ey nefis pîr bûm hetakey meylî em lawla bikem

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 2 Xulek  647 Dîtin
ey nefis pîr bûm hetakey meylî em lawla bikem
lazme îtir ke terkî arezûy dinya bikem
bo wîsałîNasnava edebî xałî leylay metłebî dinya û dîn
her wekû mecnûnî şeyda şorşê berpa bikem
nefis û şeytan wa xerîkin bimxene ser řêgeyek
bo tema’î denke genmê pişt le baxî xwa bikem
arezûy nefsî xesîs xistûmîye gêjawî gunah
řeḧmî xwa desgîr nebê, mer ah û waweyla bikem
min ke dinya girtimî û qeydî tema’î kirdime mil
key be ummêdim ke taze abřû peyda bikem
min be ta’atî kem û curim û gunahî zorewe
řûm nîye řû le medîne û xakekey betḧa bikem
key xuda bangim ekeyt bêm bo tewafî beyteket
ta be awî zemzemit řûyî syah beyza bikem
zyaretî beytu alḧeramNava taybet û řozeyî fexru alanamErebî
key ebê ya řeb be qîsmet takû can fîda bikem?
çawekem kwêr bû le dûrî yesrîbNava taybet û betḧaNava taybet zemîn
key be sûrmey xakyan dû çawekem bîna bikem?
min kewa ’asîm û mucrîm, řûřeşî qapî řesûł
řojî meḧşer key ebê řûm, şafî’î dawa bikem
xom ezanim negbetîme çunke waye boye wa
małî dost wêran ekem, małî ’edû awa ekem
to ke her kwêr bî hemîşe řû le řêgey ḧeq nekey
bo řezabûnî ’edû îşî xom sawa bikem
curmekem zore wîsałîNasnava edebî, řû le qapî kê bikem
çake her řûy xom le qapî xalîqî yekta bikem