8- enfal

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 13 Xulek  1365 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) lemeř deskewtî cengewe lêt depirsin, bêje: tałanî dujminan bo xuda û bo pêẍembere. eger biřwatan hênawe, êwe tirsû le xuda bê û le naw xotanda pêk werin û berfermanî xuda û pêẍemberekey bin.

2) xawen biřwa ew kesanen her ke nawî xuda bira, diłyan tirsî řê denîşê û kenîşanekanî ewyan bo wexwênin, biřwayan be hêztir debê û derbest xoyan be perwerênyan despêrin.

3) ewanen ke nwêj deken û lew bijîwey beşman dawin beşî hejaranîş deden.

4) baweřdarî bê kemayesî emanen ke le perwerênyanewe pile û paye û lê xoşbûn û bijîwî pesnidyan heye.

5) herwek ewey perwerindet - be heqanet - toy le małî xot hênader; hêndêkîş le baweřdarekan nařazî bûn.

6) le paş řastî řûn bûneweş, ewan kêşet degeł deken; wek be aşkira bibînin ke berew mirdinyan dajon.

7) ewsa ke xwa sozî pêdan ke yekêk lew dû komełe bo êweye, êwe her arezûtan bû deste bê destełateke bo êwe bin. xudaş wîstî her çonê xoy gutûyetî weřast geřê û xwanenasan binebiř ka.

8) ta řastî seqam gîr bika û pûç û çirûk le naw berê; herçend tawanbarekan ḧezî lê neken.

9) lew kateşda ke hanatan bo perwerindetan debird, gutî: ewa be şwên yekda hezar firîşte denêrim bo yarîtan.

10) xuda ew bełêneşî her boye pêdan, hetakû mujdeyek bêtû diłgeltan pê oqre bigrê. yarîdeş her le xwaweye. xuda xawen destełatî lekarzane.

11) ew demeştan her le bîr bê wa ew sûkexewey le lay xoyewe bo henardin û bû be hoy diłnyayîtan. baranîşî le ḧewawe bo barandin ta xawêntan bikatewe û xeyałatî şeytanû lê dûrxatewe û diłgerimtan ka û meydanê be cê nehêłn.

12) xwa firîştey têgeyandin ke: xoşim degeł êwedam, ẍîret weber xawen baweřekan bênin, minîş tirs weber xwanenasan denêm. sa êwe le milyan den û hemû entigustekanîşyan bipeřênin.

13) çunke ewan berhełistî xuda û pêẍemberî wêstan. her kesanêk dijî xuda û pêẍember bin, xwa be tundî siza deda.

14) ba bîçêjin! xwanenasan be agirîş azar dedrên.

15) ey gelî xawen baweřan! er tûşî xwanenasan bûn - ba zorîş bin - êwe le beryan heł meyen.

16) her kes le řojêkî wada xo le şeřê bidzêtewe - megîn bo şeř kirdin le şwênêkî kewe, yan bo yarîdey yaranî - xuda le xo tûře deka û cêgey le cehendem debê û çarenûsî zor xirape.

17) ewan êwe netan kuştin; xwa kuştinî. ke hawîştit, hawêjereke to nebûy; xwa hawîştî. ew deyewîst baweřdaran be başî taqî katewe. xuda bîser û zanaye.

18) bełê, awa xuda fêłî dîn dujminan pûçeł deka.

19) ger detanewîst serkewn, wa serkewtin; eger le şeř besîş biken, qazanictane; egerîş tê heł biçnewe, êmeş tê heł deçînewe û ba destewbestetan zor bin, hîç behre bo êwe nada. xuda wel baweřdarane.

20) ey giroy xawen baweřan! berfermanî xuda û pêẍemberî bin û le her şitê ew pêtan êjê û deybîsin, xo mebwêrin.

21) êwe wek ewane mebin, gutûyane: gwêman lêye, ke çî her neşyan bîstuwe.

22) xiratrîn zîndeweran le lay xuda, ew keř û łałanen kewa hîç tê nagen.

