muddetêke min giriftarim be des sewdatewe
Li pirtûka:
Dîwanî Narî
Berhema:
Narî (1874-1943)
1 Xulek
3293 Dîtin
muddetêke min giriftarim be des sewdatewe
bûm be dawî çînî zułf û perçemî tatatewe
men’î qullabî mujey nakem le řakêşanî dił
bo! esîrî çawî mestî piř xewî eybatewe
wa serim dana be ’ezmî berdebazî řêgeket
merhemî derdî serî min wa be gerdî patewe
ger depirsî ḧałî perwaney diłim dûr bê le řût
wa le sozşida le sayey şewçiray gonatewe
çawî xwên xwarî be xwênim fêre, wek lêwî be mey
lêy geřên êwe û xuda ew şoxe ba bîxwatewe
şahî çawit mułkî sebir û taqetî birdim be zor
mesḧefî řûy to be gijya çê eger nemdatewe
mêşî xałit nafřê, bes baweşênî ke be naz
çunke pabende be şehdî řûmetî zêbatewe
şîn û waweylaye asarî qyamet heł desê
guł beden emřo berew meşrîq eger la katewe
leb şeker fermû be zułifit baweşênî ba nekat
mêşî řoḧim ger binîşêto be qendî çatewe
xettî dersî ’îşqî narîNasnava edebî wek řiqûmî xałeket
wa be lewḧî gerdinî bê gerdî wek mînatewe