ho biray ’ezîz kakî çwartayî

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 4 Xulek  505 Dîtin
ho biray ’ezîz kakî çwartayî
biřjê be serta řeḧmetî xwayî
her temenname le qapî xuda
dûr bî le derd û bełay dinyayî
awêney diłit her bê keder bêt
neyêt be serya qet tarîkayî
le sayey xwawe bo hemû ’alem
bûyte erbabî kûtał û çayî
mîrza îbrahîmNava taybet řoḧî şîrînim
becêhênerî řesmî birayî
her le min bibye qewlî bê ẍerez
elḧeq layîqî bo aşnayî
lazme bitbê eşyayî mumtaz
zyatir le hemwan ḧezretî çayî
ewî ke ḧeq bê beřastî eyłêm
ketmî ḧeq nakem bebê řyayî
bo xot ezanî dinya bebê ça
zînetî nîye her wek xelayî
be çaye şewq û demaẍî ’alem
eger ça nebê ’alem sewdayî
zyatir le ’alem minî mubtela
satê ça nebê ebme şeydayî
ferhad ew ’eşqey nebuwe bo şîrîn
wekû ’eşqî min bo yarî çayî
řojê nemanbû çayî le mała
mat û bêhoş bûm wêłî seḧrayî
bo çayî řengîn zor perêşanim
wek xeraman û xurşîd’asayî
be sed teşebbus, hewł û keşakeş
heta peydam kird pênc şeş pencayî
be îbnulḧacaNava taybet nardim bo lay to
ke bom binêrî îzremê çayî
ke çay bo hênam tam û bon naxoş
ḧeyfê parekem çû bexořayî
melay namelaş ya xwa nemênin
ke qet nazanin řesmî melayî
wekû çakey to ke her ça nebû
ke çî bew new’eş pêy ełên çayî
bê gwê řagre her hawarîye
her kes hênawye çayî mîrzayî
esef bo çayî caranî pêşû
qabîl bûn lebo meclîsî şayî
ça be cwanî xoy minî mecbûr kird
wekû mecnûn û çawî leylayî
bem çaye çayîm wa leber çaw kewt
nazanim çî bikem emca bo çayî
řojî lê gêřam be şewî tarîk
neyhêşt le çawma nûrî bînayî
xwa bika lem ça zû necatman bêt
emca lê edeyn tepłî paşayî
małim lê buwete duşminî xwênîn
bebê ça bûme weḧşî sarayî
małe awayî nîye řûy têkem
gişt wêran bebê meclîsî çayî
bem ça xirape zor małwêranîn
em ça beła bû kewte awayî
le lutfî xwawe her min zelîl nîm
her kes hênawye buwete sewdayî
ewanîş wek min wa sergerdanin
desyan dawete çêwî gedayî
bêhoş û serxoş bê xeber le mał
wek ḧeqekanî xełqî ewlayî
şêx û derwêş û mela becarê
hemû kewtîne dawî bełayî
bebê agayî her dełêyn ḧeqe
wek şaristênî û memend awayî
řicat lê ekem be çayî bogen
qet mexere beyn kêwî cudayî
her çend ke řeşe wekû segî řeş
tam û bonekey wek gyay çyayî
îtir em careş serfî nezer bêt
boman binêre çay çarde şayî
ger xeber nedey çakem xirape
bot ḧîsab ekeyn be bêwefayî
her kes lêy exwa ełê key çaye
ema çayêke nîw dînar bayî
eger eyřêjin îza’ey małe
be naçar eyxoyn bebê ḧeyayî
carêtir wa bê hecûy çayeket
eyxeme demî ehlî beẍdayî
ême mecbûrîn her ebê bîłêyn
ewî ke ḧeq bê bebê merayî
qabîle bigrîn bo çayî gułřeng
wek le dûrî guł bulbul asayî
nezmî meclîsî qeyser be ça bû
ça cwanî ekird bezmî darayî
be řayḧey ça pêy ebê zîndû
mirdûş her wekû demî ’îsayî
mexsûs ew deme le bezmî çada
saqî ke eykat naz û ře’nayî
lew deme her kes bimrê şehîde
wekû şehîdî dinya û ’uqbayî
mubtela bûbûn be çayî řengidar
lem ser ta ew ser xełqî dinyayî
çunke şerabî ehlî beheşte
parçe nûrêke le nûrî xwayî
bo xwa pêt ełêm řoḧekem mîrza
xot mucrîm meke bebê xetayî
bem ça xirape çayî cemałîş
ḧeyfê becarê řoyî ḧeyayî
bê çayî gułřeng bûm be dêwane
poşîm be naçar bergî řîswayî
mîrza lazme bête meḧkeme
bixrêyte madey curim û cezayî
be emrî şer’ û be ’edil û qanûn
ew sêsed filse buwete beqayî
kake řê nebû zû teblîẍit kem
neşbû le beyna telî hewayî
wîsałîNasnava edebî êsta nexoşî çaye
be çayî nebê nayê şîfayî
zahîr wîsałî beḧsî ça ekat
welî be batîn tebi’ azmayî