ey birader to ke lem la řût û bê desmaye bî

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 2 Xulek  775 Dîtin
ey birader to ke lem la řût û bê desmaye bî
zû nebînî ’aqîbet lem laş ebî û lewlaş ebî
to musułmanî lela xot boçî xot dana be cû
pêm biłê boçî becê nahênî emrî xwa û nebî
fa’îdey bûnit le dinya pêm biłê axir çîye?
to ke bî bî, bê semer bî, bo bibî, yaxwa nebî
bo ’îbadet xelqî kirdîn xalqî ême ezel
ger nedey mil bo îta’et to axir ebê çi bî?
bo cinêw saze zubanit şeřfiroşî tabekey
to ke ma’îl bo sebî, herwek se bî, ba her se bî
’eybe bedkarî û şelatî, bê mubalatî bese
taze to dinyat le des çû key ebê ’aqił bibî?
gencî ’umirit da be za’î’ řût û qût mawîtewe
lêre derçûy fa’îdey çî, ey dexîl nadîm ebî
ḧeq le bo şey’ê xelqî kirdî boye toy dana be şey’Erebî
to ke laşey’Erebîy hemîşe, sa xuda her laşe bî
bo çî wa bê şerit û qewlî ’emdî xot boçî şikand?
to ke xawen řa nebî, řařa bî, ba her řabe bî
xot lelayê dił muqîm ke boçî em law la ekey?
hîç temat bewla nebê ta talîbî em la nebî
ey wîsałîNasnava edebî besye îtir dyarîye peyda bike
qabîl û şayste bê, lem la heta lewla nebî