ta qîbleyî min wa le meqamatî seferda

em ẍezeley bo babe ’elî şêx meḧmûdî ḧefîd nûsîwe ke lew kateda le mîsir eyxiwênd
Li pirtûka:
Dîwanî Narî
Berhema:
Narî (1874-1943)
 1 Xulek  706 Dîtin
ta qîbleyî min wa le meqamatî seferda
yařebbî nebê xatrî hergîz le xeterda
ger serfî ẍemim bê be demî ’umrî ’ezîzim
nałê eḧedê, neqdî ḧeyatî be zerer da
biřwa meke, wek ehlî silêmanî û kerkûk
kes dewłetî îmanî be siłq û be gezerda
bo to egeřê bulbulî dił kûçe be kûçe
bêçare leber tozî sefer, ẍerqe le gerda
meylî ẍezelim nawete pêçałî hem û ẍem
dił xałîye emřo, çi le beyta, çi le ferda
ta xatrî min mîsre lebo ’eksî cemałit
lay ehlî xîred, ’eynî xidêwim le nezerda
bo çî nîye asarî sewadî řeqemî to
wek surme heta řewneqî bînş be beserda