6- en’am

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 35 Xulek  1785 Dîtin

we naw xuda ke dehende û dilovane

1) pesin û supas bo xudayê ke asmanan û zemînî çê kirduwe û tarîkayî û řûnakayîş ew peyday kird. ew kesaneş ke ḧaşayan le perwerindeyan heye, dên le paşan şerîkî bo peyda deken.

2) ew xudayey ke êwey le quř çê kird û mawey jînî bo danawin. ew kateşî biřyar dawe û nawî nawe [ke le jyan bê beş debin]. keçî êwe dîsaneke her dûdiłn.

3) le asmanan û zemînda xwa her ewe û le nihênî û aşkiratan agadare û her karêk bîken deyzanê.

4) her nîşaneyek le layen xway perwerênyanewe bê û bête layan, îlla her ḧaşay lê deken û xoyanî lê debwêrin.

5) ewa wextê em řasteşyan bohat, biřwayan pê nekird. ledwařojda ewane agadar debin lewştaney êsta gepî xoy pê deden.

6) axo emende nazanin ke ême le pêş ewanda çendîn bereman qiř kirdin? ew destełateş lem zemîne bewanman dabû, bemanman nedawe. le ḧewawe keykem û şesteřehêłe baraneman bo barandin û waman kird ke le ser řûbarekan dejyan. keçî hênd nafermanyan kird qiřman kirdin û le paş ewan - le cêy ewan - berey tirman damezrandin.

7) eger ême le ser kaẍez nameyekman bo to nardibaye xwarewe û bedest hełyan giłofîba, ewaney xudanenasin her deyangut: bibê û nebê cadû nebê çî tir nîye.

8) ewa deşłên: edî boçî xwa firiştey bo ew nenarde xwarewe? eger ême firişteşman binardaye, bê so kar le kar detraza û hîç mołetyan pê nededra.

9) xo eger řaspardeman firişteş ba, her debû cilkî pyawêkî deber bikeyn û ew ciley ewan deypoşin ew poşîbay.

10) be gelêk le pêẍemberanî berle to, řişxen kira û řişxenkeran tûşî karekey xoyan bûn.

11) bêje: êwe lem zemîne geştê biken, ta bizanin dwařojî bê baweřekan be kwê geyşit.

12) bêje: herçî le nawî ’asmanekan û zemîndaye, małî kêye? bêje: hemû bo xudaye. xuda le ser xoy nûsîwe ke debê xawen beze bê. dyarîşe le řojî qyamet - ke bêgumane hatnî - giştû lêk ko dekatewe û ew kesaney gyanî xoyan dořanduwe ewanin biřwanahênin.

13) bo ewîşe her şitêkî le şewgař û le řojêda, heda deda û her xoy bîser û zanaye.

14) bêje: axo detanewê ẍeyrez xuda hîç kesî tir be serwerî xo bizanim, ke asmanan û zemînî dahênawe û řozî be zîndewer deda û xoy le bijîw bê nyaze? bêje: ferman be min dira ke yekemîn berferman bim. sa to qet lewane mebe şerîk bo xuda peyda key.

15) bêje: eger nafermanî xuday perwerênim bikem, le azarî řoje heredjiwarekey piř metirsî, tirsim heye.

16) ewê řojê xwa le her kesê wazbênê, ewe dyare weber bezeyî xistuwe; em kareş řizgarîyekî aşkiraye.

17) eger xuda bełayekit be ser bênê, be ẍeyrez xoy kes le sertî wela naba. ger beçakeşt wexwênê, her xoyetî hemû karêkî pê dekirê.

18) herxudaşe le ser hemû ’ebdekanî destî deřwa û her bo xoyetî karzane û agadare.

19) bêje: şayetî danî kê le hemû şayetî danêk girîngitre? bêje: xuda şayete le nêwanmanda; ew be xełat bo minî narde xwarewe, ta be hoy ew tirs weber êwe bênim û her kesêkîş ke pê dega. êwe şayetî deden ke wel xuda çend xudayekî tirîş heye? bêje: min şayetî nadem. bêje: xuda her yekêke û min le şerîk bo xwadananî êwe dûr û bêzarim.

20) ehlî kitêb her wek kuřekanî xoyan baş denasin, pêẍemberîş wa denasin. ewaney xoyan tûşî xusar kirduwe, biřwa naken.

21) kêy wa heye lew kesane naheqtir bê ke diro bo xwa hełdebestin ya be nîşanekanî xwa baweř naken? dyarîşe her kê naheq bê, řizgar nabê.

22) řojî qyamet ke giştyan ko dekeynewe, bew kesaney ke şerîkyan bo xuda peyda kirdibû, êjîn: kwanê be xeyał dewgut şerîkin degeł xuda? de byanhênin.

23) ca ew kate hîç ’uzrêkyan nabê ẍeyrez ewe bêjin: swênd be xuda ke êmey perwerandiwe; ême hergîz hîç şitêkman nekirdote şerîkî ew.

24) biřwane çon diro le ser xoşyan deken! ew şitaneş ke ewan be diro deyangut, le beyn çûn.

25) î wayan le nawda heye gwêt pê deda. bełam ême perdeyekman be ser diłyan hełkêşawe ke têt negen, giranayîşman xistote naw gwêçkeyan ke [nebîsin] û her nîşaneyek bibînin baweř naken. î waş heye ke dêne lat cwabecengît degeł deken; ew kesaney xwanenasin êjin: eme çîrokî pêşînekane û çîtir nîye.

