5- ma’îde

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 32 Xulek  1515 Dîtin

we naw xwa ke dehnide û dilovane

1) ey gelî xawen baweřan! her bełênêkî ke deyden, pêkî bênin. xwardinî goştî wiłsatû bo řewaye, megîn ewey ke pêtan êjin deryawên. heta le wextî îḧramdan, řawê be řewa mezanin. xuda çonî xoy bîyewê ferman deda.

2) ey gelî xawen baweřan! lew řêwşiwêney xuda bo êwey danawe, kila mebin. şeř le ḧeramemanganda řewa nîye. her ajełê nawî qurbanî le sere, yan qeładey le milda, destî bo meben. ew kesaneş azar meden ke beteman le małî xwa řozî û řezay xwa des bixen. herga le îḧram derkewtin, řawkirdinû bo řewaye. řikî konîş hełtan nenê, ke neyanhêşt be zyaretî kabey małî xuda bigen. le ser çake û parêzgarî yarmetî yektirî biden; nek le ser tawan û ẍedir. eşê le xuda bitirsin, çunke xuda nafermanan zor be tundî temê deka.

3) lesertan ḧeram kirawe mirdar û xwên û goştî beraz û her ajełê ke le wextî serjê kirdinda nawî ẍeyrez xway lê bênin û xendiqaw û belêdanê topênraw û hełdêraw û be şeqon têhełdiraw û herçî lawir diřîwyetî, megîn ber le gyan derçûnî firyay kewn û herçî le ser kêleke berdanda dadenrê û serjê dekirê û herçî le ser qumarî tîr dabeş dekirê; ke herçî emane bika, nafermanî xuda deka. ewa emřo ewaney xuda nanasin le zyan geyandin be dînekey êwe, nahumêd bûgin; le xom bitirsin nek le wan. wa lemřowe dîneketanim tewaw kird û be bê kurtî û kemayesî çakem derbarey êwe kird; îslamîşim bo dînî êwe hełbijard. kêş le birsan çarî nebê û neyewê tûşî gunaḧ bê, ewsa xuda xetapoşe û dilovane.

4) lêt depirsin: kameye řewaye boyan? bêje: her şitê ke pake û her niçîrê ke canewrî řawkertan - ke fêrî řawtan kirdibê wek le xudawe fêrî bûn - botan bigirin; le goştekeyan bixon û nawî xuday le ser bênin û tiristan le xuda hebê. xuda be pele be karubaran řadega.

5) wa lemřořa hemû şitêkî xawêntan bo řewaye ew şitaneş ke wa ehlî kitêb deyxon pêw řewaye. herwek xwardemenî êweş bo ehlî kitêb řewaye. jinanî xawen baweř û azad û dawênpakîştan bo řewaye û ew jine dawênpakaneş ke berle êwe kitêbyan pêdrawe; bew merce ke mareyyekanyan bidenê. xoştan debê dawên pak bin ne dawên pîs. dostî mêwîneştan le jêrewe nebê herkeş le baweřî hênan ḧaşa bika, kirdewey be fêřo çuwe û řojî sełaş yekêke le zyanbaran.

6) ey gelî xawen baweřan! eger dêne ser ew biřyarey nwêj biken, demuçaw û destekan û heta ser anîşkan bişon; destû be teřî bimałn besertanda û pakanîştan ta her dû gwêzîng bişorin. eger tûşî leşpîsî bûn, xotan xawên bikenewe. eger nexoş yan řêbwar bûn yan yekêktan le ser pêşawê dêtewe yan degeł jinan wêk kewtin û destû be aw řanegeyşit, be tozî pakî serzewî dem û çaw û destekanî xow bihenûn. xwa nayhewê bitanxate tenganewe; bełam gerekye xawêntan bikatewe û be tewawî çaketan derbare bika; beşkû şukiranebjêr bin.

7) ew çakeye le bîr meken ke xwa derbarey kirdûn û ew peymanetan le bîr bê ke degeł xwatan bestuwe û gutûtane: bîstiman û ber fermanîn. tirsîştan her le xuda bê; dyare xuda herçî be naw diłîşûda bê deyzanê.

8) ey gelî xawen baweřan! bo xwa řast û bê xeş bin û be heqanet şayetî den. dujminî û qînî desteyêk hełtan nenê be heqanet řeftar neken. be yeksanî û bê cyawazî legeł xełka řeftar kirdin debête hoy pitir nizîkewe bûn be parêzgarî. le xwaş tirsû hebê çunkû le her karê êwe deyken agadare.

9) ew kesaney baweřdar û akarçakin, xuda bełênî pêdawin ke le gunahyan debûrê û padaşêkî zor girîngyan pê debexşê.

10) ewaneş ke bûne xudanenas û nîşanekanî êmeyan be diro zanî, giştyan hewałî agirin.

