mindałe sûtaweke

Li pirtûka:
Tirîfey Heɫbest
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 5 Xulek  790 Dîtin
1
ey minałanî xoşewîst!
hewałêkî ẍemgînim bîst
diłî piř kirdim le tase
pêy hełkêşam zor henase.
bizey ser lêwî toranim
xemî hêna be mîwanim
teranî geşey derûnim
lêłî kird serçawey řûnim
hestî bezeyîy cûłanim
hoşî şî’rî xiroşanim
lêwî řiqî pê kiroştim
firmêskî gelê pê řiştim.
ey mindałanî xoşewîst
hewałêkî ẍemgînim bîst.
ey minałan gwê girin lêm
ew hewałetan pê biłêm:
bełam min emewê lêtan
ke girdibûnewe hemûtan
yek le lay yek bîłênewe.
le geřeka bîgêřnewe
lebîrtan qet neçêtewe
le derûntan nebêtewe
ey mindałanî xoşewîst
wa pêtan ełêm ke çîm bîst:
2
gundê hebû lepał şaxa
lenaw koşî řez û baxa
ewende cwan bû ke cwanîy
dinya bûbû be mîwanî
em dêye çende biçûk bû
sed ewende êskîsûk bû
le kejawey xewî xoşî
beheşta badey enoşî
bûkê bû kewa kirdigar
xwast bûy bo zaway behar.
mijdeyek bû ke bextî xoş
wekû sawa eygirîte koş.
aramê bû ke be gyanî
noş kira bû şadmanî.
awazeyek bû gerûy jîn
hênabûye ser hełqułîn.
pepûleyek bû diłnya
le baxçey nyaza ejîya
bizey lêwê bû ke siruşt
guławî nazî pê eřişt.
3
řojê le katêka jyan
taze xerîkbû, bo beyan
bitrûkênê pêłûy çawî
bo giznigî nwêy hetawî.
taze xerîkbû be mestî
serxoş bê bo xoşewîstî
goranîy biłê bo jyan
bo řûnakîy asoy beyan
wekû caranî awaze
bigate gwêy dinyay taze
lepiř xurpeyek kutupiř
bû be henasey sardusiř
lepiř şaławî gurgî řeş
tarmayîy xiste asoy geş
kełbey gîr kird le tewqî ser
řane meřî dêy daye ber
kewtine lûre bo pelamar
řojî dê bû be şewî tar
awî řûnî kanîy lêł bû
bedway xemî dêda wêł bû
liqî dirext şikayewe
tazeçro pûkayewe
dûkełî řeşî qetranî
hełsa le şwênî wêranî
asmanî ser wek şewezeng
řeş dagîrsa mat û diłteng
cûcełey wirdî kulane
kewtine jêr ew kełbe û dane
xwênawî naw jûrî řûxaw
cogeley best wekû pengaw
ey mindałanî xoşewîst
em dêye firmêskî zor řişt!
ewî cêma le wêrane
minałê bû sê sałane
bawkî le sałê zyatre
derûnî piř le agire
demêke ew wa be řêwe
dûre le awayîy dêwe
ke emanî cêhêşt tenya
îtir řûy kirde ser çya
bo řawî gurgî diřinde
ew gurganey ke bem gunde
demêke tînûy xwênawin
birsîy nawextî şaławin
lew gurganey zor hełbiřî
wirgî gelêkî hełdiřî.
4
gerûy giřî şaławhêner
teşeney kird bo deşt û der
daristanî çiřî naw dê
ta bê agir le xoy egrê
pûşî dewrî awî lîxin
ełqey pişkoy çote gerdin.
minałê tenya, cêmawî tenya
çawêkî herwa le çya
bełam bêsûd çaweřwanî
ewa giř şaławî hanî
mindałî tenyay besezman
kewte hawar, kewte giryan
çawî egêřa, etirsa
tozê eřoşt û ewesta
nasyawê nebû bîgatê
pelî řizgarbûnî batê
kewte ber cezrebey siza
pişko be leşya eçza
be heniskî qułpî giryan
hawarî kird le gurgekan:
«min minałim derimbênin
tu xwa eger bimsûtênin»
bełam gurgî kone dujmin
gwêy nedaye hawarkirdin
zanî minałî em dêye
goşî kam baweř û cêye!
qirçeqirçî pêstî sûtaw
diłî berdî ekird be aw
sûta minał û řeş bowe
pêst le êsqanî cwê bowe.
5
ey mindałanî xoşewîst
em dêye serşořîy newîst.
lewpeř, le lûtkey şaxewe
le derûnî piř daxewe
le laney şêrî diřewe
le daristanî çiřewe
lepena dar û berdewe
hatne derê xencer be dest
le dewrî dê ełqeyan best
be kîneyekî sextewe
guřî tołeyan bestewe
xistyane ser des dił û gyan
xwênî leşyan kewte ciman
wityan: ya jîn ya mirdin
bo gurgî řeş lenawbirdin
wityan: gurgî řeş meḧałe
xwênî win bê ew minałe
wityan: řołey em dê û xake
le heřeşetan bê bake
be hełmetî çawnetirse
le mirdin hergîz nepirse
ey mindałanî xoşewîst
em dêye serşořîy newîst.
ey minałanî xoşewîst
dinya em beserhatey bîst
bîstyan dêye be bazûy xoy
kewtote cengî řojî nwêy
ey minałanî kurdizman
dengî ew minałey bîstitan
neken lebîrî bernewe
le diłtanî dûr xenewe
hawřêyektane.. jyan
kirdî be tomarî dastan
bû be sirudê ke awat
bangî serberzî tya bidat
heta bê giřî xoş ebê
biłêsekey be coş ebê
deryay dinyay bikeyte ser
be kiłpeye agirî her
řûnakîy eda be jyan
be asoy awatî beyan
bem wiłatey ke serberzî
be xwên kiřî û qet nebezî
ey mindałanî xoşewîst
bom gêřanewe ke çîm bîst.