26) her ewane nahêłn xełk bêne lay û bo xoşyan xoy lê dûr degirin. em kesane be bê ewey hestî pê biken her bo xoyan le beyn deben.

27) eger ewsa byanbînî ke le ser lêwarî agir řagîrawin, êjin: xozî dîsan deyangêřaynewe, ewsa be nîşanekanî perwerinden biřwaman dekird û êmeş le řêzî baweřdaran bûyn.

28) řastîş naken, tenya her eweyan bo aşkira buwe ke le pêşa le diłda ḧaşaryan dabû. eger bişgeřabanewe, ew karaney ke pêyan degutura meyken, her deyankird. emane her diroznin.

29) gutîşyan: cige lem jîney ser dinyaman çîtir nîye û ême zîndû nabînewe.

30) ger byan dûnî lew kateda ke le hember perwerênyan řagîrawin, pêyan êjê: axo emew pê řast nebû? êjin: bełê, swêndeke be perwerenden řastî řaste. êjê: de azar biçêjin bo ew ḧaşayey detankird.

31) ew kesane zyanmend bûn ke hîç baweřyan nedekird, dêne ber baregay xuda. ta ew satey le piř sełayan lê řabû. îtir ewsa le ḧałêkda kołepşitî barî giranî gunahyan le ser pişte, her ax û dax û pekyane; êjin: ḧeyfê ême çendin dirêẍî kird. sa bizane çend barekeyan giran û nalebare.

32) jînî dinya cige le gałte û gep nîye û małî ewla bo ewaney le xwatirs û xoparêzin zor çaktire. desa bo debê tê negen?!

33) ême dezanîn ew qisey ewan deyken bot debête hoy diłtengî. xo ewane to wedro naxenewe; le řastîda ew naheqîkarane le nîşanekanî xudaye ḧaşa deken.

34) fire le pêẍemberanî ber le toş - her wek êstey to - be dirozin jimêrawin. wêřay baweř pê nekiran û azardanîş, herwa xořagir manewe; hetakû yarmetî êmeyan pê geyîşt. sozî xudaş be hîç kesêk nagořdirê û dyarîşe to dengubasî pêẍemberanit zanîwe.

35) eger to le lat giran dê ke be dengitewe nehatûn, sa eger le twanatdaye, řehołêkî lem zemîneda bikołe, yan peyjeyek ke pêy hełçî bo asman û bełgeyekî pitew bo emane bêne [biřwat pê biken]. eger xwa xoy meylî lê ba, hemûyanî şarezay řasteřê dekird. îtir naşê to le řêzey nezanan bî.

36) her ewane gwêt lê degirin ke debîsin. mirduwekanîş xwa zîndûyan dekatewe û paşan giştyan bo lay xoy degeřênewe.

37) êjin: boçî nîşanêkî le layen perwerindeyřa bo nehatote xwarewe? bêje: xuda twanay heye her bełgeyek [xoy ḧez bika] be řêy bika; bełam ewane zorbeyan lê nezanin.

38) her zîndewerê le ’erza tevgeřyetî û her melê be bałan defřê, hemûyan komełanêkin wekû êwe. ême le naw em kitêbe hîç şitman heł nebwarduwe; le dwařojîş giş emane le lay perwerindey xoyan kowe ekirên.

39) ew kesaney ke nîşananî êmeyan be diro zanî, keř û lałn û le tarîkîda xul dexon. xuda bekeyfî xoy deka, le hêndêkan řê degořê û hêndêkanîş dexate ser řasteřêye.

40) bêje: eger xwa bełayekû bo binêrê yan řojî seła û lê řabê, axo ewsa ẍeyrez xuda hana bo kesî tir deben? eger řastin, řastî biłên.

41) nexêr, ewsa her hana bo xuda deben. eger xuda xoy ḧez bika, bełatan le ser la deba û ew şitanetan le bîr deçêtewe ke [êsta] be şerîkî xudayan dezanin.

42) ême bo ser gelêk le gelanî pêş toş [pêẍemberman] be řê kirdûn. [ew kesaney yaẍî debûn] tûşî beła û nisîbetanman dekirdin, ta beşkêkû le berman bilałênewe.

43) deysa boçî ke bełaşman be ser hênan, le berman nepařanewe? bełam eman diłřeş bûn û, şeytanîş karekanyanî wa le ber řazandibûnewe [ke her le ser ḧaşaye man].

44) ca wextê ew hemû amojgaryaneyan - ke kirabûn - le bîrew çû, hemû dergay bextewerîn bo kirdinewe heta kewtine xoşî û şadî; ewsa lepiř û nekawêk ber tûřeyî xoman xistin û hemû nahumêd manewe.

45) îtir ewsa ew kesaney pîşeyan her naheqî bû, dwabřaw bûn û sipas bo xway řahênerî hemû dinya.

46) bêje: be min bêjin eger xwa hestî gwê û somay çawtan lê bistênê û le ser diłgelîştanewe mor dabnê, kê detwanê - beder le xwa - bûdatewe? debřiwane ême çilon nîşanekan bo ewan şî dekeynewe; hêşta her xoy lê debwêrin.

47) bêje: be min bêjin eger bełay xuda le piřêk û benhênî yan be terzêkî aşkira, tûştan bibê, cya lewaney ẍedrê deken kê qiř debê û têda deçê?