11) ey gelî xawen baweřan! ew çakeye û le bîr neçê kexuda derbarey kirdin, ke ew care komełêk le dujminanû gerekyan bû desdirêjîtan bo biken, xuda way kird ke ewan destyan newgatê. sa her le xuda tirsû hebê û eşê her kes baweřî be xuda heye, xoy her be xuda bispêrê.

12) xuda degeł berey îsřa’îl peymanî best. her le xoyan dwazde kesman bo kwêxayetî hełbijard û xwa gutî: be řastî min degeł êwem. eger êwe le ser nwêj û zekat dan hemîşe sûr bin, be pêẍemberekanîşim baweřtan bê û qedryan lay êwe hebê û małî xotan be destewaw biden be xwa, ewa minîş kare nalebarekantan pak û xawên dekemewe û detanbeme naw baẍatêk cobaryan be berda deřwa. her kesîştan lemewla řê xwanenasî bigrête ber [ba bizanê] ke le řasteřê lay dawe.

13) ewsa le ber peyman berpêdanyan, weber nifrînî xoman xistin û ewendeman diłřeş kirdin, qisekanî nawerokî peymanyan le cêy xo nehêşt; xoyan şityan le cê dana û zor lewaney ke fêrî ewan kirabû, le bîre xoyan birdewe. heta êstaş - wek debînî - xeyanetkaryan her heye; megîn kemêk le nawyanda. sa to çawyan lê bipoşe û byanbexşe. xwa çakekarî xoş dewên.

14) peymanman lew kesaneş sand ke gutyan: ême mesîḧîn. lew biřyarey ke degeł ewanman dabû, xoyan le çend beşêkî buward. îtir êmeş karêkman kird, şeř û ajawe le nawyan berdewam bê heta qyamet; le cezay ew kirdewaney ewan kirdyan. bem zuwaneş xuda agadaryan deka lew karaney wa deyankird.

15) ey ehlî kitêb! bizanin ke ewey hatote latan pêẍemberêkî êmeye; zor lew mebest û bas û xwasey ke êwe le kitêbî xo ḧaşarû da, ew botanî derdexat û lêtanî aşkira deka û le zoranîşî waz dênê. le lay xwawe řûnakî û kitêbêkî dyarî dertan bo hatuwe.

16) bew qur’ane, xwa ewaney şwênî řezay ew dekewn, dexate ser řê hêmnî û be îznî xoy le tarîkî deryan dexa û berew řûnakîyan deba û řêgey řastyan nîşan deda.

17) ew kesaney gutûyane: her xuda xoy mesîḧî kuřî meryeme, dyare le dîn wergeřawin. bêje: er xwa meylî lê ba mesîḧ û daykî mesîḧ û herçî le zemînda heye le naw berê, kê destî weber dehêna? mułkayetî em ’asmanan û zemîne ser be xwaye û çî pê xoş bê wedî dênê û her xudaye le ser hemû şit twanaye.

18) cûlekekan û felekan gutyan: ême ’ewlad û dostanî xudayn. bêje: edî çon le ser gunahtan azartan deda? nexêr, êweş her miron, wekû xełkî dî ke xuda dirustî kirdûn. her kesê xoy keyfî lê bê, lêy debûrê û kêş bixiwazê cezrebey bo qerar deda û her bo xwaye mułkayetî em asmanane û zemîne û herçî le nawyanda heye û geřanewey hemûş her berew lay ewe.

19) ey ehlî kitêb! paş maweyek ke pêẍemberan nehatûn, ewa pêẍemberî êmew hatote la, naheqtan bo řûn katewe. neka bêjin: le xudawe mujdeder û tirsênerman bo nehatûn; desa ewa mujdeder û tirsênertan hatote la û xwa bo hemû şit twanaye.

20) ew demaneş ke mûsa be hozî xoy gut: gelo! debê hergîz êwe ew çakeyey le bîr neken ke xuda derbarey kirdûn, ke ew hemû pêẍemberey her le naw xotan bo nardûn, çendîn padşay le xotan peyda kirduwe û ew şitey be êwey dawe, behîç kesî lem dinyaye nedawe.

21) gelo! biçne ew serzemîne pîrozey xwa bo êwey biřyar dawe û bow nûsrawe û berew paş megeřênewe. ger le peyman xo bibwêrin, be zyantan tewaw debê.

22) gutyan: mûsa! giroyekî zordar û milhuř lewêdan. ta ewaney lê derneçin, ême naçîne nawyewe. eger ewan lew şwênane biçne derê, ewsake deçîne nawî.

23) dû pyaw lewane wa le xwa detirsan û ber çakey xuda kewtibûn, pêyan gutin: le derwazey şar biçne jûrewe û hêrşyan bo berin; herga patan xiste ew dîw, serkewtin beşî êweye. eger êwe biřwatan be xuda heye, xotan be xuda bispêrin.

24) gutyan: mûsa! heta ewan lew şwêne bin, ême hergîz zat nakeyn biçîne ewê. ewa xot û perwerindet biçin degjyan řabçin û çaryan biken; ewa ême lêre nîştûyn çawenořîn.

