her kesê neybê sade řûxêkî le dîwana
sadeperestî
Li pirtûka:
Dîwanî Mezɫûm
Berhema:
Mezɫûm (1916-1955)
1 Xulek
601 Dîtin
her kesê neybê sade řûxêkî le dîwana
mayepûç û řût û qût bê le dîn û le îmana
her kesê sadepereste bîparêze îlahî
le ẍem û derd û beław musîbet le cîhana
murşîde sadeperestî murîdyetî emane:
xurşîde çi ferhade, çi yusif le zemana
’ezîze, xoşewîste, mu’tebere birakem!
em ’eşqe le nezer ehlî ’eşq û îmana
tesxîr û kemendikêşî em ’eşqeye bizane:
sed yusif û ziłêxa şoreswarin le byabana
serbest û hunermende, çapû ke ’aşiqî
çalak û cesûre, çi şêrêke le meydana
usul û qa’îdey ’aşiq wehaye mezłûmNasnava edebî
sûtane be bê dengî le beyana