şî’rekanim

Li pirtûka:
Tirîfey Heɫbest
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  978 Dîtin
pepûley hestî naskî, bał nexşînî şî’rekanim
leser lêwî hîway geşî em jîne enîşêtewe
dezûy tîşkî wirdî pencey efsûnawîy bîrekanim
tirîfey mang lejêr hewrî gumana ebînêtewe.
***
kîjî sozî wişekanim lenaw çîmenî awata
bedem bestey ahengewe, gyan şad eken, heł’epeřn
swarî biřway qisekanim lenaw meydanî xebata
řêy derbazbûn le napakan, le dujminanî gel egirin.