48) her pêẍemberêk denêrîn pêy despêrîn mijdeder û tirsêner bê; sa her kesê biřway hêna û akarî çakî řeçaw kird, ne hîç tirsî le ser heye û ne hîç xemêkyan dêteber.

49) ewane wa nîşanekanî êmeyan be diro ejmard, le sizay em nafermanîye, giriftarî azar debin.

50) bêje: min be êwem negut: kilîl darî gencînekanî xwa minim; neşim gutuwe: le nadyaran agadarim; pêşim negutûn: firîştem. tenha min her ewe dekem ke xuda pêy řageyandûm. bêje: axo kwêr û çawsaẍ wekû yekin? deysa bo bîr nakenewe?

51) bem qur’ane to ewane bitirsêne, ke le řojî ko bûnewe le qapî perwerindeyan nîgeranin; ke lew beder ne hîç dostyan gîr dekewê û ne tikakar, beşkû le xuda bitirsin.

52) ew kesane metorêne û deryan meke ke giş şewekî û êwaran hana debene ber xway perwerênyan û bo řezay ew koşiş deken. to hîç karit be karî ewan nedabê; ewanîş hîç karyan be ser towe nîye. sa eger emane derkey, ẍedrêke le xotî dekey.

53) ême awa gerekmane hêndê lewan be hêndêkan taqî weken, heta bêjin: çilon xuda le nawmanda her emaney weber çakey xoy xistuwe? axo xuda lewan baştir şukirbijêran nanasê?

54) herga ewane dênelat ke be nîşananî ême biřwadarin, pyan bêje: diłnyabin perwerêntan her xoy le ser xoy nûsîwe ber bezeyî xoytan bixa; dyare xuda her kesêkî le êwe - le nezanî xoy - karî xirapî lê řûda û paşan peşîman bêtewe û akarî çak řeçaw bika, le gunaḧekanî debûrê û dilovane.

55) ême awa nîşanekanî xomanyan tewaw bo şî dekeynewe û demanewê řêbazî tawanbaran řûn bibêtewe.

56) bêje: min řêm pê nedrawe ke le xuda bitkemewe û ew şitane biperistim ke êwe deyanperistin. bêje: qet min be arezûy êwe nakem. eger bêtû şwên arezûy êwe kewm, dyare řêgem gum kirduwe û le řasteřê weder kewtûm.

57) bêje: wa min le layen perwerênmewe, bełgey pitewm le laye; keçî ewey lay mintan be diro dana. eweş êwey bo belezin, hîçî le des minda nîye. ferman her fermanî xwaye û her xoy řastîw bo bas deka. çaktir lêk cudakereweş her xoyetî.

58) bêje: eger ew şitey daway deken û boy be pelen be des min ba, karî nêwan min û êwe her le zûda dwayî dehat. her xwa baştir naheqîkaran denasê.

59) hemû kilîlî nihênî û berpîwaran wa lay ewe; le xoy beder hîç kesê agay lê nîye û herçî le zirya û bejdaye baş deyzanê; hîç gełayek le hîç şwênê bê zanînî ew nawerê. herçî denke û le tarîkayî zewîda û herçî teře, yan zuhaye, giştî le naw defterêkî aşkiraye.

60) her xoyetî be şew hestû lê destênê û le naw řoja çîtan kirduwe. ca be řoj řaw depeřênê, heta mawey dyarî kiraw be ser deçê. le paşan deçnewe lay xoy; ewsa agadartan deka ke le pêşda çû kirduwe.

61) her xoye destełatdar be ser ’ebdanya. pasewananêkîştan bo beřê deka. herga wextî mirdinû dê, pêmêrdî xwa le pêk hênanî fermanî dirêẍ naka.

62) paşan deyangeřênnewe bo lay xuda, ke serwerî řasteqîney hemûyane. ba bizanin ferman her be destî ewe û zûtir le her ḧîsabgerê be ḧîsabî giş řadega.

63) bêje: kê řizgartan deka le tarîkî bej û derya? ke ewsake be nihênî û be aşkira le berî depařênewe: eger xuda emcareş řizgarman bika, her şukiraney ew debjêrîn.

64) bêje: xwa řizgarû deka lew tengane û le hemû bełayekî dîş; keçî êwe şerîkî bo peyda deken.

65) bêje: xuda twanay heye ke le lay serûtanewe yan le lay jêrpatanewe azartan bo beřê bika; yan bitankate çend destew têktan berda û azar le yektir biçêjin. de biřwane çon ême nîşanekanman - core core - bew merdime nîşan dedeyn, beşkû ewane têbgen.

66) hozekey to em qur’anî wa řastîşyan pê diroye. bêje: xo min nebûme hemekaretan.

67) zor be zû agadar debin ke her bas û xeberêk cêgey xoy heye.

68) herga ewane debînî derbarey nîşanekanman xirap dedwên, to řûyan lê werbigêře ta barî qise degořn û qise le şitêkî tir deken. ger wa řûyda şeytan le bîrî birdyewe, herga webîrit hatewe îtir wel naheqîkaran řomenîşe.

69) ewaney xudê tirsin û xoparêzin, hîç ubałî ewaneyan lesto nîye. bełam debê amojgarî [bo nalebarekan] biken, beşkû le xuda bitirsin.

