min ke ezel miştî xakim çûme silkî însanewe

Li pirtûka:
Dîwanî Mezɫûm
Berhema:
Mezɫûm (1916-1955)
 1 Xulek  677 Dîtin
min ke ezel miştî xakim, çûme silkî însanewe
min ke însanim ḧeqîqet, çîme beser ḧeywanewe
diłî bedxû ewa şêt bû le des çerxî zeman emřo
ke mam řêwî û çeqeł çûne laney şêrî jyanewe
bo le daxa min nemirim, boçî diłim letlet nebê
çon mirîşk û konepepû çûne řîzî însanewe
wa le daxa řoḧim řoyî, boçî nîgahêkit nekird
kesu karit hemû mirdin xo be xakî êranewe
boçî carêk to napirsî le eḧwałî feqîranit
hemû tûşî werhem hatin çûne kuncî zîndanewe
boçî felek bote xiřek ke wa doxî ẍem her ba eda
tanupoy diłî zarim kewtote nêw meydanewe
legeł eẍyarî bedsîfet dexîle meke lutfê
ke gułzar û baẍî emel ewey be des nezanewe
meḧsubî to le herlaye eger mabê wekû mezłûmNasnava edebî
perêşanin hemû emřo be des cewrî zemanewe