25) mûsa gutî: perwerindem! to dezanî ke min destim her be ser xom û birayekemda řadega [û ewane beqsey min naken] sa to min û ew hoze nafermane [y min] le yektirî cyakewe.

26) gutî: ewa mawey çil sał beşyan lem wiłate biřa û le zemînda wêlan wisergerdan debin. bo em hoze naferman û le řê derçûge xem mexo.

27) herweha to deng û basî řastî řûdawî nêwanî her dûk kuřanî ademyan bo wexwêne; herkam qurbanîyekyan kird, le yekêkyan qibûł kira û lewî tiryan wernegîra [ewî ke lêy wernegîra, heřeşey lewekey tir kird] gutî: min debê bit kujim. gutî: xuda her lew kesey qibûł deka ke tirsî le xuda heye.

28) gutî: eger toş destim bo diřêj bikey ke bimkujî, min destewekerî nakem to bikujim. min le xuda - ke řahênerî dinyaye - tirsim heye.

29) min demewê tawanî kuştinî min û tawanî xot bête milit; ewsa to deçîye dozeq û tawanî naheq emeye.

30) îtir diłî hełîna ke birakey xoy bikujê. kuştî û kewte naw řêzey zyanbarekan.

31) xwa qeleřeşeyekî nard, xerîk bû zewî dekołî bo emey pêy nîşan bida ke çon cendekî birakey le xaka bişarêtewe. gutî: ey le xom negbetê! çon nemzanî wek qaław bicûłêmewe û laşey biray xom weşêrim. [bem kirdewey] hate řêzey peşîmanan.

32) hoy em kare fermanêkman bo ser berey îsřa’îl nard, ke her kesê bê tawanêkî bikujê - ke ne gunahî kirdibê û ne xirapey le zewînda lê řû dabê - wek emeye ke giş xełkî serzewî le naw birdibê û her kesêkîş bê tawanêk řizgar bika, wek emeye ke hemû xełkî serzewî le mirdin řizgar kirduwe. peyẍemberanîşman gelê bełgey řûn û aşkirayan birde layan; bełam zoryan - dway em gişte - hełeřo û sinûrpeřên bûn.

33) gořî gyanî ew kesaney dijayetî xuda û pêẍemberî deken, le ’erza debne xirapkar, kujrane yan le dar dane yan biřînî dest û qaçe pêçewane, yan le wiłat dûr xirane; ke em sizaye bo ewan řîswa bûne le dinyada û beşyan le rojî sełada cezrebedanî bejane.

34) megîn ewaney ber lewe gîrtan kewn, le kar pejîwan bibnewe û tobe biken. êweş pêwîste bizanin ke le paş pejîwan bûnyan xuda le gunah debûrê û dilovane.

35) ey gelî xawen baweřan! eşê le xwa tirsû hebê û řê nizîkew bûn be xwawe peyda ken û le řay ewa biçne xeza; beşke tûşî řizgarî bin.

36) ew kesaney xwanenas bûn, eger herçî le zemînda heye û małe û hêndey tirîşî řegeł xen û be hîwa bin le cezrebey řojî seła řizgaryan ka û xoyanî pê bikřinewe, cêge nagrê û be hîç naçê û azarî gelêk bejanyan her tûş debê.

37) koşiş deken ke le naw agir derbiçin, bełam herçî hewł biden bê behreye û hergîz natanin derkewn û azarêkî bê biřaneweyan debê.

38) her kesêkî dizî bika - nêr bê yan mê ferqî nîye - le sizay dizî kirdinî debê her dû destyan bibiřn; ke eme tenbê kirdine le xwawe. xuda xawen destełatî lekarzane.

39) herkeş dway naheqîkirdin pejîwan bibêtewe û řêgay çake bigrête ber, xuda tobey qibûł deka û xwa lêbûr û dilovane.

40) edî to xot netzanîwe em asmanan û zemîne mułkî xudan? her kesê xoy meylî lê bê lêy debûrê û her kesîş xoy ḧez ka azarî deda? xuda le ser hemû şitêk twanay heye.

41) ey pêẍember! xot bewane diłteng meke ke bo le dîn wergeřanê peleyane û dêne lat û be dem dełên: biřwaman be to hênawe û diłyan biřway nehênawe. herweha lew cûlekaneş xot tûşî xembarî meke, ke gwê bo diro hełdexen, fêr bûn qise le xełkî tir debîsin û dey qoznewe, ke ewaneş hergîz nehatûne lay to, cê gořkê be qisekan deken; dełên: eger fiłan qiseyan bo gutin, werî girin, dena xoy lê biparêzin. her kesêkîş xuda wîstî cezrebey bo bibřêtewe, to natwanî le xuday bê nyaz bikey û hîç karêkî bo řêk bixey. emane xuda nayewê diłyan le gunah û pîsî bisřêtewe; beşyan le dinya sûkîye û le qyametîş cezrebeyan dijwar debê.