70) to wazbihêne lewaney dînekeyan be geme û gałte girtuwe û jînî dinya tewawêk le xiştey birdûn. bem qur’ane bîryan xewe ke her kesêk bikewête zîndanî bê deretanî kirdewey xoy - le xwabeder - hîç kesî dehanay naye û hîç kesîş tikay bo naka. herçî małî dinyaş hebê û le lay ewbê le qerebûy xoyda bîda, qibûł nakirê. ewan lesongey ew karey kirdûyane û biřwayan be xuda nebuwe, le dujehê dernakewn û awî kułîw dexonewe û cezrebey bejanyan heye.

71) bêje: axo gerektane - le xwa beder - hawar bo şitanêk berîn ne zererêkman lê deden, ne behreyan boman heye û le paş ewey şarezay řasteřêge bûyn, serle nwê paşgez bînewe? her wek eweman be serdê ke şeytan xełetandûye û le ser zewî sergerdane. hêndêk hewałî way heye ke pêy êjin: were laman le řêget şareza dekeyn. bêje: řêy řast her řêgey řûbe xudaye û ferman be ême dirawe xo bideyne des řahêneřî dinyaye.

72) fermûşye debê nwêj biken; tirsîşû le xuda hebê; ke hemû latan lay ew xiř dekirênewe.

73) her xoyetî bo řastî, em asmanane û zemîney berhem hênawe. her řojêkî bo dirust bûnî her şitê ferman bida: bibe! debê. qisey řaste û larî nîye û ewê řojê fû be kełeşaxda dekirê, tenya xoy destełat dare û dyar û berpîwar dezanê û her xoyetî lekarzan û agadare.

74) bîr lew kateş bikerewe ke îbrahîm be azerî apî xoy gut: eto boçî ew bitane deperistî? emin toşû gelekeşt debînim le řê law dawe.

75) [her ew demeş bû ke] ême nîşanî îbrahîmnida dam û dezgay em ’asmanan û zemîne ser be kêye, ta le řêzî baweřdare řastekan bê.

76) ke şewî be serdahat û tarîk dahat, estêreyekî bedî kird. gutî: eme perwerênme. herke le ber çaw awa bû, gutî: herçî awa bibê xoşim nawê.

77) wextê ke dîtî mang hełat, gutî: eme perwerênme. ke ewîş le ber çaw nema, gutî: eger perwerênî řasteqanîm xoy şarezayîm pê nełê, minîş le gumřayan debim.

78) katê dîtî wa xor le kel ser dekewê, gutî: eme lewanî tir meznitire, řenge perwerindekey min her eme bê. ke xorîş kewte xorinşîn, gutî: gelo! min lew kare û ke şerîkan bo xudanî min denasin, tekîmewe.

79) wamin - be diłpakî - řûm kirde ew kese ke asmanan û zemînî dahênawe û lewane nîm şerîkî bo peyda deken.

80) hozekey le ser em base şeř û kêşeyan pê firoşt. gutî: êwe çon degeł min derbarey xudayêkewe kêşe deken ke xoy şarezay kirdûm û hîç tirsêkim lewane nîye ke êwe deyankene şerîkî ew. her şitêkî perwerindem ḧezê bika herwa debê û zanistî perwerênî min hemû şitî dagirtuwe. axo êwe řanamênin?

81) ca çon debê lew bitaney - ke êwe deyanperistin - tirsim hebê? keçî êwe tirsû nîye û ew bitane be şerîkî xuda dezanin û hîç bełgeyekî pitewtan bo nehatote xwarewe. eger êwe le zanîn hîç beştan heba, detanzanî le min û lengo kamelaman pitir şyawî netirsane.

82) ew kesaney biřwayan be xuda hênawe biřwakeyan têkełî naḧeqî nekird, diłnyayî bo ewane û şarezay řay xuda ewn.

83) emane çend bełgeyek bûn ke dabûmane îbrahîm, ke beranber be hozî xoy řabuwestê. her kesê ême ḧez bikeyn piley řêzî bała debeyn; bê gumane perwerindet lekarzan û agadare.

84) ême îsḧaq û ye’qûbman her bew bexşî û hemû laman şarezay řay xoman kirdû, le pêş ewanda nûḧîşman berew xoman řê nîşanda û le naw zaruzêçî ewda dawid û suleymanîş û eyîwib û yusif û mûsa û hařûnman xiste ser řêga. ême awa padaşî baş be karçakan dedeynewe.

85) herweha zekerîyaş û yeḧya û ’îsa, wêřay elyas; hemûyan le mêrxasan bûn.

86) îsma’îl û elyese’ û yûns û lûtîş herweha; ser leberyanman le xełkî ser zemînê, zêdetir qedir lênawe.

87) le bab û kał û ’ewlad û birayanyan, biřêkyanman serxistin û şarezay řay řasman kirdin;

88) em şarezayî kirdine le lay xudaye. le her kesê le ’ebdanî meylî lê bê, berew xoy řêy nîşan deda. xo eger şerîkyan bo xwa peyda kirba, kirdeweyan serpakî be fêřo deçû.

89) ewane kesanêk bûn ke kitêbî xoman pêdawin û le karzanîman řahênan û kirdimanin be pêẍember; ger emane lêyan bikewne ḧaşaye, ême ew kare dedeyne komełê wa ke biřwayan pêyan hebê û hîçga ḧaşayan lê neken.

90) ewane kesanêk bûn ke xuda řênmûnî kirdin; toş her le şwên ewan biřo! bêje: xo min hîç padaşêkim lêw nawê, em qur’ane her tenya amojgarîyeke bo hemû xełkî dinyaye.

