min xeyałim wesił û to fîkirit fîraq

Li pirtûka:
Dîwanî Narî
Berhema:
Narî (1874-1943)
 1 Xulek  1409 Dîtin
min xeyałim wesił û to fîkirit fîraq
min be to muştaq û to bê îştyaq
çawekem ta key legeł mezłûmî xot
ẍusse pêdan û cefa dan û nîfaq
tîrî ’îşq û çawî mestit kuştimî
ey xuda řeḧmê le destî cût û taq
min bebê hîmmet mezane û bê kerem
sehle lay min bê diro, teklîfî şaq
ger demê meqsudî dił bênîte cê
pêt debexşim mułkî şamat û ’êraq
wa le kûrey ’îşqî toda murẍî dił
kewte soze û ah û nałe û îḧtîraq
dił be lêwî mayle û lêwî be mey
min ke saqîm êste nî’me al’etîّfaqErebî
qesrî dił wêran û bê teḧsîne wek
me’bedî řûxawî bê mîḧrab û taq
fîkirî min naga be wesfî ḧusnî to
ger xeyałim bê be řefřef ya buraq
naryaNasnava edebî zadî sefer amade ke
řêge tey nabê, bebê twêşe û tifaq