ey serî min bê be qurbanî qed û bałayî to

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 2 Xulek  666 Dîtin
ey serî min bê be qurbanî qed û bałayî to
bulbulî řoḧim hemîşe, ’aşiq û şeydayî to
mest û mexmûrî ebed bû, taze dinyay bo çîye
her kesê yek def’e bînî nêrgisî şehlayî to
her wekû mecnûn be derdî ’eşq herda û herd ekem
payî hoşim wa le qeydî perçemî leylayî to
întîzarim bo cemałî piř kemałî diłberît
dił wekû perwaneye bo ew ser û sîmayî to
řewneqî bazařî dîn bûy ey şehî dinya û dîn
wa hemû ḧeyran û matîn bo řuxî zîbayî to
textî şahan seringûn bûn, řojyan lê bû be şew
ger le ke’be hełkira her ew deme ałayî to
toy şefa’etxiwahî ’alem ey şehî walameqam
enbya û ewlya, gişt nazrî dergayî to
ew ełê ya řebbî nefsî, toyş efermûy emtîErebî
çunke mewlay ’alemî, ’alem hemû mewlayî to
to nebî çibkeyn le meḧşer bem hemû ’usyanewe
her hîwadarîn be to lên xoş bibêt mewlayî to
ya řesûlełła dexîlit bim be hawarman were
řoḧ û canman bê fîdayî xakî jêrî payî to
her delûrênî wîsałîNasnava edebî wek segî win bû le xêł
bangî ke bo xwa ke şayed bêtewe dergayî to