91) ew demey wa gutyan: xuda hîç şitêkî bo hîç kesêk nenarduwe, wek pêwîste xwa binasrê, neyannasî. bêje: ey kê ew kitêbey narduwe ke mûsa hênay û řûnakî û şarezayî bû bo merdim? kitêbê ke peřepeřey dekenewe û beşî kemî nîşanî xełkî deden û beşî zorî deşarnewe! bew kitêbe şitgelêktan pê fêr kira ke ne xo ne bab û kałtan new dezanîn. bêje: herxuda nardûye. to îtir wazyan lê bêne ba be gałte kirdinewe xo xerîk ken.

92) em qur’aneşman be xełat bo to nard û membareke û ewaneyşî le la řaste ke depêşda nardirawin; ta to be hoy em qur’ane xełkî mekke û dewruberî bitirsênî û ew kesaney biřwayan be qyamet heye, dyare baweřî pê dênin û hoşyan be nwêjekanîşyanewe heye.

93) kê lew kese naheqtire diro be dem xwawe bika? ya bêjê min le xudawe fermanim pê řageyenrawe; ke hergîz hîç fermanîşî le xwawe bo nehatuwe; yan bêjê minîş le wêney ewaney xuda nardûye, detwanim botan binêrim? birya wextî awîlkedan to naheqîkarekanit bidîba ke firîşte lêyan řasawe, ke: gyanû le qałb derxen; wa emřo le tołey ewe ke dirotan be dem xudawe hełdebest û le nîşanekanî xuda ḧaşaw dekird, êwe be sûkayetîyewe azar dedrên.

94) her wek tak take û be tenya le pêşûda, êweman wedî hênawe, herwaş hatûnewe laman. herçîş ême pêman dabûn, le dwatanewe becê ma. ew kesaneş nabînin ke latan wabû tikakarin û be şerîkî xwatan dezanîn. dyare êsta le yektirî cya bûnewe û çî be xeyał sazû dabû, hemûtan lê be hîçê çû.

95) xuda dane û denkî mîwe deqełêşê. her ewîşe zîndû le mirdû derdexa û mirdû le zîndû derdênê. eme xwaye, desa êwe çon [le řêga] kila dekirên?

96) têkułî şewgar la deda û sipêde û bo dexate řû. şewî bo oqre girtin û xor û heyvî bo jimarey êwe sazda. xuday xawen destełatî zana em karey kirduwe.

97) her ewîşe estêrey bo xistûne řû; ta bewane - le tarîkî bej û zirya - řê peyda ken. ême bo kesanê zanan, nîşananman be řûnî şî kirdotewe.

98) her ewîşe hemû êwey le taqekesêk xistewe; le dway ewe le şwênêk koy kirdinewe û day mezrandûn. bo ew kesaney tê degen, nîşananman be řûnî şî kirdotewe.

99) her xoyetî le ḧewawe awêkî bo êwe barand, hemû řuwekman pê řuwand, heta le sewze gyakewe denk û kelûy swarî yek û le kiłukî darxurmawe hêşûy piř û şořewe bo degeł baẍatêk le řez û zeytûn û binehenarî hawwêne û le yek cyaman berhem hêna. wextê mîweyan pêdega seyrî biken, ke lewanda gelêk nîşaney xuda hen bo kesanê ke biřwayan be xwa heye.

100) le cinokan şerîkyan bo xwa peyda kird; ke bo xoy dirustî kirdûn. lew nezanî ke heyane, xeyał deken debê koř û kîjî hebin. xuda pak û beriztire lew basaney ewan deyken.

101) dahênerî asmanekan û zemîne; çon debê ’ewladî hebê? ke hîç jinî nehênawe û herçî heye hemû deskirdî xoyetî û agay le hemû şit heye.

102) her xudaye êwey perwerde kirduwe û beẍeyrez ew hîç şit bo peristin nabê; hemû şitîş ew kirdûye. le sertane ’ebdayetî ew biken û serperistî hemû şit her be xoyetî.

103) ew nayete ber çawan û hemû bînerêk debînê û karnask û agadare.

104) êwe le perwerindewřa çawî diłtan pêdrawe. her kesêkî be çawî dił şit bibînê, be qazancî tewaw debê. her kesêkîş çawî diłî nabînaye, zyanbare û min kêşk girî êwe nîm.

105) ême nîşanekan awa corawcor şî dekeynewe; heta le akama neyjin xwenewarî! heta řûnîşyan keynewe bo ewaney ke têdegen.

106) her fermanê le perwerindewřa bot dê, pêkî bêne; be ẍeyrez ew kes bo peristinê naşê. to wazit lewane bêne şerîk bo xwa peyda deken.

107) eger xuda meylî lê ba, şerîkyan peyda nedekird. ême toman nekirdote pasewan beseryanewe û nebûyte hemekareyan.

108) qisey xirap derbarey ewane meken ke dawa [y yarmetî] le ẍeyrez xwa deken; çunke ewaney nezanin, lewaneye leber dijayetî xoyan, xirap le meř xuda bidwên. akarî her desteyekman le berçaw řazandûnewe û le akamda her dênewe ber destî perwerindeyan; ewsa agadaryan deka ke çîyan dekird.

109) be swêndewe řeş bûnewe ke be xuda her take nîşaneyekyan le xwawe bo bête xwarê, biřwa dênin. bûş nîşanan her lay xudan; kû dezanin? [min dezanim] eger nîşaneşyan bo bê, baweř naken.