42) bo diro, gwê hełdexen û be ḧeram xwardinê fêrin. ca eger carê dêne lat, to, be nêwanyan řabge yan xoyan tê megeyêne. eger wazîşyan lê bênî, hîç zyanêk le to naden. xo eger to be nêwanîşyan řabgey, kêşekeyan bê lagrî û be yeksanî bo pêk bêne. xuda pyawî bê deẍez û řast û řeway xoş gerekin.

43) ca çon ewane dêne lat ke be kêşeyan řabgey, ke lay eman tewrat heye û fermanî xuda dewêdan, keçî paşan le pê řageyştinekey to xo debwêrin? xo ewane biřwadar nîn.

44) ême ke em tewrateman nardote xwar, řûnakayî û řê nîşandanî têdaye. hemû ew pêẍemberaney ke be fermanî xwa bûn, her be hoy em be ser hemû karubarî ewaney ke mûsayî bûn řageyştûn. xwanasanî be řastî û zana bilîmetekanyan gelêk şityan her le kitêbî xwa le ber bû; be tewawîş agadar bûn ke eme kitêbî xwaye û xuda lewêda pêy gutûn: nabê le xełk bitirsin; eşê her tirsû le xom bê û neçin bełge û nîşaney min be nirxêkî kem bifroşin. her kesêkî pêçewaney fermanî xwa ferman bida, dijî xuda řawêstawe û le dînî řast wergeřawe.

45) le tewratda bo ewane biřyarmanda, ke gyanêk le batî gyanêk, çaw be çaw û kepo bekepo, gwê begwê û didan le batî didane û zexmekanîş tołeyekyan hes; kê le tołe - be xêrî xoy - wazbihênê, gunahî pê hełdewerê. ew kesaney pêçewaney ew fermane - ke le xudawe hatuwe - ferman biden, ẍedrê deken û naheqin.

46) le şwên ewan ’îsay kuřî miryemman nard; ke baweřî bû bew tewratey wa berle ew hatbû. încîlîşman da be ’îsa; ke řê nîşandan û řûnakî têdaye û biřway be tewratîşe ke ber lem hatbuwe xwarê û bo ewaney le xudatirsin, piřyetî le amojgarî û řêgey řastyan nîşan deda.

47) debê ewaney wa încîlyan le laye, be pêy nawerokî încîl - wek xuda nardûyete xwar - ferman biden. ew kesaney lew fermananey ke xuda nardûyete xwar la biden, dyare le řê layandawe.

48) em qur’aneşman be xełat bo to nardote xwarewe, ke herçî têydaye řaste; be kitêbe berînekan biřway heye û çawdêryane. îtir to be pê ewey xwa henardûyete xwarewe, be karubaryan řabge û be ladan lew heqey ke wa bot hatuwe, mekewe şwên awat û arezûy ewan. bo her komełêk le êwe řê û şwênêkman danawe; eger xuda meylî lê ba, hemûy dekirdine yek omet. bełam wîstî xuda wabû lew şitaney ke pêy dawin be taqîtan bikatewe; desa êweş le karî çak pêkewe kê ber kê biken. hemû latan degeřênewe lay xuda û ewsa agadartan deka, ke le ser çî kêşew le naw peyda bibû.

49) toş be pêy ew fermananey le xudawe bot hatote xwarewe, be karubaryan řabge û dway arezûyan mekewe. xotîşyan lê biparêze, neweka firîwit den û le hêndêk lew fermananey ke le êmewe bo to hat, hełet biken. eger her řûyan wergêřa, sa bizane ke xuda nyazî waye le beranber bazêk le gunahekanyan tołeyan lê bikatewe, zorbey zorîş lew merdime le řê derçûn.

50) axo ewan gerekyane dabî zemanî nezanî ber le îslam bijyennewe! deysa le lay ew kesaney wa le biřway xoyana hîç şik û gumanêkyan nîye, kame ferman le fermanî xwa çatre?

51) ey gelî xawen baweřan! mebne dostî em mûsayî û mesîḧîyane; ba ewan dostî yektir bin. her kesêkîş le êwe bibête dostyan, ewîş lewan dejmêrdirê. ewaney le ser naheqîn, xuda řêyan nîşan nada.

52) ew kesaney nexoşî le diłyandaye, debînî ke belezin bo çûne layan; dełên: ême detirsîn tûşî beła bîn [boye dostayetîtan dekeyn]. hîç dûr nîye xuda řojê sertan bixa, ya xo karêkî tir bika. ewsa ewan lew řazey dedłyandaye, tûşî xusar û zyan bûn.

54) ey gelî xawen baweřan! her kes le dînî xoy paşgez bibêtewe, xwa lemewla komełê wa dexateřû, xoşî bwên; ewanîş xwayan xoş bwê û le ḧandî xawen baweřan nerim û nyan debzûnewe û le beranber dîn dujminan, serbiłnid û tund û tîjin; xeza le řay xwa deken û le teşerî serkonekeran natirsin. eme zêde xełatêke le xudawe be her kesê xoy ḧez bika pêy debexşê. xwa zanaye û [le bexşîn] zor des guşade.

