deka dunyayî piř şořş bedaym fîtneha peyda

le wesfî ’ezîzbegî babanda
Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 4 Xulek  1410 Dîtin
deka dunyayî piř şořş bedaym fîtneha peyda
be neyřeng û fisûnî ew leher sûyê weẍa peyda
’eceb maxolyayê bo diłî dunya musellet bû
le sewday muqtezay teb’î, be muxtes, macera peyda
temaşay cewrî ken dunya çi zułmêkî le xusrew kird
ne bo tacî nîşanê ma, ne bo textî nya peyda
be mîslî xûyî diłberme diłî dunya legeł merdum
be duşmin nî’met û lutif û cefay bo aşna peyda
xudawend çadrî dunyay be dûnîyet serapa kird
birûn sûr sûr û ayîne, derûn řengî ’eza peyda
cîhan ger řûbeřûy min bê be xûnřêzî zefer naba
dekem bo ḧîrzî can û dił be çalakî pena peyda
penahim şehsewarêke guzer ka ger be elburza
deka zerbî simî espî le xara tûtya peyda
eger xurşîdî tîẍî bê, beser şewda şebîxûn ka
deka berqî be yek pertew le yeldada zya peyda
be her lada bika cewlan, le badî simmî řehwarî
çiray ’umrî ’edû, wek subḧidem wez’î fena peyda
be ḧuccet nêze ger lêda, sîper wek kaẍezî qende
be her wez’ê legeł bazûyî ew ḧukmî qeza peyda
hemawerdî ’erûsî qebir û tîẍî maşîtey merge
le zexmî murdegan bo dest û pa řengî ḧena peyda
le meydana be řesmî řezim eger merkeb bida cewlan
le nałey gaw û mahî dê lejêr xaka seda peyda
ẍubarî simmî espî ew meger eczayî îksîre
le çîhrey duşminî ewda hemû řengî teła peyda
beraber řûyî ew řengî ’edû sîmabgûn sîme
deka eczayî tîẍî ew le qelba kîmya peyda
sifîde çawî bedxiwahî le ḧesret ḧelqeyî dîr’î
deka berqî sînanî bo ’edû řojî sya peyda
neheng asa le deryay xatra qehrî ke gerdiş ka
le keştîy ’umrî bedxiwahî seraser řexneha peyda
le germî řojî meydana ’edû leb tuşne sêrawin
le awî tîẍî cewherdarî ew karî seqa peyda
be tîẍî ew le xwênî řûmyan şettê be řûma dê
tenî uftade zewreq, ser le cêgey naxuda peyda
le beḧrî řojî řezma nehengî tîẍî ser hełda
lenaw keştîy etraka debê şîn û seda peyda
le sehmî ḧemleyî ew bo ’edû her ca ḧezer lazim
le des ew bo kirasî řûmyan şêwey qeba peyda
debê ger bête řûy meydan wekû bebrî beyan yekdem
lîbasî řûbehî derdem le endamî kîya peyda
eger awî beqay noşîbê dujmin fa’îde nada
le mewcî cewherî tîẍî ḧurûfî labeqa peyda
be pestî duşminî serkeş ’ecayb serferazêke
be ser her gerdene û şaxa, le pêta wek lîwa peyda
eger wek kêwî qaf meḧkem bê duşmin gahî ḧemley ew
le meydanî gurêza dêtewe řûberqefa peyda
le xaka xwênî mercanî debê mexlût û bê ḧurmet
deka ełmasî deşney ew le gerdinda sena peyda
le zerbî zergî ew dujmin wekû pûşe bedem bawe
le mîẍnatîsî zûpînî funûnî kehřuba peyda
çi ḧasił duşminî wextî hezîmet ger muḧessen bê?
le fetḧî hîmmetî ewda kilîdî derguşa peyda
le beḧrî cengî meẍłûba ke tîẍî mewcî xwên bênê
debê bo dest û pay uftadegan her sû şena peyda
eger yek lemḧe tûlî bê le qelbî leşkira qehrî
le seḧrada debê bo canewer sûr û ẍeza peyda
’esay mûsaNava taybetye mer nêzey le řeẍmî miştî fîr’ewnNava taybety
be berqî ateş’efşan û be şikłî ejdeha peyda
welê talî’ nebû poşîdeye cewher leřûy dunya
be merdanî dilawer ḧasłî koşiş cefa peyda
’ezîzNava taybete wa lenaw çahe xudawenda necatî de
le çîhrey ew bika ye’qûbNava taybet diłî şêwey sefa peyda
xudaye mułkî babanNava taybet bê řewac û qełbe sa lutfê
be îksîrî wicûdî ew bika wek mû beha peyda