110) her ewan carî yekem baweřyan be qur’an nekird, [êmeş] dił û dîdey ewan le kar dexeyn. her wek hen wazyan lê dênîn ke her be nafermanîyewe sergerdan bin.

111) firişteşman binardaye û mirdîyekanîş qiseyan degeł kirdiban û hemû şitman le řûbeřûy ewanewe xiř kirdibawe, hêman baweřyan nedêna; ca megîn xwa meylî lê ba. bełam zorbeyan nezan bûn.

112) ême bo her pêẍemberêk dujminêkman - le nêw şeytanekanî binyadem û cindoke - dana. hêndêk lewan - bo firîwdan - qisey řazawe û diroyan be hêndêk tir řadegeyand. perwerindet eger ḧezî bikirdaye, ew kareyan bo nedekira. lêyan geřê ba her diroyan hełbestin.

113) ba ewaney biřwayan bew dinya nîye, be dił gwê bo řagirin û pesnidî ken û her karê deyken ba bîken.

114) axo řewaye ẍeyrezxiwa dawerêkî peyda bikem? her ewîşe em kitêbey dûr le hemû kemayesî bo êwe narde xwarewe. ewaney kitêbman pêdan, sûr dezanin ke xełate û le perwerindey tořaye û giştî řaste. ke waye to hergîz le dûdłan mebe.

115) qisekanî perwerindet - le bê layengirî û řastîda - tewaw û bê kem û kûřîn; kes natwanê byangořê. zor bîser û here zanaş her xoyetî.

116) eger kewtîye şwênî qisey zorbey ewane wa lem serzewînedan, le řêgey xuda lat deden; çunke hemû be şwên xeyałda deřon û her le piřupûç xerîkin.

117) perwerindet zor le xot baştir dezanê kên ewaney le řêy xuda layandawe û baştirîş le to dezanê kê řêgey řastî lebere.

118) desa êwe eger biřwaw be xuda heye û nîşanekanî xudatan le la řaste, le goştî ajełê bixon ke demî ser jê kirdinê, nawî xway le ser hatuwe.

119) boçî êwe xotan le goştî ewane deparêzin ke nawî xwayan le ser dê? ke her xudaş be tewawî basî emaney bo kirdûn ke xwardinyan nařewaye, - megîn le řûy naçaryewe - zor lewane her be arezûy xoyan û le nezanî, merdim le řêge la deden. xuda xoy agadartire lew kesaney le endaze derdekewn.

120) le tawanî be aşkira û nihênî xo biparêzin; ewanewa xoyan tûşî tawan deken, sizay tawanyan debînin.

121) her ajełê le katî ser jê kirdinê nawî xuday le ser neye, nabê le goştekey bixon; eme le řêge ladane. şeytanekan diney dostanî xodeden, ta kêşetan degeł biken. ca eger be gwêyan kirdin, bê guman şerîktan bo xuda danawe.

122) axo kesê ke mirdû bû, ême zîndûman kirdewe û řûnakîyekman xiste pêşî, be serbestî le naw xełka buxlêtewe, wek kesêke ke le naw tarîkîdaye û hîç deretanêkî nîye? ew kesaney xwanenasin karekanyan le ber çawî xoyan cwane.

123) her wa tawankaranî her komełêkman kirdûte xawen destełat, ta lewêda xełk firîwden. le řastîşa her fêł le xoyan deken û hest pê naken.

124) herga bełgeyekyan bo bê, êjin: êmeş ta wek pêẍemberanî xwa, ew bełganeman bo neye, namankirê biřwa bênîn. xuda xoy baştir dezanê çi kesê bo pêẍemberî hełbijêrê. zorî pê naçê ewaney tawanbarbun - le ber fêłbazî û deẍełyan - le lay xwawe sukî û azarêkî dijwaryan tûş debê.

125) her kesê xuda ḧezbika, boxoy řêgey nîşan dedaw bobřiwa be îslametî diłî guşadî dedatê. kêş ḧezbika gumřay bika, hênde nefes tengî deka, wek berewḧewa serkewê. xuda awa ew kesaney biřwa nahênin tûşî řiswayî deka.

126) eme řêkeřêgey perwerindey toye. bo ewaney le nisîḧet behre deben, nîşananman be başî řûnkirdotewe.

127) ew kesane le perwerindey xoyanřa şwênekeyan enway hêmnayetî debê û le beranber karekeyan dostayetî ewyan heye.

128) lew řojeda ke hemuwan ko dekatewe; ey destewgiroy cindokan! êwe zorîney mirotan kirdibuwe peyřewî xotan. dostekanyan le nêwan berey miroda êjin: ey perwerindeman! biřêkman le biřêkî tir behrey bird ta geyîştîne ew mołetey ke bomanit dyarî kird. gutî: desa cêgey hetahetayîtan cehendeme; megîn xuda - be keyfî xoy - bow bigořê. perwerindet lekarzan û agadare.

129) awehayne biřêk le naheqîkaran - le songey akarê deyken - dexeyne jêr destełatî biřêktiryan.

130) ey gelî cinoke û miro! meger peyẍemberanêktan her le xotan bo nehatin, ke le nîşanekanî min be ser êweda wexwênin û lem řojetan bitirsênin? gutyan: bełê, şayetî le xoman dedeyn. jînî dinya firîwî dan şayetyan le ser xoyan da, ke xudayan nenasîwe.

131) boye ememan řageyand ke bizanin perwerindet le naheqî hîç şarêkî qiř nekirduwe û xełkekey bê aga bûbê.

