor’away ew wiłateman - ke bereketman pê dabû - kirde beşî ewaney çewsabûnewe. bełênî here pîrozî perwerindet - bê kem û kuřî - derbarey berey îsřa’îl hate cê; le batî xořagirtinyan. herçî fîr’ewn û yaranî dayan naw berzyan kirdewe, hemûman lê têk û pêk dan.

138) berebabî îsřa’îlman le deryaye peřandewe. ewsa tûşî hozêk hatin, her xerîkî peristinî bitgelyan bûn. gutyan: mûsa! xudayekman wekû xudakanî ewan bo peydake! gutî: êwe hozêkin ke hîç nazanin.

139) ew akarey ewan deyken, bê behreye û herçî deyken be fîřoye.

140) axo êwe detanewê - ẍeyrez xuda - peristiwêkû bo peyda kem! ke her bo xoy le çaw xełkî em dinyaye, êwey beřêztir kirduwe?

141) le bîr meken ke ême řizgarman kirdin le fîr’ewn û destewbestey, ke êweyan zor be sextî siza dedan; nêrînekanyan dekuşt û jinekanyan [be yexsîrî] dehêştewe. ew bełaye û le layen perwerindewřa ezmûnekî piř mezin bû.

142) degeł mûsa jwanî sê şeweman dana; dey dîkeşman bo xiste ser. bem çeşne mawey jwanî perwerindey, bû be çil şew. be hařûnî biray xoy gut: to le naw hozekemda be û le cêy min bew her karî çak řeçaw bike û le dûy xirapkaran meço.

143) ke mûsa geyşte jwange bo lay ême û perwerindey degełî kewte axaftin, gutî: ey perwerindey min! arezûme to bibînim. gutî: natwanî bim bînî; bełam lem keje biřwane; eger le şwênî xoy nebzût, ewsa detwanî bim bînî. ke xoy bo kejeke derxist, her be carê kejekey pirîş pirîş kird. mûsa be bê hoşî kewt. wextê hatewe ser xo, gutî: pakî her bo toye, pejîwanim; min le xawen baweřanda yekemînim.

144) gutî: mûsa min tom - be peyamekanim û axaftinim - beranber be xełkî dinya, xistote ser; çim pêdawî, werî bigre û le şukiranebjêran be.

145) derbarey hemû karêk û amojgarî bo gelekey, hemû şitman - bê kem û kuřî - bo nûsî û boman xiste ser tetełan. mûsa! agat lewane bê û tundyan bigre û ferman be hozeket bide ba hereçakyan wergirin. min zû pêtan nîşan dedem cêge û řêgey ewaney serpêçî biken berew kwêye.

146) bem zuwane řûy ewane wa be naḧeq le ser zemîn fîz denwênin, le nîşanekanî xom werdesûřênim; be çeşnêk ke her nîşaneyek bîbînin, neyselmênin; ya eger řêy řast bibînin pêyda neçin; bełam eger řêgay gumřayî bibînin, bîgirne ber. çun ewane nîşanekanî êmeyan be diro dana û hergîz sernicyan nedanê.

147) ew kesane nîşanekanî ême û řojî pesłanyan be diro dana, karekanyan bi efêřo çû. axo cige le barteqay kirdey xoyan siza dedrên?

148) le paş mûsa hozekey ew - le xişił û zenberî xoyan - kotełî gwêrekeyekyan dirûs kird ke her deybořand! mer neyandî ew gwêreke qiseyan degeła naka û řêgayan pê nîşan nada? bełê kewtine [peristinî û] sitemkar bûn.

149) katê tewaw pejîwanî daygirtin û dîtyan seryan lê şêwawe, gutyan: eger perwerênman ber bezeyî xoyman nexa û le gunahanman nebûrê, ême le zyanbaranîn.

150) mûsa wextê geřayewe naw hozekey, be tûřeyî û be dił piřî têy řaxuřîn ke: le dway min çend cênşînî xirap bûn; axir boçî řanewestan ta fermanî perwerindetan pê dega? tetełekanî tûřhełda û qijî birayekey kêşa û berew xoy bird. gutî: ey dayk birakem! hozekem hêzyan lê sendim; lewaneş bû bişim kujin! dijminan be min xoş meke û minîş degeł naheqkarekan damenê.

151) gutî: ey perwerindey min! le xom û biram bibûre û ber bezeyî xotman bixe. to le giş xawen bezeyyan diłsoztirî.

