mayle wek serî zułifit serî min bo berî pa

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  1152 Dîtin
mayle wek serî zułifit serî min bo berî pa
be cefa meyxere la, sa senema to bî xuda
zêwerî ḧusnî diłarame sewadî xemî zułf
nanwênî ke nebê zułmetî şew şewqî çira
’uzrî mesmû’e ’eyadet nîye ger ’adetî ew
pêy nîgarînî le bendaye be zincîrî ḧeya
’ucbe ahîstexeramî beteref êmewe ya
bare bo penceyî pêy nazkî to řengî ḧena
buwe ezbes ke nezarim le fîraqî mehî řût
wekû ebroyî hîlalit qedim enguştinuma
mîhrî canane huweydaye leser xakî leḧd
le muqabîl diłî salimNasnava edebî deřwê mîhrî gya