132) bo her kesê - beranber be akarî xoy - pilewpayegelêk heye û perwerênit lewey deyken xafił nîye.

133) perwerindet bê nyaz û dilovane. eger xoy arezû bika, natanhêłê û ḧezê bika, le paş êwe çînêkî tir le şwênî êwe dadenê; herwek êwey le toremey kesanî tir xistotewe.

134) her biřyarê botan dira, şik nîye her ewe debê û beserû dê û natwanin xwa bê hêz û destełat biken.

135) bêje: gelo! herçî le destî êwe dê, dirêẍ meken; wa minîş herwa xerîkî karî xomim. le akamda tê degen ke encamî [başî] ew dinya bo kê debê. her çonêk bê, xwa naheqan řizgar naka.

136) le [berubûy ew] kêłge û wiłsatey ke xuda bedî hênawe, beşêkyan bo xoy dana. ca be xeyał gutyan: eme beşî xwaye û emeş hî bitekanmane. xo behrey bitekanîşyan, nedekewte lay behrey xwa; bełam behrey xwa deçuwe lay bitekanyan! naşîrîn dawerî deken.

137) bitewananî şerîk daner bo xuda, wayankird ke zorêk le hawbîrekanyan, kuştinî firzendî xoyan belawe cwan û řewa bê; takû le beynyan biben û dînekeyan lê têkeł û pêkeł biken. eger xuda keyfî lê ba, ewan awayan nedekird. lêyan geřê her buxtanê deyken bîken.

138) her be xeyał deyangut ke: em małat û kêłge qaxen. bê îznî me hîçkes nabê tamyan bika. em małateş kes nabê swarî piştyan bê. hêndêk małatîşyan heye, le wextî ser jê kirdinda nawî xway leser nahênin û diro be dem xwawe deken. xuda leser ew diro hełbestineyan tûşî cezrebeyan deka.

139) deşyangut ke: çî le pijdanî ew ajełanedaye, bo nêrîney firzendî ême řewaye û bo jinanman nařewaye! eger mirdarewebûş bê, hemuwan têda şerîk debin. bem zuwane xwa sizay em qisaneyan dedatewe. xuda her xoy lekarzan û zor danaye.

140) ew kesane - wa leber gewcî û nezanî - firzendanî xoyanyan kuşt, zyanbar bûn û be buxtan kirdin bo xwa, ew bijîwey ke pêda bûn, ḧeramyan kird; dyare řêyan lê têk çuwe û şareza nîn.

141) her ewîşe baẍatî wedî hênawe. hêndêk darbestyan gereke û hêndêkyan darbestî nawê. darî xurma û mezra û kêłgey bedî hêna, ke le xwardina lêk cyan. zeytûn û darhenarîşî çê kirduwe; ke be řwałet wek yek û le tam û řenga cyawazin. herga mîweyan pê dega, lêy bixon û le řojî mîweçnînda, beşî xudaş cwê kenewe bo hejaran. karêk meken ke le endaze beder bê; xuda ewaney xoş nawê ke le endaze derdeçin.

142) le małatîş biřêkî bo barlênan û biřêkî bo kułke û xurî, bedî hêna. lewey wa xuda kirdûyete řozî botan, bixon û řê û şwênî şeytan megirneber; çunke şeytan be aşkira dujmintane.

143) heşt ser małatî nêr û mê çê kirduwe: meř û beran, nêrî û bizin. bêje: axo xwa nêrînekanî ḧeram kirduwe? yan mêwînekan? yan ewî wa le pizdanî mêyekanda?! bełgem nîşan den, eger êwe řas êjin!

144) [çwarî dîkeş biryetîn le:] lok û saye û çêł û manga. bêje: axo xwa nêrînekanî ḧeram kirduwe? yan mêwînekan? yan ewî wa le pizdanî mêyekanda? yan bo xotan agadar bûn ke xuda way řaspardûn? sa kê lewe naheqtire diro bo xwa hełdebestê; ke bê ewey bo xoy zanistêkî hebê, tê bikoşê xełkî dîkeş gumřa bika? xuda destey sitemkaran şarezay řêgey xoy naka.

145) bêje: le naw ewaneda ke wa pêm řageyênrawe, şitêkî wa peyda nakem ke xwardinî le kesêk ḧeram kirabê, bêjge le mirdarewebûyan xwênî řijêndaraw yan goştî beraz - ke pîse - yan ajełê ke be nawî ẍeyrez xuda ser biřawe. her kesêkîş - be naçarî be bê meylî - lew nařewayane bixiwa û le endazey têrbûnî xoy pitir nexwa, bêguman xwa bexşendeye û dilovane.

146) ême hemû zîndewerî naxon dar û pîwî ga û pezman, lewaney bûne mûsayî, ḧeram kird; megîn pîwê ke le ser piştî ew duwane cêy girtuwe; yan ew pîwey degeł řîxołekanyane; yan ew pîwey têkeławî pêşe buwe. boyeşman ew sizaye dan, naheq bûn û le řêgey ême derdeçûn. dyarîşe ême řast êjîn.

147) eger wityan: to em qisanet řast nîye, bêje: perwerindey êwe xêwî dilovanyêkî berbiławe û tawanbarîş le sizay lanadrên.