55) dostî êwe her xuda û pêẍemberyetî û ew destey baweřdaran ke nwêjker û zekat derin û berew xuda le kiřnoşdan.

56) her kesêkîş dostayetî wel xuda û pêẍemberî xwa û ewane bê ke bûnete xawen baweř, serbe xwan û her giroye serbe xwa bin, serdekewn.

57) ey gelî xawen baweřan! êwe degeł ew kesaney gałte be dîntan deken û le ehlî kitêb ḧisêbin - ke pêşû boyan hatuwe - û ew kesaney xwanenasin, hergîz dostayetî meken. eger êwe be řastî xawen baweřn, eşê le xuda bitirsin.

58) herga êwe bo nwêj kirdinê bang eden, emane gałtey pê deken; çunke eman komełêkî bê awezin û dehîç nagen.

59) to bewaney ke ehlî kitêbin bêje: axo her çunke biřwaman be xwa heye û biřwaman bew qur’aneye ke bo ême nardirawe û biřwaman bewaneş heye ke pêş qur’an le xudawe nardirawin, êwe řiktan le êmeye? êweş xotan beşî zortan nafermanin.

60) bêje: axo دەتانەûەێ lewanew agadar bikem ke sizayan le lay xwawe le sizay wan xiraptire? kesanêkin ber neḧletî xwa kewtin û xuda ẍezebî lê girtin wihêndêkyanî kirde meymûn; hêndêkyanî kirde beraz; ke ewane ’ebdayetî bityan dekird. şwênî ewan le giş cêyan xiraptire û le hemû le řê laderêk gumřatir bûn.

61) katê dên latan dełên: me baweřîman hênawe; keçî ewan dił be ḧaşa hatne jûr û be bê biřwa wederkewtin. xudaş lew şitaney deyanşardewe agadartire.

62) zorêk lewan debînî ke bo tawan û destidrêjî û ḧeram xorî pêşebřikey yektir deden; akaryan zor napesende.

63) edî boçî xwanasan û zanakanyan, le tawan û ḧeramxorî hîç destyan weber nahênin? deskirdyan zor napesende!

64) cihu gutyan: xuda destî bestirawe. dek desyan le zencîr xirê û be neḧlet bin, bo ewey le demyan derçû. [ba bizanin] destî xuda zor guşadin; çonî xoy arezû bika bext deka. aşkiraye ewey lay perwerêntewe bot hatuwe, le endaze ladan û xudanenasî zorêk lewane pitir deka. êmeş ewa heta řojî hestanewe, řikeberî û dujminîman xiste nawyan. her katê ke agirî şeřyan hełgirsand, xuda bo xoy kujandyewe. ta le herdin, her bedfeřî pîşeyane û deyanewê xirape beřêwe berin û xuda le xirapekaran xoşî naye.

65) ewaney ehlî kitêbin, eger baweřyan hênaba û diłyan le xuda tirsaba, her gunahê kirdibûyan ême lêman desřînewe û den birdine naw baẍatêk piř le xoşî û bextewerî.

66) eger ewan tewrat û încîl û ewey le perwerênyanewe boyan hatuwe, tewaw dekaryan hênaba, bê so le lay seryanewe û le [zemînî] jêr payanřa xwardinyan bo dabîn dekira. ewane komełanêkin, hêndêkyan mamnawincîn û zorîneyan bedkirdarin.

67) ey pêẍember! her şitêkî le layan perwerindetřa bot hatuwe, řay geyêne; ger wanekey řaspêrît pêk nehênawe. xwa lew xełket, komełî xudanenasan şarezay řasteřê naka.

68) bêje: ehlî kitêb! engo heta be pêy tewrat û încîl û herçî le perwerindetanewe botan hatote xwarewe, nebzûnewe, êwe le ser hîç [dînêk] nîn. aşkiraye ewey lay perwerêntewe bot hatuwe, le endaze ladan û xudanenasî zorêk lewan, pitir deka. to le ber ew xwanenasane, xem mexo.

69) ewane biřwayan hêna û ewaneş bûne cûleke, subbîyan û felekanîş, herkamêkyan baweřî hebê be xuda û řojî seła û akarî çak řeçaw bika, nehîç tirsyan le ser heye û ne xem dexon.

70) ême le berey îsřa’îl bełênman sand û zor pêẍemberman bo nardin. her kes lew pêẍemberane pêçewaney diłxiwazî wan şitêkî bo bihênaban, hêndêkanyan be dirozin ḧisêb dekird; hêndêkîşyan her be kuştin le beyn debird.

71) layan wabû îtir bełayan tûş nabê; kwêr û keř bûn ne deyandî û ne deyanbîst. paşan peşîman bûnewe; xuda ew peşîmanyeşî qibûł kirdin. dîsanewe gelêk lewan kwêr û keř bûn xudaş akarî dedîtin.

