le řazî dił eger tîrit xeber da
Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
1 Xulek
3401 Dîtin
le řazî dił eger tîrit xeber da
dedey destî nîgarînit beserda
şetî xwên dê be řûma ger letî cerg
demî řêgey pilûskî dîde berda
qubûł nabê ḧecî ke’bey wîsalit
eger dił ḧełqeyî ew zułfe ber da
ewend ’uqdey nîhanim kewte naw dił
detirsim mayeyî em derde derda
le cêy tîrit diłim derdê le sînem
be îstiqbałî to ger bêy le derda
dełêm wek qametit diłgîre serwîş
eger sîb û guł û sunbul semer da
le bîmî cewr û ummêdî tereḧḧum
delerzê dił le ḧałatî nezerda
řewanim bê nîsarî berqî şimşêr
eger bo kuştinî salimNasnava edebî xeber da