148) ew kesaney şerîk bo xuda denasin, êjin: xuda meylî lê ba, ême û bab û bapîranman, bit peristîman nedekird; hîç şitîşman le xoman ḧeram nedekird. ewî berlewanîş hebûn, her biřwayan be pêẍemberan nehêna, ta ew katey ke cezrebey êmeyan çeşt. bêje: eger le zanîn şitêk şik deben, boman derxen! bełam êwe her weşwên guman dekewn û her lexowe qise deken.

149) bêje: bełgey be qewet her hî xudaye; eger bo xoy meylî lê ba hemûtanî dexsite ser řasteřêye.

150) bêje ew şayetanetan bênin wa şayetî deden: xwa emey ḧeram kirduwe. eger ew şayetîyeşyan da, to welyan şayetî mede û meçore ser arezûy ew kesaney wa be nîşanekanî ême bê biřwan û qyametyan le la diroye û hawta bo perwerindeyan peyda deken.

151) bêje: werin ew şitaney perwerindew lêy be nařewa zanîwin, min botanî bixiwênmewe, ke hîç şitêk be şerîkî xwa mezanin. degeł day û babî xoştan çake biken. le tirsî le birsan mirdin, firzendî xotan mekujin; ême bijîw be êwe û bewanîş dedeyn. be aşkira û be nihênî xo tûşî xirape meken. kesîş mekujin ke xuda kuştinî ḧeram kirduwe; megîn le řûy heqewe bê. xwa emaney be êwe řasparduwe, şayeta êwe tê bigen.

152) meçne qerey mał û darayî hetîwan; megîn be çeşnê ke baştir [biparêzrê]; ta katê ke xoy pê dega. ba pêwane û terazûştan beramber bê û kem wikûřî têda nebê. ême le twanayî beder hîç erkê naxeyne ser kes. katê [bo nawbijî yan bo şayetî dan] qise deken, ’edałettan leber çaw bê; ca ba dijî xizmî nizîkî xoştan bê. peymanî xwaş - be tewawî - be cê bênin. xwa emaney be êwe řasparduwe, şayeta her le bîrtan bê.

153) emeye řêgey řastî min; êwe her bew řêga biçin û meçne ser řêgayanî tir, newa le řêgay ew dûrtan bixenewe. xwa ewaney be êwe řasparduwe, beşkû xotan biparêzin.

154) kitêbîşman da be mûsa, heta çakeman beranber bew kese wa řêgay çakey girtote pêş, bê kem û kuřî û tewaw bê; ta basî hemû şitêkîşman kirdibê û bibête hoy řê şandan û bezeyî xwa. şayeta be dîdarî perwerindeyan biřwa biken.

155) em kitêbe pîroz û piř le pîteşman nardote xwar. giştû peyřewî lew biken û tirsîştan le xuda hebê, beşkû bezeyî pêwda bê.

156) neçin bêjin kitêb her bo dû komełî ber le ême hatote xwarewe û ême hîç agaman le zanistî ewan nebuwe.

157) yaxo bêjin: eger êmeş wekû ewan kitêbman bo bihataye, dyare şarezayîman pitir lewan bû. ewa êsta le layen perwerindewřa bełgeyekî zor aşkira û şarezayî û bezeyîtan bo hatuwe. emcar debê kê lew kese naheqtir bê ke be nîşanekanî xwa biřwa neka û le fermanî xo bibwêrê? ew kesaney lem kitêbe xo debwêrin û be nîşanekanî ême baweř naken, zor pê naçê be tundî sizayan dedeyn.

158) axo ewan çawenořî çi şitêk deken bêjge ewe ke firîşteyan bête la, yan perwerênî to [bo xoy] bête layan, yan biřê le nîşananî perwerindey toyan bo bê? ewê řojê ke em core nîşanane bête layan, her kesêkî berê biřway nehêna bê û akarî çakî nebû bê, biřwahênan taze behreyan bo nada. bêje: êwe çawenoř bin, ewa êmeş çawenořîn.

159) ew kesaney dînekeyan perjubław kirdotewe û destey lêktir cyawazyan pêk hênawe, pêwîste to lewan nebî. xuda be karyan řadega û le dwayîda agadaryan dekatewe lew kirdewey kirdûyane.

160) her kesê çakeyek bika, de ewendey çake degeł dekirêtewe. kesêkîş xirape bika, be endazey xirapekey sizadedrê û kes naheqî lê nakirê.

161) to bêje: perwerindey min, xistûmye ser řasteřêge; ser dînê ke payedare: dînî ew îbrahîme wa le naḧeq laydawe û hergîz hîç şerîkêkî bo xwa biřyar nedawe.

162) bêje: min nimêjkirdinim û pêk hênanî řê û şwênî ḧec kirdinim û jîn û mergim, bo xudaye; ke řahênerî dinyaye her xoyetî.

163) xuda hîç şerîkî nîye. ferman wa be min dirawe û min leřêzey musułmanan yekemînim.

164) bêje: caçon le xwa beder kesêkî tir be perwerinde bizanim? ke her ewe řahênerî hemû şitê. her kesêkîş her karêkî xirap bika, her bo xoy sizay debînê. hîç kes barî giranî hîç kesêkî tir nagrête koł. cêy geřanewey hemûtan wa lay perwerindetane û ewsa agadartan deka ke leser çî pêkewe pêk nedehatin.

165) her bo xoşî êwey kirde cênşînanî zewîn û hêndêkanî beranber be hêndêkî tir, çen pile birde serewe ta lew şitaney pêy dawin be taqîtan bikatewe. perwerindet be pele tołe destênê û her ewîşe ke le gunahan debûrê û dilovane.