23) eger xuda bîzanîba xêrêkyan debarandaye, karêkî dekird bibîsin. xo eger gwê bîstinîşî pê bidaban, her řûyan lê werdegêřa û xoyan debward.

24) ey gelî xawen baweřan! herga xuda û pêẍember lêw dawa deken karê biken êwey pê bijûjênewe, gurcê bîken; êwey pê debûjênewe. bişzanin xwa debête lemper le nêwan miro û diłî; hemû laştan le lay ew ko dekirênewe.

25) lew bełayeş xo parêzin ke taybetî naḧeqîkarantan nîye. bişzanin ke tołey xuda tund û tîje.

26) bîr lew deme bikenewe ke êwe lem wiłateda kemêkî bê destełat bûn; tirsû hebû xełkî tir dertan biken û bê cê û řê bimênnewe. penay dan û yarîdey dan û serkewtin û řozî pak û řeway pê dan; beşke şukiranebjêr bin.

27) ey gelî xawen baweřan! degeł xuda û pêẍember deẍełî meken. ew şitaneş ke dezanin amanetin, ẍeyanetî têda meken.

28) bişzanin mał û mindałtan hoy ezmûnin; padaşî zor lay xudaye.

29) ey gelî xawen baweřan! eger le xuda bitirsin, amêrî cya kirdinewey pak û pîstan pê dedat û le xirapetan debûrê. xuda zor çakey le laye.

30) bête bîrit ewsa xudanenasekan wîstyan fêłêkit lê biken, yan bendit ken, yan bitkujin, yan derit ken. ewan fêłekey xoyan kird; xwaş fêłî kird. xwaş çatrîn fêłezane.

31) herga nîşaney êmeyan bo wexwênin, êjin: bîsman; eger ḧezman bikirdaye, êmeş wek ememan ewt; le çend çîrokî kewnara beder nîye.

32) ewsaş gutyan: ey xudaye! eger be řastye û le layen towe hatuwe, le ḧewawe weber tewen baranman de, yan azarêkî bejanman bo binêre.

33) heta toyan le nawda bê, xuda cezrebeyan nada. heta daway bûrdin le gunahîş biken, xuda her azaryan nada.

34) xuda çon azaryan neda, ke ewane řêgey «miscdalḧram» yan le zyaret keran girtuwe û hełîş nagirin xawenî bin? xawenanî her debê ew kesane bin ke tirsî xudayan heye; bełam zorbeyan nezanin.

35) nwêjyan le małî xudada her biryetî le çepłe û fîtûkêşane. sa le sizay ew biřwa nehênaneda, eşê tûşî azar bibin.

36) ewaney xudanenasin, małî xoyan xerc deken řêgey berew xuda bigirin. ew mał bext kirdineyan debête keserêk boyan û paşan her jêr dekewn. xiřupřî xwanenasan le دۆژەە ko dekirênewe.

37) heta xuda pak û pîs lêk heławêrê û pîsekan le ser yek danê û betêkřayî kogayan da û byanxate dojehewe; her xoyan zyanbar bûgin.

38) be xwanenasekan bêje: êstaş eger des hełgirin, herçî pêşû kirdûtane ’afû dekirê. egerîş tê heł biçnewe beserhatî pêşînekan dyare çi bû.

39) welyan şeř ken heta ajawe namênê û dîn giştî dînî xwa debê. sa eger temê girtû bûn ewsa her karêkî bîken xwa deybînê.

40) egerîş řûyan wergêřa, ba bizanin ke gewretan her xudaye; gewrey here baştan heye û çaktirîn yarîdertane.

41) eger baweřtan be xuda û baweřîtan beweş heye ke řojî lêk heławardin bo ’ebdî xoman nardexwar, ewê řojê ke dû komeł tûşî yek bûn; debê ewendeş tê bigen her tałanêkû des kewt, pênc yekêkî beşî xuda û pêẍembere û bo xizman û hetîwan û hejaran û řêbwarane. xuda twanay be ser hemû şitda heye.