152) ew kesaney ke bûne gwêrekeperist, ber ẍezebî perwerindeyan dekewn û le jyanî dinyaye zelîl debin. her kes diroyan hełbestê, ême wayan siza dedeyn.

153) ew kesaneş ke akaryan xirap buwe, paşan pejîwan bibnewe û biřwa bênin, perwerindet le gunahanyan debûrê û dilovane.

154) katê mûsa le tûřeyî hêdî buwe, tetełekanî çinyewe; ke têyanda řê şandan û bezeyî bû bo ewaney xudê tirsin.

155) ewsa mûsa ḧefta kesî le hozkey des nîşan kird ke bêne dîdenî ême. katê bû lerze daygirtin, gutî: ey perwerindekem! eger meylit le ser baye her le pêşda det mirandîn. axo detewê bew karey ke bê awezan le ême kirdûyane, to hemûman le naw berî? emeş her ezmûnî xote; be meylî xot kesanê gumřa dekeyt û hêndêkanîş berew xot şareza dekey. gewreman toy, biman bûre û bezet pêmanda bêtewe. baştirîn bexşêner hertoy.

156) le dinyaye û le qyametîş be çake bimanxiwênewe; ême hatûynewe lay to. gutî: herkê azar bidem keyfî xome. bezeyîşim hemû şitî dagirtuwe. çakey ewane denûsim le xirape xoparêzin û zekat deden; ew kesaneş ke biřwayan be xwa heye;

157) ewanewa dekewne şwên em pêẍemberey ke řaspardey xwaye û neyxiwênduwe û le tewrat û încîlîş nawî nûsrawe û haney çakeyan dedat û nahêłê xirape biken; pakij be řewa dezanê û gemarî pê nařewaye û giranayî zincîryan le ser la deba; ke bewanyan şetek dabûn. ewaney biřway pê deken, be qedrewe lêy deřwanin; le yarîdey danamênin û le dûy ew řûnakye deçin ke wêřay ew nardirawe; ewane řizgarekanin.

158) bêje: xełkîne! bizanin emin xuda řay sipardûme lay êwe, giş le giştû. ew xudayey mułkayetî asmanekan û em herdeş her bo ewe; le xoy beder hîç şit bo peristin nabê. gyan debexşê û gyan destênê. desa êwe be xuda û be pêẍemberî nexwêndewar biřwa biken; ke ewîş xoy baweřî be xuda heye û be herçî xuda gutûye biřwa deka. peyřewî bin, şayet şarezay řêge bin.

159) desteyekîş le hojî mûsada hene, be řastî řê denwênin û be řastîş dawerî deken.

160) ewaneman be dwazde deste (dwazde omet) beş beş kird û ew kateş hozekey mûsa daway awî wexwardinyan le mûsa kird, ême mûsaman têgeyand ke: be dar’asakey destit lew berde de. dwazde kanî le berdekewe hełqułîn; her desteyey derawî xoy nasyewe. hewrîşman le lay serûyan kirde seywan; gezoşman degeł şêlaqe bo henardin: bixon lew şite pakaney kirdûmanete řozîtan. hîç ẍedrêkyan lêman nekird; bełam ẍedryan le xoyan dekird.

161) [le bîrû bê] ew kateş ke pyan gutra: lew şare nîştecê bin û le her layek herçî detanewê bîxon. niza biken gunahû lê hełbiwerê û le dergawe ke deçne jûr, sujde berin; her hełeyê kirdûtane detanbexşîn. bo ewaney akarçakin, padaşî zyatrîş dedeyn.

162) ewsa naheqîkaranyan ew qisaney pêyan witra bû, gořyane barêkî dîke. êmeş le ser ew naheqî kirdineyan, bełayekman le asmanewe bo nardin.

163) derbarey ewbajêřey wa kewtibwe qeraxî derya lêyan pirse, ke be şemme nafermanî xwayan dekird. çunke le řojî şemmeda masî gel seraw dekewtin û řojê ke şemme nebuwaye, dyaryan nebû. ew kesaney le řêgey xuda la deden, ême awa deyan ezmûyn.

164) ke desteyekîş le xoyan gutyan: boçî êwe derbarey kesanê xuda gerekye qiřyan ka yan be tundî azaryan da, be amojgarî xerîkin? gutyan: ta lay perwerindetanewe tûşî şermezarî nebîn û şayet ewanîş bitirsin.