72) ew kesaney dełên: xuda xoy mesîḧ kuřî meryeme, dyare le dîn wergeřawin. keçî mesîḧ gutûyetî: êwe ey berey îsřa’îl! ew xudayey biperistin ke minî perwerde kird û êweş ew perwerandûye; her kesêkî şerîk bo xuda peyda bika, xwa beşî le beheşt debřê û cêy agire û her kesê naheqî bika, hîç kesî dehana naye.

73) ewaney ke gutyan: xuda sêhemîne le sê kesan, bê so le dîn layandawe. cige le xuday taqane, hîç kes bo peristin naşê. eger bêtû des hełnegirin lew qisane - ewanyane ke wa le dîn layandawe - giriftarî azarêkî bejan debin.

74) boç ewane peşîmanî nabene ber qapî xuda û daway bexşînî lê naken? ke xwa le gunah debûrê û dilovane.

75) mesîḧî firzendî meryem le pêẍemberêk bew lawe çî tir nîye, ke ber lewîş fireyek pêẍemberî tir hatûn û çûn. daykî ewîş jinêkî řast û dirust bû; herdûkyan xorakyan dexward. debřiwane çend nîşaney aşkirayan nîşan dedeyn. dîsan to lewe řamêne, çonîn le heqê ladedrên?

76) bêje: axo ẍeyrez xuda êwe deçin şitanî wa deperistin ke ne detwanê zyanû pê bigeyenê û ne pêy dekirê behrey bo êwe têdabê? zor bîser û firezanaş her xudaye.

77) bew kesaney ke ehlî kitêbin, bêje: be nařewa hełeřoyî le dînî xotanda meken; mekewne şwênî arezûy ewaneş ke ber le êste gumřa bûn û zorêkîşyan gumřa kird û xoşyan le řêy řas kila bûn.

78) ew deste le berey îsra’îlê ke le dîn layan da, le ser zimanî dawid û ’îsay firzendî meryemřa neḧlet kiran, çunkû fermanî xwayan becê nehêna û pîşeyan desdirêjî bû.

79) lew řeftare nalebare wa deyankird, bergirîyan le yek nekird. ay ke çend xirapeyan kird!

80) to zor lewane debînî debne dostî xwanenasan. çen xirape ew toşey pêşî xoyan xist: toşey tûře bûnî xuda û her manewe le azarda.

81) ger ewane be xuda û be pêẍember û herçî bo ew hatote xwar, be dił baweřyan hebaye, dostî emane nedebûn. bełam zor kes le naw ewan befermanî xuda naken.

82) bê gumane cuwekan û şerîk daneran bo xuda, le duşminî degeł biřwadarekana sersext tirin. ew kesaneş ke gutyan: «ême mesêḧîn», pitir biřwadarekanyan xoş gereke. çun biřêkyan řeben û keşen û xobezil nazanin.

83) herga gwê degirin lewaney ke le xwawe bo pêẍember nardirawin, deyanbînî esrîn le çawyan dewerê û çunke le řastîyeke degen, êjin: ey perwerindeman! ewa baweřîman hêna, sa toş nawman wel şayetanda binûse.

84) êjin: ca çon baweř be xwa nahênîn û baweř bem řastye nekeyn ke êsta be ême geyşit? keçî hîwaman emeye, perwerindey hemû laman bimanxate naw giroy pyawçakanewe!

85) le hember ew qisaneda ewan wityan: xwa deyanbate baẍatêk cobaryan be berda deřwa û heta ser her tya debin. padaşî akarbaşekan herwa debê.

86) ew kesaneş ke dij be dîn westanewe û nîşanekanî êmeyan be diro zanî, dyare ceḧendem cêyane.

87) ey gelî xawen baweřan! ew şitaney xwa be êwey řewa dîwe û pak û başin, xotanî lê bê beş meken; le endazeş pitir meçin, xuda ewaney xoş nawê ke le endaze derdeçin.

88) desa êwe lew bijîwey xwa botanî danawe, lewey wa pak û řewaye, bixon û noşî gyanû bê; tirsîşû lew xudaye bê ke baweřîtan pê heye.

89) xuda be swêndî ser zarekî û dûr le mebest be gunahbartan dananê; bełam swêndî le naxî diłtanewe bê û neybene ser, be gunahbartan dadenê û debê le barteqay ewda xwardin biden be de hejar; lew xwardiney be asayî deyden be xêzanî xotan. yan debê cilkî de hejar barbû biden. yan koleyek řizgar biken; kesê ke emaney nebû, ba sê řojan be řojû bê. eme qerebûy swêntane ke be anqest xwardibêtû. swêndî xotan biparêzin û be cêy bênin. awa xwa nîşanekanî xoy botan řûn dekatewe, ke êwe şukiraney biken.

90) ey gelî xawen baweřan! şerab xorî û qumarbazî û kêl peristî û girê û le ser tîran kirdin, le karekanî şeytanin; xotanî lê biparêzin, beşkem tûşî řizgarî bin.