42) wextê êwe le dawêney nizîktir û ewan le dawêney dûrtir damezra bûn, karwanîş le xwar êwe bû, eger katî pêk geyştinû danaba, bê so le ser jwange tûşî kêşe debûn; bełam dewbu herçî xwa biřyarî dabû her řû bida. ta mirdin û jînî her kes, be bełgey aşkirawe bê. xwa debîsê û agadare.

43) le xewtinda xuda jimarey ewanî kem nîşan day; eger zorayî ewanî nîşan daban, le tirsan zirawtan deçû; le naw xoda kêşetan lê peyda debû. bełam xuda êwey parast, xoy le nihênî diłanîş agadare.

44) ewsaş ke tûşî yek hatin, le ber çawtan ewanî kemtir nîşan da û êweşî kemtir hênaye ber çawî ewan. debû xuda karê ke biřyarî dirabû bênête cê. karîş her deçnewe lay ew.

45) ey giroy xawen baweřan! eger degeł dujminan řûbeřû debin, xo bigirin û gelêk yadî xuda biken, şayeta êwe serkewn.

46) le fermanî xuda û pêẍember dermeçin. neçin kêşe û lê peyda bê û sist bibnewe û hemû hêz û le beyn biçê. xořagir bin; xwa degeł xořagrane.

47) êwe wek ewane mebin, bo xobînî û bo řûbînî le naw merdim le zêdekeyan derkewtin; deyanewîst řêgey xuda berbest biken. xuda le hemû karêkyan agadare.

48) şeytan akarî ewanî ew kate le ber cwan kirdin, gutî: emřo hîç hêzêk derostûnaye, minîş cêgey hanatanim. le katêka her dûk la lêk wederkewtin, pê dizey kird û boy derçû, gutî: emin wel êwe nîm; min şitî wam dête berçaw ke bo êwe nadyare; min le xuda tirsim heye; tołey xuda zor dijware.

49) dûřuwan û ew kesaney diłî deẍezdaryan heye, ewsa wityan: ewane be dînekeyan xełetawin. her kesêkî her xo be xuda bispêrê, xuda xawen destełat û lekarzane.

50) ger bibînî ewsa xudanenasekan firîşte deyan mirênin û dîm û piştyan dekutnewe [pêyan êjin]: deysa derdî be agir swatan biçêjin.

51) eme sizay ew karaney ke detankird; xuda hergîz ẍedir le ’ebdî xoy naka.

52) [akaryan her] wek akarî darudestey fîr’ewn û ew kesaneye berlewan bûn; ke le nîşanekanî xwa ḧaşayan kird. xwaş le sizay gunahanyan weber ẍezebî xoy xistin. xuda be hêz û twanaye û tołey ew gelê dijware.

53) çunke xuda derûy çakey le her gelê wekirdibê, heta ewan bîrî xoyan negořîbê, qet xuda lêy negořîwin. xwa bîser û zor zanaye.

54) ca ewane - wek darudestey fîr’ewn û pêşînyanyan - bew derde çûn: be nîşaney xuday xoyan baweř nekird; le songey gunahekanyan qiřman kirdin. herçî ser be fîr’ewnîş bûn, biřyarmanda ke le awêda bixinkên; ke ser le beryan naheq bûn.

55) xiratrîn zîndeweran le lay xuda ew kesanen ke xudayan nenasîwe û îtrîş biřwa nahênin.

56) ew kesaney peymanit degeł bestin û le paşana hemû caran peymanyan hełdeweşênin û hîç tirsî xudayan nîye,

57) ca ewanet ke le şeřda be gîr hênan, wêřay ewaneş ke hatûn piştyan bigirin, biřetêne; beşkû temê girtû bibin.

58) ger hestit kird komełê lew swêndixorane ẍeyan derçûn, toş wek ewan swêndyan be serda bidewe. xuda ẍeyanî xoş nawên.

