kam dîn kam îman kamyan wîjdane
Li pirtûka:
Dîwanî Mezɫûm
Berhema:
Mezɫûm (1916-1955)
1 Xulek
490 Dîtin
kam dîn, kam îman, kamyan wîjdane
axo kam însan emey la cwane
germaw şerarey hetawî be tîn
xwênim ka be aw, hêzim ka be tîn
hewłbem be dił be dirêjî sał
be sermaw germa bo îdarey mał
be sałê beḧał şitêk peya kem
le mirdin koşê xêzan řizgar kem
katî ḧasîlat, bê şerim û bêbak
lêm ko ebnewe wek dał bo serlak
bê ’ereq řiştin, yan řencî bazû
xerman beş eken, sehil zûbezû
beşî mułkaney: aẍa, şêx, mela
le çwar beş bêşk sê beşî eba
înca çî mawe bo mesrufî mał
bo ciluberg û pêławî minał
ئاەû henasey em gişt xêzane
biçête milî ew melhuřane
mezłûmNasnava edebî ta şêx û aẍa le nawbê
le kurdistana azadî nabê