ey diłî şeyda beşaret bê ke yarim hatewe

be boney geřanewey şêx meḧmûdî ḧefîdeweye le hîndistan le desbeserî
Li pirtûka:
Dîwanî Narî
Berhema:
Narî (1874-1943)
 2 Xulek  935 Dîtin
ey diłî şeyda beşaret bê ke yarim hatewe
ye’nî sermayey jyan û î’tibarim hatewe!
wez’î bedḧałî bipirse quřbeser ẍem çî eka
efserî îqbał û tacî îftîxarim hatewe!
mûdetê dûr bû le guł, xakî weten bê cîlwe bû
cîlwebexşî gułşenî baẍî dyarim hatewe!
berqî şadî hat û matem řuyî û mişkîn bû nefes
saḧîbî şimşêr û xamey muşkibarim hatewe
sîne wek ney, dił wekû berbet, nefes wek yaszî
mutrîba fermû! peyapey ẍemgusarim hatewe
gerçî min mabûm be řoj û şew le kuncî zeyqeta
piřtewî mîhir û meh û leyl û neharim hatewe
bêne gerdiş saqya! wek menzerey min camî mey
wextî řeqis û ’îşret û neş’ey xumarim hatewe
nezmî min wek qend û ferşî seḧnî dîwanim ẍezel
şahî tûtî meşrebî goşey telarim hatewe
gułbenî nazk le gułzara weha pişkûtuwe
bulbulî awaze xwanî lalezarim hatewe!
nawî bê nezim û perêşanî le mułkî dił nema
řewneqî gułzar û nezmî řozgarim hatewe
gerdî damanî be kes naga, neka her kes xeyał
surmeyê bo êşî çawî eşkibarim hatewe
wa le xoşîda peşokawim ke nazanim emin
ḧezretî meḧmûde, ya meḧbûsî parim hatewe
ger bîrî narîNasnava edebî ya ẍefłet heta key se’be bê
xanî saḧîb hîmmet û cah û wîqarim hatewe