59) xwanenasan wa bîr neben wepêş kewtûn; ewan ême nabezênin.

60) ta bow dekirê çek û cibexaney şeř û espî swarî peyda biken; dujminî pê bitirsênin; ke dujminanî xudaşin. ẍeyrî wanîş dujminû hen nayan nasin, bełam xuda deyan nasê. her małêkî le řahî xuday bext ken, xuda deybijêrêtewe û hîç naheqîw lê nakirê.

61) eger daway şeřbesyan kird, qibułî ke û her xot be xuda bispêre; her xoy gwêdêr û zanaye.

62) ger wîstîşyan firîwit den, beste ke xudat degełe. her ewîş hate hawarî xot û xawen baweřan û yarîdey dan.

63) be dił wanî kirde hogrî yektirî. eger herçî lem serzemîneda heye, hemût bext bikirdaye, net detwanî wa lêkyan ko bikeytewe; bełam xuda wa lêkî kirdûn be hogir; her xoy xawen destełatî lekarzane.

64) ey pêẍember! bo to û bo baweřdaranê şwênit kewtûn, xuda bese.

65) ey pêẍember! haney baweřdaran bide biçne xeza; eger êwe bîst kes bin û xořagir bin, hêztan be dû sed kes deşkê; ger sed kestan xořagir bin, - be îznî xwa - dû hezar kes le xwanenasan řadenên; çunke ewan kesanêkî bê awezin.

66) êsta xuda ke dezanê wire û twanatan kem buwe, karî bo hasantir kirdin. eger êwe sed kes bin û xořagir bin - be îznî xwa - derostî dû hezaryan dên. xwa degeł xořagrane.

67) bo hîç pêẍemberêk nebuwe dîlî hebin; meger wextê le ser zemîn be tewawî bûbête xawen destełat. detanewê małî dinyatan des kewê, xudaş paşe řojî dewê. xuda xawen destełat û lekarzane.

68) eger xuda em řûdawey pêşûtir nenûsîbaye, lemey ke wedestû kewt azarî zorû tûş dehat.

69) ew tałaney girtûtane, ḧełał û zełałe bîxon; tirsîştan le xuda hebê. xuda le guna debûrê û dilovane.

70) ey pêẍember! to bew yexsîrane bêje ke deber destî êwedan: eger xuda agay lê bê çakeyektan le diłdaye, çaktir lewey lêw senrawe, dewdatewe û lêw xoş debê. xuda le guna debûrê û dilovane.

71) xo eger be winyazeş bin ke diro degeł to biken, zû wel xudaş nařast bûn û etoy zał kird be seryana. xuda zanay lekarzane.

72) ewaney xawen baweřn û zêdî xoyan cê hêştuwe û le řay xuda be gyan û mał xezayan kird, ew kesaneş ke emanyan ḧawandewe û arîkar bûn, bûne kes û karî yektir. ew giroy baweřdaraneş ke her le şwênekey xoyan mawnetewe û nehatne der, heta ewanîş derneçin, nabê dostayetîyan biken. bełam ger ewan derbarey dînekeyan yarîde lengo bixiwazin, le sertane ke êwe komegyan biken; megîn le dijî ewaney degeł êwe hawpeymanin. herçî bîken xwa deybînê.

73) berey xudanenasanîş dostî nizîkî yektirîn. ger êwe - wek min pêm gutûn - řeftar neken, bişêwênî û xirapey zor lem serzemîne řû deda.

74) ewaney xawen baweřn û le wiłat aware bûn û le řay xuda xezayan kird, ewaneş penayan dan û komegyan kird, xawen baweřî be řastin. xuda lewane xoş buwe û bijîwî baş bo ewane.

75) ew kesaneş ke paşan biřwayan hêna û be awareyî derkewtin û wêřay êwe xezayan kird, le xotanin. be gwêrey kitêbî xuda, xizim bo xizim le namo nizîktire. xuda le her şit agadare.