ela ey ehlî kaşane be cê bêne řesmî musułmanî

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 2 Xulek  489 Dîtin
ela ey ehlî kaşane be cê bêne řesmî musułmanî
be can û dił be cê bênîn nesîḧethayî luqmanî
le gwê megirin qisey bedgo, be pendî ḧeq bibin ’amîl
beda’îm çake binwênin be çayî çakî řeḧmanî
xerîkî tuxmî çakî bin le erz û mezre’ey dunya
ke tuxmî çake ça dênê lebo fellaḧî însanî
te’amî çayî ḧazir ken lebo her kes ke warîd bû
we îlla xar û řîswa bin meken de’way suleymanî
ebê naçar qubûłî ken kewate lomeyî ’alem
ke çunke cêbecê naken řewişt û řesmî mîhmanî
temaşa ken qerîbî dû se’ate ême danîştûyn
ke napirsin le ême germyanîn ya xo kwêstanî
mebin řûgirj lebo mîhman çi muslîm bê çi kafir bê
ḧedîsî akirmiwa alzîfErebî le gwê ken cehir û penhanî
sexî bin her wekû ḧatem becê bênin umêdî xełq
mebin diłteng wekû mumsîk be weswasêkî şeytanî
ewe pendêke min deyłêm eger êwe le gwê bigirin
ke çunke dost şexsêke biłê her ’eyb û nuqsanî
wîsałîNasnava edebî êste mîhmane, lebo çayî perêşane
semawer dem ken û çayî legeł qend bête meydanî