91) şeytan mebestî emeye, be şerab xwardin û qumar ajawetan bixate naw, le nimêj û yadî xuda wetan gêřê. axo êwe des lew karane berdeden?

92) ber fermanî xuda bin û ber fermanî pêẍember bin [le serpêçîş] xo parêzin. eger le ferman derbiçin, debê ewende bizanin ke pêẍember cige le pê řageyandin hîçî tirî le ser nîye.

93) bo ewaney bûnete xawen baweř û akarçakin, leser emey ke le pêşda xwardûyane gunahyan nayete serê. eger êsta xo parêz bin û biřwayan be xuda hebê û akarî çak řeçaw biken, le dwařojîş xo le gunah biparêzin û le ser baweřyan bimênin û çakey biken, xwa çakekarî xoş dewên.

94) ey gelî xawen baweřan! xuda derbarey ew niçîrey ke bedestan yan benêze řawî deken, betaqîtan dekatewe; heta wekû bizanê kê be nihênî lêy detirsê. her kesêkî lew sinûrey ke botan dyarî kirawe pitir biçê, beşî azarî bejane.

95) ey gelî xawen baweřan! heta êwe le îḧramdan, nabê hîç niçîrê bugjin. kê le êwe be anqest niçîrê bikujê le îḧramda, leseryetî ajełêkî - ke barteqay ew niçîrey ew bêtewe û dû miroy ’adił le xotan barteqayî biselmênê - bihênête małî kabe û lewê bîkate qurbanî; yan barteqay ew niçîre, xwardin bida be hejaran; yan beranber be qersanî ew niçîre çend řoj danên be řojû bê; heta sizay em kirdewey xoy biçêjê. xuda le karî řabirdû çaw depoşê. her kesîş têhełçêtewe, xwa tołey lê dekatewe. xuda xawen destełat û tołesêne.

96) řaw û xwardemenî zirê bo êwe řewa kirawe. êwe û řêbwaran detwanin byankene bijîwî xotan. řawî bejîş heta le îḧramda debin, řêw nîye destî bo berin. lew xudaye tirsû hebê ke lay ew ko dekirênewe.

97) xuda małî kabe [yanê] «bît alḧiram» y kirdote hoy pêkhênanî karî xelk; herweha ḧeramemang û qurbanîye bê nîşan û qełade demlekanîş. eme [hemûy] bo eweye ta bizanin herçî le naw asmanekan û zewîdan, xuda deyzanê û xuda le hemû şitêkî agadare.

98) debê ewendeş bizanin ke xuda le sizadanda tund û tîje û her xudaşe ke le gunahan debûrê û dilovane.

99) erkê le ser pêẍembere her hêndeye fermanî xwa řabgerênê. xuda bo xoy lew şitaney ke êwe aşkiray deken, lew şitaneş deyşêrnewe, agadare.

100) bêje: pîs û pak wek yek nîn; ba zorayî pîsekeş bot ser sûřên bê. ke wabû ey dił wişyaran! her le xuda tirsû hebê, eger be hîway řizgarîn.

101) ey gelî xawen baweřan! lew şitaneş pirsyar meken eger botan řûn kenewe, pêy tûşî diłmendî debin. eger pirsekew hełgirin bo ew katey ke qur’an dête xwarewe, weramekew dedrêtewe. xwa lew pirsyare nabecêganey êwe çawî poşî; xuda le gunah debûrê û leserxoye.

102) kesanêk le pêş êweşda em core pirsaneyan kird û her le ber ew pirsane, le řêgey xuda layanda.

103) xuda sebaret be «beḧîre» û «sa’-yibe» û derbarey «ḧam» û «wełîle» hîç biřyarêkî nedawe; bełam xudanenasekan - ke zorbeyan bê awezin - diro bo xwa hełdebestin.

104) eger pêyan bigutrê ke: bên berewlay ewey xuda henardûyete xwarewe û bên berewlay pêẍemberê, êjin: ême her ew ayîneman bese ke bab û bapîrekanman leserî bûn; ke bab û bapîranîşyan hîç şitêkyan nedezanî û řêgey řastyan bedî nekird!

105) ey gelî xawen baweřan! hoştan be xotanewe bê eger êwe be řastî degełî xwa bin û şareza bin, le řê lader zyanû pê negeyênin. hemû laşû dênewe ber qapî xuda; ewsa agadarû deka ke akartan çilon buwe.

106) ey gelî xawen baweřan! herga yekê le êwe tûşî merg dê û deyewê wesyetê bika, ba le xotan dû kes - ke cêgey biřwa bin - bên û lêy agadar bibin. er li eseferîşda bûn û tûşî bełay merg hatin, dû kesî tir le wesyet agadar biken. eger lew dû şayetane be guman bûn, heta dway nwêj řayan girin û ewsa debê swêndê bixon ke: be xuda ême dînman be małî dinya nafroşîn û şayetyekî ke debê bo xuda bîdeyn, namanewê neydirkênîn; ba qazancî ew řastî nedirkaneşman bexzimanî xoman biga. eger ême le dirkandinî be řastî wesyeteke - ke debê bo xuday bêjîn - xo bibwêrîn, ême pêy tawanbar bibîn.