165) ke amojgarî kirdinyan behrey neda, ew kesaneman řizgar kird ke dijî xirape wêstan; zor be tundî azarî ewaneşmanda ke naheqî pîşe bûn û fermanyan becê nehêna.

166) katê her ew kareyan kird ke pyan gutra bû meyken, gutman: bibne meymûn gelî tiřo kiraw!

167) ew kateşû le bîr bê ke perwerênî to řaygeyand: deyankeme ber fermanî kesanî wa ke ta qyamet - be tundî - azaryan den. perwerindet be pele tołe destênê û her bo xoşî le gunahkaran debûrê û dilovane.

168) le zemînda kirdimanin be çendîn destey lêktir cya. hêndê lewan beçak derçûn; hêndê tir wek ewan nebûn; be xoşyan û be naxoşyanîşman ezmûn, sa beşkû bigeřênewe.

169) ewsa cê nişînanêkî bedfeř hatne cêgayan û, kitêbeke lay ewan be kelepûr ma; ke her bo temaḧî dinya tê dekoşan. deşyangut: ême her zor zû ’afû dekirêyn. eger dîsanîş le şitêk destyan gîr ba, weryan degirt. mer lew kitêbeda lewan peyman wernegîra, le řastî bew lawe derbarey xuda nexêwin? ke herçî têşîda hebû xwêndibûyan. małî ewla bo ewaney xoparêzin zor baştire, hêşta êwe tê nageyen?

170) ew kesaney ke beranber be kitêb řeftar deken û nwêjîş deken, ême padaşî ewaney akarçakin winda nakeyn.

171) ew kate ke kêwekeman wêney seywan be seryanda řahengawit û layan wabû her be seryanda deřûxê [witman]: ewî dawmane pêtan peyt bîgirin; çî têdaye le bîrtan bê; deşqem xotan biparêzin.

172) ewsaş ke perwerindey to le piştî ’ewladî adem zaruzîçî berhem hêna, le ser xoyan şayetî her be xoyan da. gutî: min perwerêntan nîm? gutyan: bełê, ême lewe agadarîn. neka řojî seła bêjin: nemanzanî.

173) yan nebêjin: ew kesane wa le pêşda şerîkyan [bo xuda] dana, bab û bapîranman bûn û ême berey dway ewanîn; axo êsta to gerekte le ser akarî naḧeqan ême qiřkey?

174) nîşanekan awa řoşin dekeynewe, şayeta bigeřênewe.

175) dengubasî ew keseşyan bo wexwêne ke nîşanekanî xoman pê bexşî bû, xoy lê buwardin; ewsa şeytan wedûy xoy da û kewte naw řêzî gumřayan.

176) ême ger biman wîstaye lemaneřa payeberzîman dedaye; bełam ew her xoy be ’erzewe çespand û peyřewî arezûy xoy bû. nezîley ew wekû nezîley segêke boy biçî ziman derdênê û lêşî geřêy zwan dekêşê. em çîroke beserhatî ewaneye ke nîşananî êmeyan be diro dana. to lew terze basaneyan bo wegêře, şayeta bîr bikenewe.

177) çen xirape serguruştey ew kesane nîşanekanî êmeyan be diro zanî û le xoyan naheqyan kird.

178) her kesêkî xuda xoy şarezay bika, řêgey řast degrête berê û her kesêkîş gumřa bika, le řêzey zyanbarane.

179) ême gelêk le cinoke û le miroman bo cehendem wedî hêna: diłyan heye û pêy tênagen; çawyan heye û pêy nabînin; gwêyan heye û pêy nabîsin; ewane wekû ajełn; bigre lewan gumřatirin; agayan le hîç şit nîye.

180) nawî xuda, hemûyan řind û lebarin; her bew nawane bangî ken. gwê medene ew kesaney nawekanî her be anqest bo degořn. emane bo ew kareyan siza dedrên.

181) lewaneda ke ême dirustin kirdûn, desteyek hen berew lay heq řêşanderin û be heqîş dawerî deken.

182) ewaneş ke nîşanekanî êmeyan be diro dana, wirdewrde - bê ewey be xo bizanin - berew têda çûnyan debeyn.

183) maweyek mołetyan dedeyn, çunke tegbîrim pitewe.

184) axo be bîryanda nehat hawřêkeyan tûşî şêt bûn nehatuwe? aşkiraye ew le tirs weberhênerêk beder nîye.

