ḧîkayet xwane tûtîy dił be dewrî damî gêsûda

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  958 Dîtin
ḧîkayetxiwane tûtîy dił, be dewrî damî gêsûda
mezenne ’eksî xoy dîbê lenaw ayîneyî řûda
lebit bû daruyî cê nêşî marî ’eqrebit, netda
heta demirim le ḧesret ba bidem destim be zanûda
temam bû ḧełqe kem destim le qeddit, zułifit ałoza
nîhan bû metłebim wa kewte ser yek mû beser mûda
diłî tûtî le perwaza leser guł lengerî řagirt
ke yarî şox û şîrînim seḧer wesmey le ebrû da
tełebkarim bida řutbem be damenbosîy xałit
şehenşahê ke şahîy kîşwerî řûmî be hîndû da
le sîdqim şane û badî seḧergeh şahîdin her dû
ẍubarî tuřřeyî muşkînî to nafey be ahû da
le ’ehdî dîdeyî yara dił û sîḧḧet besê zîddin
be salimNasnava edebî key demênê, baz eger çingî le teyhû da