107) eger derçû ke dû şayetekey pêşû xoyan tawanbar kirduwe, ewsake duşayetî tir - ke lew duwane nizîktir le mirduweke bin - bêne pêş û swêndê bixon ke: be xuda ew şayetî ême deydeyn, le şayetî duwekanî pêşû řastitre û eger le řastî la bideyn, ême le naheq karanîn.

108) em şêweye bo baş derkewtinî řastî nizîktire; ke şayetekan detirsin beswêndî ewanî dîke, ew swêndey ke xwardûyane beseryanda bidrêtewe û lêyan hełweşênêtewe. eşê le xwa tirsû hebê û çî deybîsin bîgirne gwê. xuda le ferman xo bwêran şarezay řasteřê naka.

109) řojê ke xwa giş pêẍemberekanî xoy kowe deka û êjê: bêjin çontan be dengewe hatin? êjin: ême hîç agadarîman nîye, her to le hemû nedyaran agadarî.

110) [ew demeştan ba le bîr bê ke] xwa gutî: ey ’îsay firzendî meryem! webîr xotî bênewe çendem çake derbarey xot û daykit kird? min gyanî here pîrozim narde yarît, le ser bêşke û begewreyîş det twanî xełk bidwênî. min le layenî xomewe fêrî kitêb û karzanî û tewřat û încîlim kirdî. ewsakeşt her le bîrbê ke le ḧeřî be îznî min şêwey melêkit çê kird û fût têkird û be îznî min bû be bałdarêk û defřî. dîsan her be îznî min bû to kwêrekanî zigmag û nexoşînî bełekît xoş dekirdewe û be îznî min mirdûşt zîndû kirdewe. ew demaneş ke paş ew hemû nîşane aşkirayey ke pêm dabûy, hatîye naw berey îsřa’îl, nemhêşt zyanit lêbden. ew kesaney ke biřwayan pêt nehêna, deyangut: ew nîşanane hemû cadûy aşkiranû hîçî tir nîn.

111) ew kateş min - her be hîmay taybetî xom - ḧewarîyekanim têgeyand: debê biřwaw be min hebê û be pêẍemberekey minîş baweř biken. gutyan: xwaye! to şayet be ke biřwaman pê hênay û her milkeçî fermanî toyn.

112) katê ḧewarîyekan gutyan: ey ’îsay firzendî meryem! erê perwerindekey to le destî dê xwanêkman le ḧewawe bo binêrê? gutî: eger baweřîtan be xwa heye lê bitirsin.

113) gutyan: ême gerekmane le xwanî awa bixoyn û diłnya bîn û baweř keyn ke herçî pêt gutîn řaste; êmeş bêyne pał ewaney ke şayetî bo to deden.

114) ’îsay kuřî meryem gutî: ey xuday perwerindeman! lew ḧewayewe to xwanêkman bo beřê ke, ke bo heweł û dwayîman cêjneyek bê û nîşaneyek bê le tořa û le rozî bê beşman meke. to çaktirîn řozî derî.

115) xuda gutî: min bo êwey be řê dekem; her kes dwaye le êwe ḧaşaye bika, cezrebeyekî way dedem ke ta êsta le naw xełkî dinyayeda hîç kesêkim awa cezrebe nedabê.

116) ew kateş ke xuda gutî: erê ’îsay kuřî meryem! to gutûte bew merdime - ẍeyrez xuda - debê êwe min û daykim wek dû xuda biperistin? gutî: pakî bê ’eybî her şyawî toye, min řêm nakewê hîç şitê bêcge le řastî bibêjim. eger ew qisem bikirdiba xot detzanî. herçîyekîşim be naxî diłda bibûrê, to deyzanî; tenya minim ke derbaret hîç nazanim; her to le hemû nedyaran agadarî.

117) to çonit ferman be min da, minîş her ewem řageyand. gutim: xuda biperistin ke emnîş û êweşî perweranduwe. heta le naw ewanîş bûm, agadar û çawenořî baweřyan bûm; lewsaşewe ke minit bo xot birdewe, bo xot her agadaryan bûy. dyarîşe xot le hemû şit agadarî.

118) ger bitewê azaryan dey, ’ebdî xotin; ger biştewê lêyan xoş bê, xot dezanî û her bo xotî ke destełatit be deste û lekarzanî.

119) xuda gutî: emřo řojêke řastekan řastyekeyan behreyan pê degeyênê. ewan baẍatêkyan debê cobaryan be berda deřwa û heta ser her lewê debin.

120) ’asmanekan û zemîn û herçî le nawyanda heye - giş le giş - mułkî xudaye û her xudaye le ser hemû şit twanaye.