185) axo ewan le dam widezgay piř şikoy ’asmanekan û zemîn herçî xwa dirustî kirdûn, řa nemawin? wêş deçê bem nizîkane be akamî merg bigen. deysa le paş em qur’ane be kam qise biřwa deken?

186) xwa řê le her kes bigořê, hîç řêberî des nakewê. wazyan lê dênê ba her wa le ser bizêwî xoyanda sergerdan bin.

187) derbarey řojî seławe lêt depirsin: key wedî dê? bêje: zanînî her tenya le lay perwerênî mine; bo xoy nebê kes natwanê wextekey aşkira bika; hełênanî bo ewaney le asmanan û zemîndan, zor girane û le nekawêk ew řoje řûtan tê deka. corêk pirsyarit lê deken wek to derbarey bizanî. bêje: tenya her xuda bo xoy deyzanê; bełam zorbey em xełke eme nazanin.

188) bêje: emin xawenî sûd û zyanî xudî xom nîm; ca megîn xuda ḧez bika. ger nadyarim zanîban behrey firem gîr dekewt û zyanêkim tûş nedehat. min tenya her tirsêner û mijdederim bo kesanê biřwa deken.

189) her ew êwey le yek kes wedî hênawe; jinekeşî her le makî ew pêk hêna, ke lewřa biḧesêtewe. wextê [adem] wel [daykewa] ser cêy kird, bardar bû be barêkî sûk. maweyek پێەûە geřa. ke hestî be qurs bûn kird, hertik le perwerindeyan pařanewe: eger zaroyê hêjaman pê bibexşî, le şukiranebjêran debîn.

190) ke zaroy hêjay pê bexşîn, lewey ke xwa pêda bûn, çend şerîkyan bo peyda kird; ke xuda zor beriztire lewey ke şerîkî hebin.

191) çon ewane deken be şerîkî xuda ke natwanin hîç şitê dirûst biken û xoyan debê dirûst bikirên.

192) twanayan nîye yarmetî ewan biden û yarîdey xoşyan pê nadrê.

193) eger êweş bangyan biken ke bêne ser řahî xuda, dwaw nakewn. bangyan biken yan deng neken, bo êwe her wekû yeke.

194) ewaney ke - be cê xuda - êwe hanayan pê deben, ’ebdigelêkin wek xwetan. desa eger êwe řastin, bangyan biken ba weramtan bidenewe.

195) axo ewan detwanin le ser pa biřon, yan destî řasanyan heye, yan çawî dîtnyan heye, yan gwêy bîstinyan pêweye? bêje: bangî ew hawbeşanetan biken, ewsa dawî fêłanim bo bênewe û mawem meden.

196) gewrey min her xudaye ke em kitêbey nardote xwar; her bo xoşî serperistî çakan deka.

197) ew kesaney - be ẍeyrez ew - êwe hanayan pê deben, naşyen yarîdetan den û yarîdey xoşyan pê nadrê.

198) eger êwe berew řêy řastyan bang biken, lêw nabîstin; debînî twaşat deken û neşyan dîtûwî.

199) çaw bipoşe û ferman be karî çak bide û lew nezanane waz bêne.

200) hergayekîş xeyałatêkî xirapit le şeytan be diłda bûrî, her pena be xuda bere; ke xoy bîser û zanaye.

201) ew kesaney parêzgarin, herga xeyałî xirapyan le şeytanewe tûş debê, gurcê yadî xwa deken û berçawyan řûn debêtewe.

202) birakanîşyan bo ewey her gumřa bin, tê dekoşin û le teqaladanekeyan kota nayen.

203) herga hîç nîşaneyekyan nîşan nadey, êjin: to bo le xotewe řêkî naxey? bêje: min her lewane peyřewî dekem ke le lay perwerindemřa pêm dega. emane çawřoşin kerin le perwerindey êweřa û řêşanderin û bezeyîn bo ew kesaney be baweřn.

204) herga qur’an dexwêndirê, kiř bin û gwê lê bidêrin; şayet ber bezeyî xwa kewn.

205) hemû beyanî û êwaran, be pařanewe û tirsewe - be bê ewe deng hełênî - yadî perwerindet bike û hergîz to lewane mebe ke be bîrîşyanda naye.

206) ew kesaney lay perwerindet pesnidin, bê fîzin le peristinî û pesnî pakî ew deden û her berew ew sujde deben.