le beḧrî mîḧnet û ẍemda hemû ’alem perêşane

Li pirtûka:
Dîwanî Mezɫûm
Berhema:
Mezɫûm (1916-1955)
 1 Xulek  444 Dîtin
le beḧrî mîḧnet û ẍemda, hemû ’alem perêşane
le şumî cewrî gerdûne kewa pamałî wêrane
ebed şermî gilemendî le çerxî asman nakem
le cêy dana, denî dana, le hewłî şořş û şane
zemane dun pesende, gişt be daẍî sîne sutawe
buzurganî kerem pye, be yek def’e perêşane
zemanî namewer, emřo le tengî da xerîk mawe
wekû hewrê be dem sirsir şêwawî ḧukmî yezdane
xîlaf û terkî ’adate wekû mecnun le dunyada
bikem zarî heta weqtê ke ḧeşrî cin û însane
le des cewrî felek agir le xermanî diłim berbû
xakî ’alem be ser mezłûmNasnava edebî ke ẍerqî derd û hîcrane