bûkî nakam
kispey yadêke bo cwanemerg «řûnak zuhdî»
Li pirtûka:
Tirîfey Heɫbest
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
2 Xulek
1114 Dîtin
ta dwênê bû, toş nêrgizî çepkî behar bûy
le baweşî newroza wek gułałe dyar bûy
beser jîna şinet ehat, teř û paraw bûy
le asoda wek giznigî çawî hetaw bûy
ta dwênê bû, zerdexeney lêwî jyan bûy
wek tirîfey mangeşewî aramî gyan bûy
ta dwênê bû, to řûnak bûy, edrewşaytewe
wek estêre wirşet ehat, ecrîwaytewe
le samałî gencêtîta, şewqî beyan bûy
legeł bextî bûkênya des lemlan bûy
ta dwênê bû, ey cwanî şox, ey bûkî nakam
le kejawey xewî xoşa, girtibût aram
beser ferşî naw çîmenî naza egeřay
le gułzarî cwanêtîya şaguł ebînray
bełam heyhat! le çaw gum bûy, le geşe kewtî
be jakawî, bûkî nakam le xaka zewtî
lepêş toşa zor hîway geş bêseruşwên bû
gelê xunçey nepşikûtû xiłtanî xwên bû
bedway toşa, karwanî koç êmeş heł’egrê
qapî jînman, be kilîlî mirdin da’exrê
ewey emřo pêy naz enê beser zemîna
sibey lenaw zemînaye wa le řizîna
îtir firmêsk çend biřêjrê, çend hawar bikirê
be pêłûy çaw xakî gułkot leser bimałrê
carêkî tir kê etbînê wek řojanî zû
bişnêytewe bo jyanî ḧez û arezû
carcar nebê le xeyała yadgarîy to
dêt û eřwa bo xezanî newbeharî to
her ewendeş ledest min dê le çawî şî’irim
hon hon firmêsk hełřêjim û hergîz neysiřim.