ela ey saqîy bezmî ḧeyatim

Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 1 Xulek  618 Dîtin
ela ey saqîy bezmî ḧeyatim
ela ey muřşîdî řêgey necatim
ela ey ba’îsî aramî canim
ela ey mayeyî nefî û subatim
eto lem naḧye bo ême şem’î
wekû perwane emnîş mubtelatim
wîsałîNasnava edebî arezûy bû bo mulaqat
welî řoj bû be manî’ ger nehatim
***
’ezîzim nûrî çawim ’elî yefendî
xuda bot zyad bika payey bułendî
le bêşey mawetNava taybeta wek şêrî mestî
le bezmî çayya tîmsalî qendî
lebo îfay wezîfe xot le mawetNava taybet
şukir sułtet heye bêbak û řendî
îlahî bo wîsałîNasnava edebî her bimênî
şukir pyawêkî baş û bê wezendî
***
ela ey nûrî çawî ...Teksta ne aşkira eẍyar
le baẍî maweta toy werdî bêxar
ewa nardim kełeşêrê be dyarî
be řeng manendî tawus kebkiřeftar
kilîlî çake bo mangayî e’da
le meydana mîsalî şêrî huşyar
wîsałîNasnava edebî her ewî bo nardî bo to
qubûłî ke etoş wek duřî şehwar