be yadit kewte soziş ẍunçedem wa qelbî bîmarim

Li pirtûka:
Dîwanî Narî
Berhema:
Narî (1874-1943)
 1 Xulek  685 Dîtin
be yadit kewte soziş ẍunçedem, wa qelbî bîmarim
le hîcret hate so dîsan, birînî par û pêrarim
hemû neş’ey zimistanî fîraqe serserî ahim
nîşaney payîzî hîrcane zerdîy pelkî řuxsarim
be şu’ley narî piř te’sîrî ’aşiq sozî dûrîy to
wekû perwane sûtawe diłey ẍemgîn û ẍembarim
bełê ’îllet be sîḧrî nêrgisî mexmurî fîtnet bû
ke wa min ser zedey taney řeqîb û yar û eẍyarim
be şewqî debdebey sułtanî ḧusnî mahî řuxsarit
be gerdûn aşnaye zemzemey semtûrî hawarim
wekû ḧusinit le ’alemda, qisey min faş meşhûre
’ezîzim taze mexfî kem emin tomarî esrarim?!
temaşa çende xoş te’lîme, ey şîrînî bê hemta
le kêwî bêstûnî wesfî to, gułgunî guftarim
le mułkî ’aşiqîda, xusrewêkî şoxe dił, arê
gewahî ’îşqe, coş û şořşî şîrînî eş’arim
be çawî kem le narîNasnava edebî çawekem meřwane, biřwane
le goşey medresey ’îşqit, çi şagirdêkî huşyarim