şarekem

Li pirtûka:
Tirîfey Heɫbest
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 2 Xulek  1677 Dîtin
ey şarekey gilêney çaw
bizey lêwî hełqirçawim!
ey beharî bebê hetaw!
daykî zor car, siksûtawim.
pirsîm: hewał?
wityan: hawînî bê şemał.
witim: tu xwa jyanekey?
wityan: tełxe asmanekey.
pirsîm: ey çêjî nanekey?
wityan: wek gał.
tamêkî tał.
witim: minałekan çonin?
wityan: hemû girj û monin!
witim: ey başe gewrekan?
wityan: hemû wek keřulał,
be des yektirî edwênin
xem eçênin
dił aware.
pirsîm: ey girdekey yare?
wityan: diřkî tya eřwênin.
witim: ey tu xwa erxewan?
wityan: her be sewzî sûtan.
başe, goyje?
wityan: ew her zûxawřêje.
ey serçinar?
wityan: lîxne awekey
pirsîm: ey baxî bextyar?
wityan: biłê bûkî xembar.
başe. seywan?!
wityan: ew řêke legełman
ey şarekey noy ḧuzeyran!
to seywanî, yan seywan toy?!
ey dwanze mang gełarêzan
takey cergî behar exoy?!
ey şarekey naw gomî xwên
řaste ełên:
lenaw diłta çiqił eřwên?!
řaste ełên:
kołewjî sûta û řeş?!
enrête naw çawanî geş?!
ey şarekey çiqił sûtên
deng biławe, řaste ełên?.
cařçîyekî des be pîlan?.
kewtote naw cadde û kołan
wek qelî řeş eqîřênê
minałî xełq etirsênê?
şûme û negrîs
çawêkî kwêre û eşelê
zewîy xirape ekêłê
binêştî qisey demî pîs
ecwêtewe?.
dar be teřî ebřêtewe?
deẍłî sûtaw edrwêtewe?!
gopkey çiro heł’ekołê?
her katê ew bangî hełda
afret derga xiř da’exa?
minał yarî becêdêłê?
be şûme cař
çoł ebê şar?
ew naşyane be kurd ełê:
min awî çake edêrim
êwe nabê biłên kwêrim
nabê biłên min eşelim
bo kwêş çûm werin legełim
ey şarekey be xem telbeng!
hełoy diłteng
bîstim ełên: taqmê şêt
maweyeke lêt peya bûn
zor gewcane eyanewêt
şaxî goyje û pîremegrûn
binên le bar
bo berewxiwar
ey şarekey aramnegir!
key lekkey ’arit wîstuwe?
ey çawgî xwên û agir!
key napyawit peristuwe.
şarekem takey bêdengî!
hełke řeşebay derûnit
řapêçî ke cařçî û «dengî»
nîşanim be, asoy řûnit!