tenyayî

Li pirtûka:
Tirîfey Heɫbest
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  1325 Dîtin
şîrînekem! jûrî tenyam
emşew bo ẍerîbîm egrî
çirpay xem lê nîştûy cêgam
xamoşî wa le çwar dewrî.
***
çaweřwanîy kursîy çołim
towî bêzarî eçênê
giłopî kizî naw hołim
firmêsk be bêdeng eřjênê!
***
pencerekan, xołî řojan:
leser şûşey çawyan bare
şîrînekem emşew jyan
wek małekem çoł û tare.
***
wêney parim lêwî gałte:
le êstam heł’equrtênê
giřî xeyał bo ew kate
cergî emşew esûtênê.
***
şîrînekem, jûrî tenyam
emşew bo ẍerîbîm egrî
çirpay xem lê nîştûy cêgam
tenyayî wa le çwar dewrî.