zemane qet legeł ewladî adem bawe nabê

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 2 Xulek  669 Dîtin
zemane qet legeł ewladî adem bawe nabê
wekû gurpey syah esłen be merdum aşna nabê
xuda takey şika piştim be barî mîḧnetî dinya
kesê wek min le dinyada zelîl û bênewa nabê
biřo lay muřşîdî kamîl ’îlacî derdî ’usyanit
bike, meylî xuda waye ke ’îllet bêdewa nabê
mexo tefre lebo nefis û mebe meẍrûr be em dinya
diroye cîlweyî dinya lebo hîç kes beqay nabê
ewî ewweł xuda dayna ebê mewcûd bêt û biřwa
bełê, bûn û nebûn hîçyan bebê emrî xuda nabê
lebo her derd dewayêke, lebo pîrî dewa mirdin
ḧeyat û jînî dinyayî, be xwahanî şuma nabê
eger îman selamet bê qubûł ke zeḧmetî dinya
wîsałî guł le o bulbul bebê xarî cefa nabê
eger mayet hebû ekřê le bazařa meta’î çak
eger řût bî, meřo, eşya le hîç la bê beha nabê
be ’îzzet ya be zîllet bê le dinya her ebê derçîn
wekû eybînî em dinya emîn be, herweha nabê
’ezîzim menziłit dûre, xerîkî twêşeyî řê be
heta key mest û bêhoşî sefer bê twêşe ca nabê
wefay bo kes nebû dinya heta bo toy bibê yara
kesê ’aqił bê lem dinya be ummêdî wefa nabê
wîsałîNasnava edebî quřbeser çi bika? be bê desmaye damawe
meger ẍeffar bibexşêt, we’îlla bê ceza nabê