min be emrî to lebo teḧqîqî fermanî qedîm

derbarey şêx meḧmûdî ḧefîd
Li pirtûka:
Dîwanî Narî
Berhema:
Narî (1874-1943)
 2 Xulek  753 Dîtin
min be emrî to, lebo teḧqîqî fermanî qedîm
dame ber mîzanî ’eqił û ’aqîbet wa têgeyîm
metłebê dayr buwe îsmen, welî řesmen nîye
nukteye mexfî le binyaye wekû îksîrî sîm
muxteser pîrane ser beḧsim legeł hênaye pêş
ew be tundî min be nermî, ew be sextî min selîm
min witim pîrane cêge û tekyegahî ewlya
ḧeyfe bo to bê be cêgey ’îşret û ’eyşî ’ezîm
êste wa meşhûrî afaqe ełên şeyda buwe
«şîn wê û xê»ye, be «’eyn û şîn û qaf»y «kaf û çîm»
xoş be qanunî sedaqet hate meydan û witî
lem gunah û îftera dûrim be balilّh alkirîmErebî
bo ekey baweř be ḧerfî pûç û napakî řeqîb
to ke agahî le wezi’ û ḧałetî gerdin keçîm
qet le gwê megirin qisey fîtne û ḧesûd û dû ziman
qet qibûłî dił nebê tezwîr û qewlî mudde’îm
min bełê yek şew be şoxê aşna bûm û ewîş
kiç nebû jin bû, ewîş bexwa le xewda bû ke dîm
ger le guł ladem demê, me’lûme min yarim be xar
řû eger ladem le qîble, min le cumley dozexîm
’alîmulẍeybim xudaye bo gewahî min ke wek
yûsfî sîddîqî mîsrîm û le tuhmet bêberîm
řazîqim yek, řihberim yek, mezhebim yek, qîble yek
yek be yek ’alem biden şayed leser yek ḧałetîm
cennetim yek, kewserim yek, zemzemim yek ke’be yek
î’tîqadim ta weha bê, talîbî butxane nîm
maweto emcare ew bo min be şêwey aştî
ta necatî den le xof û ẍayle û endoh û bîm
karî min teqwa û tesbîḧate her şew ta seḧer
fîkirî min ta waye key mayl be şewgerdî û dizîm
êste min zamin ke ew neybê xeyałat ta ebed
min lemewlawe kefîlî ḧezretî alî ’elîm