mayey nomałîm kerêkî dêz bû

kere dêz
Li pirtûka:
Dîwanî Mezɫûm
Berhema:
Mezɫûm (1916-1955)
 3 Xulek  425 Dîtin
mayey nomałîm kerêkî dêz bû
çapok û wirya gelê be hêz bû
herbenaw ker bû řewt û řeftar xoş
’eqłî zyatir bû le be’zî bêhoş
çunke ew kere çust û çalak bû
dêzêkî pesend des û çaw pak bû
xizmetim ekird be řoj û be şew
nem’eda be sed êstirî xoşrew
’eceb şêrê bû bo řêge û sefer
le deşt kejda çust û hełmetber
***
katêkim zanî xeberyan hêna
qaçî kere dêz le bina şika
ke dîm kere dêz şil û şêwaw bû
sebirim lêbřa çawim lêław bû
hatme guftar le řûy qar û qîn
eme çi kese le řûy serzemîn
kê wa cesûre saḧêb zor û sam
qaçî em kerey cya kird le endam?
şerte heqî xom, boxom bisênim
řîşekêşî kem cergî derbênim
***
zanî ẍezebnak diłim be coşe
bo qesasî ew dił be xiroşe
be řesim û te’zîm hate pêşewe
witey şîrîn me’na kêşewe
witî ẍem mexo mekêşe azar
heqim bisênî řeḧîm û ẍefar
em îşe îşî - - - - -Teksta ne aşkira
îşî şêx řeşîd ke xizmî xote
***
werne kesî tir çi ḧedî heye
tecawiz bika bem dereceye
minîş umêd û řecam wehaye
bo qesasî min mesłeḧet bwaye
witim ker dêz qiset meqbûle
qena’et ekem le lam me’qule
emin xoş ebim sałḧNava taybet xoş nabê
bem mesłeḧete qet řazî nabê
gerçî xizmîşîn ’efuyan naka
xwênî kere dêz taqîq gum naka
***
saḧêb tifeng û demançe û tîre
jêrewjûr eka xakî feqîre
me’lum dyare le lam řoşne
xwênî kere dêz debê be fîtne
hatewe guftar be dad û aman
witî «seyd eḧmed» desim be daman
min qaçim şikaw ḧałim bêfeře
mełên kere dêz her mayey şeře
***
le ḧiquqî min gerdin azabin
meḧfuz le fîtne û bełay xuda bin
toş eger merdî merdî binwêne
sałḧ řazî ke diłî meşkêne
emin be qisey ew kerî feqîr
çûme lay sałḧ be fîkir û tedbîr
witim birakem be nessî xeber
her kes îslam bê bełay dête ser
***
îstaş kere dêz qaçî şikawe
ełbet xudawend ewendey dawe
herçend qatîlî «şêx řeşîd» buwe
emrî xudaye û ew sebeb buwe
ebê sabîr bîn qena’et bikeyn
karî xudaye kes ’aciz nekeyn
witî: çî biłêm qisem nemawe
petî «temurim» yekcar biřawe
***
ehlî feqîre sîẍar û kîbar
emkirdin be pend watey řojgar
le ḧiquqî xom serfî nezer bê
gerdin aza bin ger hezar ker bê
kere dêz çunke lefzî şîrîn bû
le bo dujminan mayey xoşbîn bû
***
kere dêzim řo kere dêzim řo
mutî’î ferman hîç neřêjim řu
kasbî feqîr hîç nezanim řo
sabîr û şikur bê kaw danim řo
aza û gurcogoł řêy karwanim řo
şêrî meydanî gişt keranim řo
***
heta to mabûy hîç bakim nebû
ẍem û ẍa’îley xorakim nebû
kere dêzim bû, bo exzî me’aş
her kere dêz bû bo karwan û aş
êsta to řoyît bałit şikanim
ser û jêrit kird barî jyanim
du’aye ekem řebbî gîra bê
sebebkareket ẍerqî beła bê