kuştimî eşqim nema bezeyî pyama nehat

Li pirtûka:
Dîwanî Mezɫûm
Berhema:
Mezɫûm (1916-1955)
 1 Xulek  386 Dîtin
kuştimî eşqim nema, bezeyî pyama nehat
nefretî kirdim kiçê, bo deway derdim bidat
mayey sûtanme, merhemî diłî zarim
xistimîye beḧrî mîḧnet, bo şîfay derdim nehat
kemendî her dû pame, wa esîrî xerabatim
be da’îm quř depêwim, belku yarim nîga bikat
bo diłî let let kirdim, řefîqî çoł û deştim?
dermanî derdim bikat, lêw leser lêwim bixat
fiřêy de ba derkewê, wirde xałî dewrî lêwit
egrîcey xaw û zerdit, demaẍim bo mu’etter kat
tu xwa şîrîn asa, be naz minî bêkes bilawêne
biřêje xwar eşkî xwênîn, bo mezre’ey cewr û cefat
giriftarî derdî ’eşqim, wekû ferhad ẍerqî xûnim
întîzarî wesłî toye mezłûmNasnava edebî, ḧeyne yٲtî weqit alwefatErebî