ke min lutfî ew yarim bê be serwetî dinyay nadem

Li pirtûka:
Dîwanî Mezɫûm
Berhema:
Mezɫûm (1916-1955)
 1 Xulek  548 Dîtin
ke min lutfî ew yarim bê be serwetî dinyay nadem
heta lencey diłdarim bê be zînet û zêbay nadem
kemer bestey ’eşqî yarim le dinya da heta mawim
çawî řeşî meḧbubî xom be sed behê û ře’nay nadem
wekû sofî le xełwetam be dił ekem senay dulber
emin nîme xułqî «ha û hû», des le def û ’esa nadem
destew du’am min be da’îm le ḧizûrî dîwanî xwa
eger ḧîfzî neka ḧafiz gwê be nuştey şêxîş nadem
de «fîrdewsî» biłê bo min ey dulberî awarexuř
nakem yadî «xałey řêbwar» be ḧeyran û ay ay nadem
le nez’aye mezłûmNasnava edebî ełê eger yarim bimlawênê
nîye bakim be yasîn û be tełqînî melay nadem