xefet diłmî birjan wek kebab
Li pirtûka:
Dîwanî Mezɫûm
Berhema:
Mezɫûm (1916-1955)
1 Xulek
505 Dîtin
xefet diłmî birjan wek kebab
cergim letlet bû wek goştî qesab
dira le şîş û birja be agir
bo mezey şerab ewl û axir
sebru taqetim le diła nema
pirdî teḧemmul le sed la pisa
le řûy ser zemîn fî’lî naşîrîn
emendem dîwe nayete nûsîn
’ereqxor da’îm pyałey mey bedest
bê perwa eyxiward řûsyay bedbext
natirsê le řoj dîwanî meḧşer
qet xofî xway nayete nezer
qeşmerî be nwêj, gałte be řojû
îstîhza be ḧec, zekat û mewlû
’ereq xwardinî emend la cwane
qapêkî be des, dûy le gîrfane
bo xoy zereru beła esênê
her be destî xoy dîn edořênê
le ḧałî mirdin gelê bêḧałn
tałbî hewaw nefis û xeyałn
xwaye to xot fi’lyan ebînî
ẍezebit boçî be coş nayenî
le dunya le min ’asîtir nîye
basî xełq ekem xom lebîr nîye
mezłûmNasnava edebî gunahî xom ekem îqrar
tełebî ’efû ekem le setar