bałî huma sêberî zułfî perêşanî jin

Li pirtûka:
Dîwanî Narî
Berhema:
Narî (1874-1943)
 1 Xulek  704 Dîtin
bałî huma, sêberî zułfî perêşanî jin
nafeyî mîşkî xeta: perçemî efşanî jin
ke’beyî erbabî dîn, qîbleyî xełwet nişîn
şem’î şerî’et kujên, řûmetî řexşanî jin
baysî tûlî ḧeyat, ’îlletî fewt û memat
xende be řûy nazewe, řûmetî řexşanî jin
baẍî dił û kanî dił: gułşenî řuxsarîye
gencî fereḧ bexşî dił, le’lî bedexşanî jin
ayetî mîhir û wefa, sûretî sîdiq û sefa
merhemî derd û cefa, ẍunçeyî xendanî jin
merkezî ’eyş û neşat, zemzemî ’alî sîfat
çeşmeyî awî ḧeyat, çahî zenexdanî jin
me’menî emin û eman, melce’î şêrî jyan
çetrî serî ’arîfan, sêberî derbanî jin
em ẍezelî narîNasnava edebîye ’îlletî naçarîye
tirse le bê nanî û mexsere pêdanî jin